Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 26:22 - Peymana Nû (Încîl)

22 Lê min ji Xwedê kʼomek stand û hʼeta îro ez mame, şeʼdetîyê didime biçʼûk û mezina. Tiştekî zêde jî ji wan tiştêd ku pʼêxembera û Mûsa gotibûn wê bibin, min negotîye:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

22 Lê min alîkarî ji Xwedê stand û ez heta îro mam û ji biçûk û mezinan re şahidiyê didim. Ez ji tiştên ku pêxemberan û Mûsa gotine ku wê çêbin pê ve, tiştekî din nabêjim:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

22 Ле мьн жь Хԝәде кʼомәк станд у һʼәта иро әз мамә, шәʼдәтийе дьдьмә бьчʼук у мәзьна. Тьштәки зедә жи жь ԝан тьштед кӧ пʼехәмбәра у Муса готьбун ԝе бьбьн, мьн нәготийә:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

22 حَتا ایرو، خدا آریکاریا مِن گِریَ و اَز اِرَ راوَستامَ و بُ گوشگَ و مَزِنا شَهادَته دِدَم. اَو دِشدا اَز دِبِژِم چه دِشد نینَ خِنجی وه دِشدا گو پِیغَمبَرا و موسی پِیغَمبَر گُتِنَ گو دِبی بِقَومیت:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 26:22
42 Iomraidhean Croise  

Rʼast Kurʼê Mêriv wê usa herʼe çawa ku bona Wî hatîye nivîsarê, lê wey li wî merivê ku nemamîya Kurʼê Mêriv bike! Wîrʼa hê qenc bû ku ew qet dinê nekʼeta».


çimkî pênc birayêd min jî hene, bira herʼe tʼemîyê bide wan, wekî ew jî neyêne vî cîyê cefa›.


Û Wî destpêkir ji Mûsa û hʼemû pʼêxembera, çi ku wan kʼitêbada bona Wî nivîsar bûn, wanarʼa şirovekirin.


û wanarʼa got: «Ev bûn ew gotinêd ku gava Ez tʼevî we bûm, Min werʼa gotibûn: ‹Gerekê her tiştêd ku bona Min Qanûna Mûsa, nivîsarêd pʼêxembera û Zebûrada nivîsar bûn bihatana sêrî›».


Û wanrʼa got: «Awa nivîsar e, ku Mesîh gerekê cefa bikʼişîne û rʼoja sisîya ji mirinê rʼabe


Çimkî Qanûn bi destê Mûsa hate dayînê, kʼerem û rʼastî bi destê Îsa Mesîh.


Fîlîpo çû Natanyêl dît û jêrʼa got: «Me Ew dît, bona kʼîjanî Mûsa Qanûnêda û pʼêxembera jî nivîsarêd xweda salixê Wî dabûn, Îsayê Kurʼê Ûsivê ji Nisretê».


Hûn nivîsarada kʼûr dibin, çimkî hûn dibêjin, jîyîna weye hʼeta-hʼetayê wanda ye û hema ew xwexa şeʼdetîya Min didin.


Heger we Mûsa bawer bikira, weyê Ez jî bawer bikirama, çimkî ewî derheqa Minda nivîsîye.


Hʼemû pʼêxember şeʼdetîya Wî didin, ku hʼemûyêd bawerîya xwe Wî bînin, wê bi saya navê Wî baxşandina guna bistînin».


Gava her tiştêd ku bona Wî nivîsar bûn anîne sêrî, ji dar anîne xwarê kirine tʼirbê.


Lê ezê aşkere terʼa bêjim, wekî li gora wê Rʼîya ku ewana jêrʼa kʼomela şihʼitî dibêjin, ez hema usa Xwedêyê kal-bavêd xwe dihʼebînim. Û çi ku Qanûn û nivîsarêd pʼêxemberada jî nivîsar e, bawer dikim.


Ezê te ji destê cimeʼta Îsraêlê û necihûya xilaz kim. Va Ez te dişînime nava wan,


Û niha jî bona gumana wî sozê ku Xwedê daye kal-bavêd me dîwana min tê kirinê,


Awa rʼojek kʼifşkirin û wê rʼojêda gelek hatine wî cîyê ku Pawlos têda dima. Ewî sibê hʼeta êvarê wanarʼa bona Pʼadşatîya Xwedê şirovedikir û bi meʼrîfetî dannasîn dikir, derheqa Îsada jî bi Qanûna Mûsa û nivîsarêd pʼêxembera ew didane bawerkirinê.


Lê niha bêyî Qanûnê, rʼasthʼesabkirina Xwedê xuya bûye, bona kʼîjanê Qanûn û pʼêxember jî şeʼdetîyê didin.


Min ev yeka ser her tiştîrʼa, çawa stand, usa jî da we, ku Mesîh bona gunêd me mir, li gora nivîsara


û hate definkirinê, rʼoja sisîya Ew Xwedêda ji mirinê rʼabû li gora nivîsara,


zêrandin û cefayêd min. Tu zanî li Entakyayê, Qonyayê, Lîstrayê çi hatine serê min: Min çi zêrandin kʼişandin! Lê Xudan ez ji hʼemûya xilaz kirim.


Pʼûtpʼarist qilqilîn, lê xezeba Te hat. Wext pêrʼa gihîştîye, ku dîwana mirîya bikî, xelata bidî xulamêd Xwe, pʼêxembera û cimeʼta Xwe usa jî yêd ku ji Te ditirsin, ji biçʼûka hʼeta mezina. Wext hat, ku qirʼa wan bînî, yêd ku dinê xirab dikin».


û stirana Mûsayê xulamê Xwedê û stirana Berx distiran: «Kirêd Te mezin û eʼcêb in Xudan Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê! Rʼîyêd Te rʼast û ser heqîyê ne, ya Pʼadşayê mileta.


Wê hingê min mirîyêd biçʼûk û mezin dîtin ku li ber tʼext sekinî bûn. Kʼitêb vebûn û kʼitêbeke din jî vebû, awa gotî kʼitêba jîyînê. Dîwana mirîya anegorî wan kirêd wane kʼitêbada nivîsar hate kirinê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan