Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 6:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Eva yeka hʼemû bawermenda xweş hat û ev merivana bijartin: Steyfan, merivekî bi bawerî û Rʼuhʼê Pîrozva tʼijî, Fîlîpo, Prokoro, Nîkanor, Tîmon, Parmênas û Nîkoloyê ji Entakyayê, ku ji pʼûtpʼaristîyê hatibû ser bawerîya cihûya.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

5 Ev yek li hemû koma bawermendan xweş hat û wan ev mirov bijartin: Steyfan ê ku mirovekî bi bawerî û bi Ruhê Pîroz tije bû û Filîpos, Prokoros, Nîkanor, Tîmon, Parmênas û Nîkolasê ji Entakyayê yê ku hatibû ser baweriya Cihûyan.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

5 Әва йәка һʼәму баԝәрмәнда хԝәш һат у әв мәрьвана бьжартьн: Стәйфан, мәрьвәки бь баԝәри у Рʼӧһʼе Пирозва тʼьжи, Филипо, Прокоро, Никанор, Тимон, Парменас у Николойе жь Әнтакйайе, кӧ жь пʼутпʼарьстийе һатьбу сәр баԝәрийа щьһуйа.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 تواوی اَونه گو وِدَره خِر بِبون کَیفا وان وه قِسه هات. اَوان استیفان گو مِرُوَگ پْر ژه ایمان و رِحا مُقدسا خدا بو، بِژارتِن. هَ وِسا ژی اَوان فیلیپُس، پْروخُروس، نیکانور، تیمون، پَرمیناس و نیکولائوس، گو خلقه شَهره اَنطاکیه بو و پِشتا بِبو یهودی بِژارتِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 6:5
24 Iomraidhean Croise  

Wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn beʼr û bejê li hev didin, ku yekî nebawer bînin ser rʼîya xwe. Gava meremê we dibe, hûn ewî ji xwe du cara zêdetir dikine pʼara ceʼnimê.


Ewêd ku ji dest wê zêrandina pey kuştina Steyfanrʼa bela-belayî bibûn, gihîştine hʼeta Fînîkyayê, Qubrisê û Entakyayê û tʼenê cihûyarʼa xeber dannasîn dikirin.


Lê nava wanda hinek ji merivêd Qubrisê û Kûrênê hebûn, ku gava çûn kʼetine Entakyayê, yûnanarʼa jî xeber didan, Mizgînîya Xudan Îsa didan.


Bona wan ev deng-beʼsa gihîşte civîna Orşelîmê, Barnabas şandine Entakyayê.


Barnabas merivekî qenc, Rʼuhʼê Pîroz û bawerîyêva tʼijî bû. Gelek cimeʼt ser bawermendêd Xudanda zêde bû.


ew dît anî Entakyayê. Ewana hevrʼa tʼemamîya salekê tʼevî civînê dicivîyan û gelek cimeʼt hîn dikirin. Pêşîyê Entakyayêda şagirt «mesîhî» hatine navkirinê.


Wan rʼoja ji Orşelîmê pʼêxember berjêrî Entakyayê bûn.


Civîna Entakyayêda çend pʼêxember û dersdar hebûn, Barnabas, Şimhʼûnê ku jêrʼa Nîgêr digotin, Lûkyoyê ji Kûrênê, Menayînê ku tʼevî Hêrodesê serwêr mezin bibû û Şawûl.


Hingê li şandîya, berpirsîyara û tʼemamîya civînê xweş hat, ku ji nava xweda çend meriva bibijêrin û tʼevî Pawlos û Barnabas bişînine Entakyayê. Ev bûn yêd ku hatine şandinê: Cihûdayê ku jêrʼa digotin Barsabo û Sîlas. Nava bawermendada evana eʼyan bûn.


Hʼemû bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bûn û destpêkirin zimanêd mayîn xeber dan, çawa ku Rʼuhʼê Pîroz ew didane xeberdanê.


Rʼoja din em ji wir rʼêkʼetin çûne Qeyserîyê mala Fîlîpoyê mizgîndar, ew yek ji wan her hʼeft kʼomekdarêd kʼifşkirî bû. Em li cem wî man.


Gava xûna Steyfanê şeʼdê Te dirʼijîya, ez xwexa jî wir hazir û rʼazî bûm, min nobedarî kʼincêd yêd ew kuştin dikir›.


Lê nikaribûn li ber wê serwaxtîyê û wî Rʼuhʼê ku pê xeber dida bisekinîyana.


Niha gelî bira, ji nava xweda hʼeft merivêd bi şeʼdetîya navê qenc bibijêrin, ku bi îzbatî Rʼuhʼê Pîroz û serwaxtîyêva tʼijî ne, wekî em wan daynine ser vî şixulî.


Steyfan, ew merivekî bi kʼerem û qewata Xwedêva tʼijî bû, nav cimeʼtêda kʼeremet û nîşanêd mezin dikirin.


Hingê serekkʼahîn Steyfanrʼa got: «Ev yek rʼast in?»


Usa jî hinek merivêd te jî hene ku pey hînkirina nîkoloyîya diçin.


Lê tiştekî rʼind li cem te heye, ku dijenî wan kirêd nîkoloyîya, çawa ku Ez jî dijenimê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan