Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 7:38 - Peymana Nû (Încîl)

38 Mûsa ew bû, yê ku berʼîyêda nava cimeʼtê bû, li serê çʼîyayê Sînayê jî tʼevî wî milyakʼetî bû, kʼîjanî tʼevî wî kal-bavêd merʼa xeber dida. Eva ew bû, yê ku ew xeberêd jîyînê hildidan ku bide me.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

38 Ev, ew e ku di nav gelê li çolê civiyayî de bû; li Çiyayê Sînayê milyaket bi wî re peyivî û ew bi bav û kalên me re bû. Wî peyvên jîndar standin ku bigihîne me.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

38 Муса әԝ бу, йе кӧ бәрʼийеда нава щьмәʼте бу, ль сәре чʼийайе Синайе жи тʼәви ԝи мьлйакʼәти бу, кʼижани тʼәви ԝи кал-бавед мәрʼа хәбәр дьда. Әва әԝ бу, йе кӧ әԝ хәбәред жийине һьлдьдан кӧ бьдә мә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

38 اَوَ هَمَن اَو موسی بو گو چُله دا ناو خلقه دا بو، گَل وه میلیاکَته دا گو چییایه سینایه دا گَل وی قِسَ گِر و هَ وِسا ژی گَل باوانه مَدا؛ موسی کلاما ژیانه اِستاند گو اَوه بِدَتَ مَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 7:38
26 Iomraidhean Croise  

Çimkî Qanûn bi destê Mûsa hate dayînê, kʼerem û rʼastî bi destê Îsa Mesîh.


Rʼuhʼ jîyînê dide, beden berga tiştekî nagire. Ew xeberêd ku Min werʼa gotin, Rʼuhʼ û jîyîn in.


Pey çil salîrʼa berʼîyêda li çʼîyayê Sînayê milyakʼetek nava alava agirê dirʼîyêda wîva xuya bû.


Ew Mûsayê ku tʼexsîr kirin û gotinê: ‹Kʼê tu ser me serwêr û hʼakim kʼifş kirî?› Xwedê bi destê wî milyakʼetê ku nav dirʼîyêda wîva xuya bû, ew çawa serwêr û xilazkir şand.


Werʼa Qanûn bi destê milyakʼeta hate dayînê, lê we xwey nekir!»


Gelekî, bi her alîyava. Berê pêşin wê yekêva, ku gotinêd Xwedê li wan hatine spartinê.


ku îsraêlî ne. Li wan dikʼeve bibine lawêd Xwedê, Xwedê rʼûmeta Xwe nîşanî wan da, peyman tʼevî wan girêdan, qanûnêd Xwe dane wan û kirine xweyêd hʼebandin û sozêd dayî.


Îdî meremê Qanûnê çi bû? Qanûn serda zêde bû ku neheqî bê naskirinê û gerekê ew bima hʼeta hatina Zurʼeta wî, kʼîjanîrʼa soz dabû. Qanûn ji alîyê milyakʼetada, bi destê navçêtîya yekî hate dayînê.


Çimkî heger ew xebera pê milyakʼeta hate gotinê hʼîmgirtî ma û hʼemû neheqîyê û bêêlimîyê heqê xwe rʼast standin,


Xebera Xwedê sax û zor e û ji her şûrê dudevî birʼatir e, ku derbazî hʼeta navbera rʼuhʼ û can, hestû û mejû dibe, nêt û fikirêd dila jî eʼnene dike.


Rʼastîyê kʼeve hʼeta niha gerekê hûn dersdar bûna, lê hûn hê hʼewce ne ku ji gotinêd Xwedê dersêd pêşine sade hîn bin. Hûn hela hê hʼewcê şîr in, ne ku xwarina giran.


Heger yek xeber dide, bira gotinêd Xwedê xeber de, heger yek xizmetkʼarîyê dike, bira bi wê qewatê bike, ku Xwedê dayê, wekî her tiştîda navê Xwedê bê bilindkirinê bi Îsa Mesîh, rʼûmet û qudret ji Wîrʼa hʼeta-hʼetayê. Amîn.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan