Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 3:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Xwedêyê Birahîm, Îshaq, Aqûb û Xwedêyê kal-bavêd me, Berdestîyê Xwe Îsa rʼûmet kir. We nemamîya Wî kir û ber Pîlato tʼexsîr kir, gava ewî qirar kiribû ku Wî berʼde.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

13 ‹Xwedayê Birahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb, Xwedayê bav û kalên me›, Xizmetkarê xwe Îsa bi rûmet kir. We ew da dest û li ber Pîlatos înkar kir, bi ser ku wî biryar dabû ku Îsa berde.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

13 Хԝәдейе Бьраһим, Исһаԛ, Аԛуб у Хԝәдейе кал-бавед мә, Бәрдәстийе Хԝә Иса рʼумәт кьр. Ԝә нәмамийа Ԝи кьр у бәр Пилато тʼәхсир кьр, гава әԝи ԛьрар кьрьбу кӧ Ԝи бәрʼдә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 خدایه ابراهیم، خدایه اسحاق و خدایه یعقوب، خدایه باوانه مَ، شُکوه و جلال دا خِذمَتکاره خو عیسی، هَمَن اَو عیسی گو وَ اَو تسلیم گِر و وَ اَو حُضورا پیلاتُس دا حاشا گِر، بِ وه حالی گو پیلاتُس تصمیم گِرته بو اَوی آزاد گَت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 3:13
46 Iomraidhean Croise  

Her tişt ji Bavê Min Minrʼa hatîye dayînê. Kesek Kurʼ nas nake pêştirî Bavê û kesek Bavê nas nake pêştirî Kurʼ û kʼîjanarʼa ku Kurʼ bixwaze wanva Bavê bide naskirinê.


û Wî bidine destê necihûya, wekî qerfê xwe li Wî bikin, bidin ber qamçîya û xaç kin. Lê rʼoja sisîya Ewê ji mirinê rʼabe».


‹Ez Xwedêyê Birahîm, Xwedêyê Îshaq û Xwedêyê Aqûb im›. Xwedê ne Xwedêyê mirîya ye, lê Xwedêyê zêndîya ye».


Ew girêdan, birin dane destê Pîlatoyê welî.


Îsa nêzîkî wan bû, wanrʼa xeber da û got: «Hʼemû hʼukumê eʼrd û eʼzmên Minrʼa hate dayînê.


Lê serekêd kʼahîna hê nav eʼlaletê dan, ku bixwazin wekî Barabas bona wan bê berʼdanê.


Lê Petrûs înkʼar kir û gotê: «Ez Wî nas nakim, eʼvdê!»


Pîlato serekêd kʼahîna û eʼlaletêrʼa got: «Ez tʼu neheqîyê Vî merivîda nabînim».


Loma nekin û lomeyê li we nebin, neheqîyê nekin, neheqî wê li we nebe, bibaxşînin werʼa wê bê baxşandinê.


Şagirtêd Wî pêşîyê eva yeka feʼm nekirin, lê gava Îsa kʼete rʼûmeta Xwe, hingê hate bîra wan, ku ev yek bona Wî hatibû nivîsarê û bona Wî eva yeka kirin.


Hingê wan hê kire qîrʼîn, gotin: «Ne ku Vî merivî, lê Barabas berʼde!» Barabas jî qaçaxek bû.


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Heger ji jor terʼa nehata dayînê, tʼu hʼukumê te wê li ser Min tʼunebûya. Lema gunê wî, yê ku Ez dame destê te hê mezin e».


Pey wê yekêrʼa Pîlato dikir ku Îsa berʼda, lê cihûya kire qîrʼîn û gotin: «Heger tu Vî merivî berʼdî, tu ne dostê Qeyser î! Her kesê ku xwe pʼadşa hʼesab dike, ew neyarê Qeyser e!»


Lê wana kire qîrʼîn: «Wî bibe, Wî bibe! Wî xaç ke!» Pîlato wanrʼa got: «Pʼadşê we xaç kim?» Serekêd kʼahîna lê vegerʼandin: «Pêştirî Qeyser pʼadşakî din bona me tʼune!»


Îsa ev gotin bona wî Rʼuhʼê Pîroz got, kʼîjan ku bawermendêd Wî wê bistandana. Rʼuhʼê Pîroz hê nehatibû dayînê, çimkî Îsa hê nehatibû rʼûmetkirinê.


Ewî minrʼa got: ‹Xwedêyê kal-bavêd me tu kʼifş kirî ku eʼmirê Wî bizanibî û Yê Rʼast bibînî, xebera devê Wî bibihêyî,


Lê ezê aşkere terʼa bêjim, wekî li gora wê Rʼîya ku ewana jêrʼa kʼomela şihʼitî dibêjin, ez hema usa Xwedêyê kal-bavêd xwe dihʼebînim. Û çi ku Qanûn û nivîsarêd pʼêxemberada jî nivîsar e, bawer dikim.


Petrûs ku ev yek dît, cimeʼtêrʼa got: «Gelî îsraêlîya! Hûn çima bona vê yekê eʼcêbmayî mane? Çima tiherekî li me dinihêrʼin? Tê bêjî qey me bi qewat yan xwedêpʼaristîya xwe ew da gerʼê?


Xwedê Berdestîyê Xwe Îsa miletrʼa derxist û pêşîyê şande cem we, ku dua we bike û bi vî awayî we her kesî ji xirabîyêd we vegerʼîne».


Belê rʼast vî bajarîda ser berdestîyê Te Îsayê pîroz, Yê ku Te bi rʼûnkirinê kʼifş kir, Hêrodes û Pîlatoyê Pontîyo tʼevî necihûya û miletê Îsraêlê civîyan,


destê Xwe dirêj ke, wekî bi navê berdestîyê Te Îsayê pîroz ji nexweşîya qenc bin, nîşan û kʼeremet biqewimin».


‹Ez Xwedêyê kal-bavêd te, Xwedêyê Birahîm, Îshaq û Aqûb im›. Mûsa dilerizî û newêribû binihêrʼîya.


Kal-bav jî ji wan in û Mesîh jî alîyê xûn û goştda ji nav wan hat, ku ser hʼemûyarʼa Xwedêyê hʼeta-hʼetayêyî hêjayî şikirîyê ye. Amîn.


Lê em niha Îsa bi rʼûmet û hurmet kʼofî li sêrî dibînin, Yê ku hinek wext bona cefê mirinê ji milyakʼeta hatibû nimizkirinê, wekî bi kʼerema Xwedê bona hʼemûya mirin bidîta.


Ez Yê sax im. Ez Yê mirî bûm, lê va ye ez sax im hʼeta-hʼetayê. Û Ez im xweyê kʼilîtêd Mirinê û Dîyarê Mirîya.


usa jî ji Îsa Mesîhê şeʼdê amin, Nixurîyê ji nava mirîya û serwêrê pʼadşêd eʼrdê. De bira rʼûmet û qudret Wîrʼa be hʼeta-hʼetayê, Yê ku me hʼiz dike û em pê xûna Xwe ji gunêd me aza kirin û em kirin kʼahînêd pʼadşatîyê, wekî Bavê Wî Xwedêrʼa em xizmetkʼarîyê bikin. Amîn!


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan