Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 8:25 - Peymana Nû (Încîl)

25 Gava wana şeʼdetî da û xebera Xudan xeber dan, paşda vegerʼîyane Orşelîmê û li ser rʼîya xwe gelek gundêd Sameryayêda jî Mizgînî didan.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

25 Îcar piştî ku Petrûs û Yûhenna ji peyva Xudan re şahidî kirin û peyivîn, ew vegeriyan Orşelîmê, Mizgînî li gelek gundên Sameriyan belav kirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

25 Гава ԝана шәʼдәти да у хәбәра Хӧдан хәбәр дан, пашда вәгәрʼийанә Оршәлиме у ль сәр рʼийа хԝә гәләк гӧндед Самәрйайеда жи Мьзгини дьдан.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

25 وقته گو پِطرُس و یوحنا شَهادَت دان و باسه کلاما خاده گِرِن، زُوِرینَ اورشلیمه. اَوان ره دا انجیل بُ گَلَک گُنده سامِرِه وَعظ گِرِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 8:25
14 Iomraidhean Croise  

Îsa ev her donzdeh şandin, tʼemî li wan kir û got: «Neçine nava necihûya û nekʼevine bajarêd Sameryayê.


çimkî pênc birayêd min jî hene, bira herʼe tʼemîyê bide wan, wekî ew jî neyêne vî cîyê cefa›.


Hûnê jî şeʼdetîyê bidin, çimkî serê sêrîda hûn tʼevî Min bûne.


Lê gava Rʼuhʼê Pîroz bê ser we, hûnê qewatê bistînin û ji Orşelîmêda girtî tʼemamîya Cihûstanê, Sameryayê û hʼeta serê dinê jî bibine şeʼdêd Min».


Wî çaxî welî ku ev yek dît, bawer kir, ser wê hînkirina bona Xudan eʼcêbmayî ma.


Gava Sîlas û Tîmotʼêyo ji Mekedonyayê hatin, Pawlos bi xîret tʼemamîya wextê xwe da hînkirina Xeberê û cihûyarʼa şeʼdetî dida ku Mesîh, Îsa ye.


Min bi meʼrîfetî hin hîvî ji cihûya, hin jî ji necihûya kir, ku vegerʼine berbi Xwedê û bawerîya xwe Xudanê me Îsa bînin.


Awa rʼojek kʼifşkirin û wê rʼojêda gelek hatine wî cîyê ku Pawlos têda dima. Ewî sibê hʼeta êvarê wanarʼa bona Pʼadşatîya Xwedê şirovedikir û bi meʼrîfetî dannasîn dikir, derheqa Îsada jî bi Qanûna Mûsa û nivîsarêd pʼêxembera ew didane bawerkirinê.


Awa bira weva eʼyan be, wekî xilazkirina Xwedê necihûyarʼa hate şandinê û ewê guhdarîya Wî bikin».


Ewî Pʼadşatîya Xwedê bi mêrkʼîmî bê pêşîgirtin dannasîn dikir û derheqa Xudan Îsa Mesîhda hîn dikir.


Lê Fîlîpo Aşdodêda xuya bû û digerʼîya, Mizgînî dida her bajarî, hʼeta Qeyserîyê jî hat.


Min bi destê Sîlas, çawa birakî amin ez wî hʼesab dikim, kin werʼa nivîsî, dil didime we û şeʼdetîyê didim, ku ev e kʼerema Xwedêye rʼast. Vêda hûn qewîn bisekinin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan