Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 4:21 - Peymana Nû (Încîl)

21 Wana dîsa gef li wan xwar û berʼdan. Ber cimeʼtê meʼnîk ser wan nedîtin ku ceza bidana wan, çimkî hʼemûya jî bona ew tiştê qewimî şikirî didane Xwedê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

21 Piştî ku dîsa gef li wan xwarin ew berdan. Ji ber xelkê tu rê nedîtin ku wan ceza bikin, çimkî hemûyan ji bo tiştê bûyî pesnê Xwedê dida.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

21 Ԝана диса гәф ль ԝан хԝар у бәрʼдан. Бәр щьмәʼте мәʼник сәр ԝан нәдитьн кӧ щәза бьдана ԝан, чьмки һʼәмуйа жи бона әԝ тьште ԛәԝьми шькьри дьданә Хԝәде.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

21 اَندامه شورایه پاشه هِنده گو پِطرُس و یوحنا مِجِد تهدید گِرِن، اَو بَردان، چون گو چه ره پَیدا نَگِرِن گو جَزایه بِدَنَ وان، چون گو خلقه همویا بَر خاطره اَو دِشدا قَوِمی حمد و ثنایا خدا دِگُتن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 4:21
18 Iomraidhean Croise  

Gava eʼlaletê dît ku lala xeber dan, şilûşeʼt qenc bûn, seqet gerʼîyan û çʼeʼvê kora vebûn, zendegirtî man û pesinê navê Xwedêyê Îsraêlê dan.


Kirin ku Wî bigirin, lê ji eʼlaletê tirsîyan, çimkî Ew weke pʼêxemberekî qebûl dikirin.


Lê wana digot: «Bira ev yek cejinêda nîbe, wekî cimeʼt rʼanebe ser niga».


Gava Ewî cin derxist, yê lal xeber da. Eʼlalet eʼcêbmayî ma û got: «Li Îsraêlê jî tiştekî aha tʼu car neqewimîye».


Gava eʼlaletê ev yek dît, xofê ew girtin û şikirî dane Xwedê, ku ev hʼukum daye meriva.


Û gava ev yek got, hʼemûyêd ku miqabilî Wî bûn şermî man. Û tʼemamîya eʼlaletê bona wan kʼeremetêd Wîye rʼûmetî ku Wî dikirin şa dibû.


Serekêd kʼahîna û qanûnzana wê demê kirin ku Wî bigirin, çimkî feʼm kirin, ku Ewî ev mesele anî ser wan, lê ji cimeʼtê tirsîyan.


Lê heger em bêjin: ‹Ji meriva bû›, tʼemamîya cimeʼtê wê me bide ber kevira, çimkî ew eʼseyî bawer dikin, ku Yûhʼenna pʼêxember bû».


Serekêd kʼahîna û qanûnzana mecalekê digerʼîyan ku Wî bikujin, çimkî ji cimeʼtê ditirsîyan.


Hʼemû hʼeyr-hʼujmekʼar man û şikirî didane Xwedê, bi xofa mezin digotin: «Îro me tiştêd nebûyî dîtin».


Lê wekî nava cimeʼtêda hê bela nebe, em gefê li wan bixwin, ku tʼu car bi Wî Navî kesîrʼa xeber nedin».


Eʼmirê wî merivê ku ev kʼeremeta qencbûnê jêrʼa bû çil salî jortir bû.


Tʼu kesî ji yêd mayîn newêribû nêzîkî wan bûya, lê belê cimeʼtê jî qedirê wan digirt.


Wî çaxî serwêrê nobedara berdestîyava tʼevayî çûn ew anîn, lê ne bi zorbetîyê, çimkî ji cimeʼtê ditirsîyan, ku wan nedine ber kevira.


gazî şandîya kirin, ew dane ber qamçîya, eʼmirî ser wan kirin, ku îdî bi navê Îsa xeber nedin û berʼdan.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan