Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 5:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Gava Hananîya ev xeber bihîstin, kʼet rʼuhʼê xwe da û tirseke mezin hʼemûyêd ku bihîstin girt.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

5 Gava ku Hananya ev peyv bihîstin, ket erdê û can da. Û tirseke mezin ket ser wan ên ku ev bihîstin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

5 Гава Һананийа әв хәбәр бьһистьн, кʼәт рʼӧһʼе хԝә да у тьрсәкә мәзьн һʼәмуйед кӧ бьһистьн гьрт.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 وقته حَنانیا اَو قِسَنَ بیهیستِن، کَتَ عَردی و نَفَسا خو یا دوماییگه کِشا! تِرسَگه عَظیم کَتَ ناو دله وان مِرُوه گو اَو دِشدَ بیهیستِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 5:5
26 Iomraidhean Croise  

Va destê Xudan niha wê ser te giran be, tê kor bî û demekê teʼvê nebînî». Û destxweda mij û dûman hate ser wî, virda-wêda dikʼet rʼêber dixwestin.


Xof û tirs dikʼete ser her kesî û bi destê şandîya gelek kʼeremet û nîşan dibûn.


Tʼu kesî ji yêd mayîn newêribû nêzîkî wan bûya, lê belê cimeʼtê jî qedirê wan digirt.


Hûn çawa dixwazin? Ez bi kʼulmê ser weda bêm, yan bi hʼizkirinê û berbihêrîyê?


Bona van yeka ez dûrva werʼa dinivîsim, ku nebe gava ez bêm, hindava weda hʼişkîyê bikim bi wî hʼukumê ku Xudan daye min, ya ku bona avakirinê ye, ne bona xirabkirinê.


Min berê gotîye û niha jî dibêjim, çawa cara duda nava weda hazir bûm, niha jî dîsa dûrva wanrʼa dinivîsim, yêd ku pêşda gune kirine û usa jî hʼemûyarʼa: Gava dîsa bêm, îdî ez nadime xatirê tʼu kesî,


De dîna xwe bidine wê berxwekʼetina li gora xwestina Xwedê ku çiqas kʼar da we: We çawa ceʼdand bi rʼûspîtî caba xwe da! Çi hêrs, çi xof, çi hʼizret, çi xîret, çi cezadayîna bona neheqîyê! We hʼemû alîyava xwe da kʼifşê, ku hûn van yekada ser nixta hʼelal in.


Wê sihʼetê eʼrd qayîm hʼejîya, ji dehe pʼara pʼareke bajêr hilşîya û wê eʼrdhʼejêda hʼeft hʼezar meriv mirin, yêd mayîn jî çʼeʼvtirsîyayî bûn, şikirî didane Xwedêyê eʼzmên.


Heger merivek ku bixwaze zirarê bide wan, agir ji devê wan derdikʼeve, dijminêd wan hʼûfî xwe dike. Û heger merivek bixwaze zirarê bide wan, gerekê ew xwexa usa bê kuştinê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan