Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 8:35 - Peymana Nû (Încîl)

35 Fîlîpo rʼabû wê nivîsarêda destpêkir derheqa Mizgînîya Îsada wîrʼa şirovekir.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

35 Hingê Filîpos devê xwe vekir û bi vê nivîsarê dest bi gotinê kir û Mizgîniya li ser Îsa ji wî re got.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

35 Филипо рʼабу ԝе ньвисареда дәстпекьр дәрһәԛа Мьзгинийа Исада ԝирʼа шьровәкьр.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

35 هِنگه فیلیپُس دَستبه قِسَدانه گِر و ژه هَمَن وه جیه نِویسارا مُقدس دَستبه گِر و خَبَرا خوشَ راستا عیسی دا گُتَ اَوه نَمِر.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 8:35
20 Iomraidhean Croise  

Ewî dest bi hînkirina Xwe kir û wanrʼa got:


Û Wî destpêkir ji Mûsa û hʼemû pʼêxembera, çi ku wan kʼitêbada bona Wî nivîsar bûn, wanarʼa şirovekirin.


Petrûs dest bi xeberdanê kir û got: «Ez niha feʼm dikim, wekî Xwedê rʼastî jî firqîyê nake nava mileta.


Lê nava wanda hinek ji merivêd Qubrisê û Kûrênê hebûn, ku gava çûn kʼetine Entakyayê, yûnanarʼa jî xeber didan, Mizgînîya Xudan Îsa didan.


Çend fîlosofêd êpîkûrî û stoyxî wîrʼa kʼetine hʼucetê û hineka digot: «Evî devbelayî bêtʼewşe çi dixwaze bêje?» Hineka jî digot: «Usa tê kʼifşê, ku eva derheqa xwedêyêd xerîbda dannasîn dike». Aha digotin, çimkî ewî bona Îsa û rʼabûna mirîya dannasîn dikir.


Çimkî bi cimeʼtî xeberdanêda ya wî li ser ya cihûya dikʼet, bi nivîsarêd pîroz dida îzbatkirinê, ku Mesîh, Îsa ye.


Çend cihûyêd gerʼok hebûn ku xwe dabûne cinderxistinê, wan dikir ku ser yêd ku rʼuhʼêd xirab nava wanda hebûn, pê navê Xudan Îsa berî wan din û digotin: «Em pê wî Îsayê ku Pawlos dannasîn dike berî we didin».


Awa rʼojek kʼifşkirin û wê rʼojêda gelek hatine wî cîyê ku Pawlos têda dima. Ewî sibê hʼeta êvarê wanarʼa bona Pʼadşatîya Xwedê şirovedikir û bi meʼrîfetî dannasîn dikir, derheqa Îsada jî bi Qanûna Mûsa û nivîsarêd pʼêxembera ew didane bawerkirinê.


Hingê wextêd jîyîndarîyê ji hʼizûrîya Xudan wê bên û Ewê Îsa bişîne, wî Mesîhê ku berêda bona we kʼifş kirîye.


Her rʼoj li pʼaristgehê û malada tʼimê Mizgînî didan û hîn dikirin ku Mesîh, Îsa ye.


Nemêr ji Fîlîpo pirsî û gotê: «Ez hîvî dikim minrʼa bêje, pʼêxember van tişta bona kʼê dibêje? Bona xwe yan bona yekî mayîn?»


Destxweda Şawûl destpêkir kʼinîştada bona Îsa dannasîn kir û got ku: «Ew Kurʼê Xwedê ye».


Lê em, Mesîhê xaçbûyî dannasîn dikin, cihûyarʼa pʼişkbûn e, necihûyarʼa jî bêhʼişî,


Çimkî gava ez nava weda bûm, min nêta xweda danenî ku tiştekî din hîn kim, pêştirî Îsa Mesîh û Ew jî Yê xaçbûyî.


Me vekirî werʼa xeber daye gelî korintʼîya, dilê me jî hindava weda fire ye.


Belê we bona Wî bihîstîye jî û çawa yêd pʼara Îsa, hûn wê rʼastîya nava Wîda hîn bûne.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan