Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 4:36 - Peymana Nû (Încîl)

36 Awa yekî lêwî ji Qubrisê, navê wî Ûsiv, ku şandîya jêrʼa digot Barnabas, ku tê feʼmkirinê: «Yê Dildayînê»,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

36 Bi navê Ûsiv yekî Lêwî ji Qibrisê hebû. Şandiyan jê re digot Barnabas, ku bê wergerandin: «Kurê handanê».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

36 Аԝа йәки леԝи жь Ԛӧбрьсе, наве ԝи Усьв, кӧ шандийа жерʼа дьгот Барнабас, кӧ те фәʼмкьрьне: «Йе Дьлдайине»,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

36 یوسف ژی گو ژه طایفا لاوی و خلقه قبرسه بو و رسولا گاز وی دِگِرِن برنابا گو آنی اَوه گو تشویق دِگَت،

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 4:36
24 Iomraidhean Croise  

Aqûbê Zebedî û Yûhʼennayê birê wî, (ewî navê Boanerces li wan kir, ku tê feʼmkirinê: «Kurʼêd Gurʼînîya Eʼzmên»)


Usa jî kirin, bi destê Barnabas û Şawûl berpirsîyarêd civînêrʼa şandin.


Barnabas û Şawûl gava qulixê xwe qedandin, ji Orşelîmê vegerʼîyan, Yûhʼennayê ku jêrʼa Marqos digotin jî tʼevî xwe anîn.


Civîna Entakyayêda çend pʼêxember û dersdar hebûn, Barnabas, Şimhʼûnê ku jêrʼa Nîgêr digotin, Lûkyoyê ji Kûrênê, Menayînê ku tʼevî Hêrodesê serwêr mezin bibû û Şawûl.


Pey xwendina Qanûn û nivîsarêd pʼêxemberarʼa serwêrêd kʼinîştê yek şandine cem wan û gotin: «Gelî bira, heger gotineke we heye ku dil bidine cimeʼtê, kʼerem kin bêjin».


Evana ku nava hʼebandina Xudanda bûn û rʼojî digirtin, Rʼuhʼê Pîroz wanrʼa got: «Barnabas û Şawûl Minrʼa bona wî şixulê ku Min gazî wan kirîye cude kin».


Awa evana ku ji Rʼuhʼê Pîroz hatine şandinê, berjêrî Sêlûkyayê bûn û ji wir bi gemîyê derbazî Qubrisê bûn.


Hingê tʼemamîya civatê dengê xwe birʼî û guhê xwe dane ser gotinêd Barnabas û Pawlos ku Xwedê bi destêd wan çiqas nîşan û kʼeremet nava necihûyada kiribûn.


Nava wan û Pawlos, Barnabasda gelek deʼw-doz pêşda hat, hingê bira qirar kir ku bona vê pirsê Pawlos û Barnabas, usa jî ji wan çend kes hevraz herʼine Orşelîmê, cem şandî û berpirsîyara.


Barnabas dixwest Yûhʼennayê ku jêrʼa Marqos digotin jî tʼevî xwe bibirana,


Hingê ya wan li hev negirt, ev bû meʼnî ji hev qetîyan. Barnabas Marqos hilda bi gemîyê çû Qubrisê,


Tʼevî me çend şagirtêd Qeyserîyê jî hatin, em birine mala şagirtekî zûva, ku navê wî Minaso bû, ji Qubrisê, wekî em li wir bimînin,


Gava Qubrisê xuya kir, me ew milê çʼepêva hişt. Em berbi qeza Sûryayê çûn gihîştine bajarê Sûrê, çimkî barê gemîyê wir gerekê bihata valakirinê.


Ji wir rʼêkʼetin, dest bayê pêşîya me, em teʼldê Qubrisêrʼa derbaz bûn.


Hingê Barnabas ew hilda bire cem şandîya û wanrʼa gilî kir, ku ewî rʼêda çawa Xudan dîtîye û tʼevî wî xeber daye, Şamêda jî çawa mêrkʼîmî navê Îsa dannasîn kirîye.


Lê belê yê ku pʼêxembertîyê dike, ew mêrivrʼa xeber dide, bawerîya wan ava dike, dil dide ber wan û ber dilê wanda tê.


Yan gerekê ez û Barnabas tʼenê bixebitin serê xwe xwey kin?


Paşê çardeh sala şûnda tʼevî Barnabas dîsa rʼabûme Orşelîmê, Tîto jî min tʼevî xwe bir.


Û cihûyêd bawermende mayîn jî tʼevî wî durʼûtî kirin, hʼeta ku Barnabas jî xalifî, kʼete nava wê durʼûtîya wan.


Gava Aqûb, Petrûs û Yûhʼennayê ku «Stûn» dihatine hʼesabê, bona wê kʼerema ku minrʼa hatibû dayînê pê hʼesîyan, destêd xweye rʼastê çawa nîşana tʼifaqîyê dane min û Barnabas. Ew qayl bûn, ku em herʼine nava necihûya û ew jî herʼine nava cihûya.


Erîstarxoyê hevalê minî kelêda li we silav dike, usa jî Marqosê pismamê Barnabas. (Bona wî we tʼemî standîye. Gava bê cem we, wî qebûl kin.)


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan