Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 26:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 xût bona wî sozê ku her donzdeh eʼşîrêd me bi dil û can, şev û rʼoj Xwedê hʼebandine, wekî bigihîjine ewê yekê. Belê bona vê gumanê ye, ku cihû şikîyatê min dikin, pʼadşayî xweş be.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

7 Bi wê hêviya ku bigihîjin wê sozê, diwanzdeh eşîrên me bi şev û bi roj ji dil û can diperizin. Ji ber vê hêviyê, ya padîşah, ez ji aliyê Cihûyan ve têm sûcdarkirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

7 хут бона ԝи созе кӧ һәр донздәһ әʼширед мә бь дьл у щан, шәв у рʼож Хԝәде һʼәбандьнә, ԝәки бьгьһижьнә әԝе йәке. Бәле бона ве гӧмане йә, кӧ щьһу шькийате мьн дькьн, пʼадшайи хԝәш бә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 هَمَن وَعدَ گو دانزدَه طایفه مَ بِ اُمیدا گو بُ وان بِتَ جی، مِجِد شَو و رُژ پَرستِشا خدا دِگَن. اَی پاشا، یهودیا بَر خاطره وه اُمیده اَز تقصیرکار زانیمَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 26:7
19 Iomraidhean Croise  

Îsa gote wan: «Ez rʼast werʼa dibêjim, gava Kurʼê Mêriv Dinya Nûda li ser tʼextê Xweyî rʼûmet rʼûnê, hûnêd ku li pey Min tên, ser donzdeh kʼursîya rʼûnên û dîwana donzdeh qebîlêd Îsraêlê bikin.


Hingê merivek Orşelîmêda hebû, navê wî Şimhʼûn bû. Ew merivekî rʼast, xwedêxof û li hîvîya berdilîya Îsraêlê bû. Rʼuhʼê Pîroz jî li ser wî bû


wekî hûn Pʼadşatîya Minda ji sifra Min bixwin û vexwin û ser kʼursîya rʼûnên, dîwana donzdeh qebîlêd Îsraêlê bikin.


Bona vê yekê hʼişyar bimînin û bîr nekin, ku min hûn her kes, sê sala şev û rʼoj bê rʼihʼetî bi hêsira şîret kirine.


Ez Xwedêda jî guman im, çawa ku ew jî wê gumanê ne, ku hʼemû heq û neheqê ji mirinê rʼabin.


«Egrîpa pʼadşa, bona hʼemû şikîyatêd ku cihû li min dikin, ez îro xwe bextewar hʼesab dikim ku ber te sekinî me caba xwe didim,


îlahî vê pirsêda ku tu haş ji hʼemû eʼdet û pirsêd cihûya heyî. Bona vê yekê ez ji te hîvî dikim, bi sebir guhdarîya min bikî.


Lema jî min hîvî kir, ku we bibînim û tʼevî we xeber dim. Belê ez bona gumana Îsraêlê van qeyd-zincîrada me».


ku bi awayîkî bikaribim bigihîjime rʼabûna mirîya.


Em şev û rʼoj bi dil û can rʼeca dikin, ku rʼûyê we bibînin û kêmasîya bawerîya we tʼijî kin.


Jinebîya eʼdetî ew e, ya ku tʼenê maye û gumana xwe danîye ser Xwedê, şev û rʼojêd xwe bi dua û rʼeca derbaz dike.


Ji Aqûbê xulamê Xwedê û Xudan Îsa Mesîh: Silav li we her donzdeh eʼşîrêd dinyayêda belabûyî be.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan