Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 6:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Wan rʼojada gava şagirt zêde dibûn, cihûyêd ku yûnanî xeber didan hindava cihûyêd îbranîda bîna xwe teng dikirin, çimkî xurekê ku her rʼoj dihate belakirinê nedigihîşte jinebîyêd wan.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

1 Di wan rojan de, gava ku hejmara şagirtan zêde dibû, ew Cihûyên ku bi zimanê Yewnanî dipeyivîn ji Cihûyên Îbranî gazin kirin, çimkî di belavkirina xwarina rojane de baş li jinebiyên wan nedihat nêrîn.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

1 Ԝан рʼожада гава шагьрт зедә дьбун, щьһуйед кӧ йунани хәбәр дьдан һьндава щьһуйед ибранида бина хԝә тәнг дькьрьн, чьмки хӧрәке кӧ һәр рʼож дьһатә бәлакьрьне нәдьгьһиштә жьнәбийед ԝан.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 وان رُژادا گو هَژمارا شاگِردا زِدَ دِبون، اَو یهودیه گو اَزمانه وان یونانی بون ژه وان یهودیه گو اَزمانه وان عبرانی بون، گازِندَ گِرِن. چون راستا اَو رِسقه گو دِبی همو رُژه بُ بِوَژِنه وان هاتِبا دایین، دِقّت نَدِهاتَ گِرِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 6:1
38 Iomraidhean Croise  

Lê wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn derê Pʼadşatîya Eʼzmana li ber meriva dadidin. Ne hûn dikʼevinê û ne jî dihêlin ewêd ku dixwazin bikʼevinê.


Lê nava wanda hinek ji merivêd Qubrisê û Kûrênê hebûn, ku gava çûn kʼetine Entakyayê, yûnanarʼa jî xeber didan, Mizgînîya Xudan Îsa didan.


ew dît anî Entakyayê. Ewana hevrʼa tʼemamîya salekê tʼevî civînê dicivîyan û gelek cimeʼt hîn dikirin. Pêşîyê Entakyayêda şagirt «mesîhî» hatine navkirinê.


Hingê şagirtêd Entakyayê qirar kirin ku ji destê kʼêva çiqas tê alîkʼarîyê bona bawermendêd Cihûstanê bişînin.


Ewêd ku xeberêd wî qebûl kirin, pê avê hatine nixumandinê û wê rʼojê weke sê hʼezara li hev zêde bûn.


Hebûk û milkʼê xwe jî difirotin û belayî hʼemûyêd hʼewce dikirin.


şikirîya xwe Xwedê danîn û tʼemamîya cimeʼtê li wan xweş bû. Xudan jî rʼoj bi rʼoj hʼesabê xilazbûyîya zêde dikir.


ber pʼîyêd şandîya dadanîn û wana jî kʼêrʼa çi lazim bûya bela dikirin.


Lê gelekêd ku xeber dibihîstin bawer kirin, hʼesabê wan gihîşte pênc hʼezara.


Lê dîsa eʼlaleta jina û mêra hê-hê zêde dibûn, yêd ku bawerîya xwe Xudan danîn.)


û got: «Me hʼişk tʼemî li we nekir, ku bi Wî Navî hîn nekin? Lê va we Orşelîm bi hînkirina xweva tʼijî kirîye, hûn dixwazin cabdarîya xûna Wî Merivî bikine stûyê me».


Wî çaxî her donzdeha gazî kʼoma şagirta kir û gotin: «Ev yek ne rʼast e ku em dannasînîya xebera Xwedê bihêlin, xurek belakirinêva mijûl bin.


Û xebera Xwedê pêşda diçû, eʼlaleta şagirta Orşelîmêda gelekî zêde dibû û ji kʼahîna jî geleka bawerî qebûl dikirin.


Usa jî tʼevî cihûyêd ku bi yûnanî xeber didan bi xeberdanê dikʼete deʼwê, wana jî dikir ku ew bikuşta.


Petrûs jî rʼabû tʼevî wan hat. Gava gihîşte wir, ew birine oda jorin, hʼemû jinebîya dora wî girt û bi girî ew kʼinc û kirasêd ku saxîya xweda Xezalê bona wan dirûtibûn, nîşanî wî didan.


Ewî destê xwe da wê rʼakire pʼîya, paşê gazî cimeʼta Xwedê û jinebîya kir, ew sax ber wan da sekinandinê.


heger xizmetkʼarî ye, bira nava xizmetkʼarîyêda bin, heger hînkirin e, bira pey hînkirinê bin,


Û bîna xwe teng nekin, çawa ji wan hineka bîntengî kirin û bi destê milyakʼetê mirinê kʼoka wan hat.


Ewana îbranî ne? Ez jî. Îsraêlî ne? Ez jî. Ji rʼikʼinyata Birahîm in? Ez jî.


Rʼoja hʼeyşta sinet bûme, ji rʼikʼinyata Îsraêl im, ji qebîla Binyamîn, îbranî me û kurʼê îbranîya, alîyê Qanûnêda fêrisî,


Qedirê jinebîya bigire, yêd ku bi eʼdetî jinebî ne.


Bira navê wê deftʼera jinebîyada bê nivîsarê, kʼîjan ji şêst salî kêmtir nîne, carekê jî mêrkirî bûye,


Bira hûn tʼimê çawa xûşk-bira hevdu hʼiz bikin.


Li ber Bav Xwedêyê me xwedênasîya rʼast û bêqusûr ev e: Teʼlî-tengîyada dest bavêjine sêwîya û jinebîya û hʼevza xwe jî ji lekʼêd dinê bike.


Yan tʼexmîna we badîhewa nivîsar dibêje, ku Xwedê demana wî rʼuhʼê ber meda ye?


Bîna xwe ji hevdu teng nekin xûşk-birano, ku dîwana we nebe. Va ye hʼakim pişt dêrî sekinî ye.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan