Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 4:30 - Peymana Nû (Încîl)

30 destê Xwe dirêj ke, wekî bi navê berdestîyê Te Îsayê pîroz ji nexweşîya qenc bin, nîşan û kʼeremet biqewimin».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

30 Destê xwe dirêj bike, da ku bi navê xizmetkarê te yê pîroz Îsa, nexweş qenc bibin û nîşan û karên mezin çêbin.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

30 дәсте Хԝә дьреж кә, ԝәки бь наве бәрдәстийе Тә Исайе пироз жь нәхԝәшийа ԛәнщ бьн, нишан у кʼәрәмәт бьԛәԝьмьн».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

30 و دَسته خو بُ شفا دایینه دِرِژ گَ و بِ ناوه عیسی خِذمَتکاره خو یه مُقدس، نیشانا و مُعجِزا بینَ جی.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 4:30
19 Iomraidhean Croise  

Îsa wîrʼa got: «Hʼeta ku hûn nîşan û kʼeremeta nebînin, hûn tʼu car bawer nakin».


Gelî îsraêlîya, van xebera bibihên! Îsayê Nisretê, merivekî ku ji alîyê Xwedêda kʼifşkirî bû, Xwedê pê Wî nava weda nîşan, kʼeremet û kirêd qewat kirin, çawa ku hûn xwexa jî zanin.


Xof û tirs dikʼete ser her kesî û bi destê şandîya gelek kʼeremet û nîşan dibûn.


Xwedêyê Birahîm, Îshaq, Aqûb û Xwedêyê kal-bavêd me, Berdestîyê Xwe Îsa rʼûmet kir. We nemamîya Wî kir û ber Pîlato tʼexsîr kir, gava ewî qirar kiribû ku Wî berʼde.


Û qewata navê Wî eva meriva qenc kir, kʼîjanî ku hûn dibînin û nas dikin. Belê wê bawerîya bi navê Wî eva ber çʼeʼvê we hʼemûya sax-silamet kir.


Hingê Petrûs gotê: «Zêrʼ û zîvê min tʼune, lê çî min heye ezê Wî bidime te. Bi navê Îsa Mesîhê Nisretê rʼabe bigerʼe».


bira we û tʼemamîya miletê Îsraêlêva eʼyan be, ku eva bi saya navê Îsa Mesîhê Nisretê li ber we qencbûyî sekinî ye, Ewê ku we xaç kir û Xwedê ji mirinê rʼakir.


Belê rʼast vî bajarîda ser berdestîyê Te Îsayê pîroz, Yê ku Te bi rʼûnkirinê kʼifş kir, Hêrodes û Pîlatoyê Pontîyo tʼevî necihûya û miletê Îsraêlê civîyan,


Bi destê şandîya gelek nîşan û kʼeremet nav cimeʼtêda dibûn. (Hʼemû bawermend hevrʼa hêwangeha Silêmanda dicivîyan.


Steyfan, ew merivekî bi kʼerem û qewata Xwedêva tʼijî bû, nav cimeʼtêda kʼeremet û nîşanêd mezin dikirin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan