Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 22:30 - Peymana Nû (Încîl)

30 Sibetira din serhʼezar xwest rʼast bizanibe kʼa cihû çima şikîyatê Pawlos dikin. Ew berʼda û eʼmir kir, ku serekêd kʼahîna civîna giregirava bê. Hingê Pawlos anî li ber wan da sekinandinê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

30 Dotira rojê wî xwest ku rast hîn bibe ka çima Pawlos ji aliyê Cihûyan ve tê sûcdarkirin. Wî zincîrên Pawlos vekirin û li serekên kahînan û li hemû civîna giregiran emir kir ku bicivin. Wî Pawlos anî xwarê û li ber wan da rawestandin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

30 Сьбәтьра дьн сәрһʼәзар хԝәст рʼаст бьзаньбә кʼа щьһу чьма шькийате Паԝлос дькьн. Әԝ бәрʼда у әʼмьр кьр, кӧ сәрәкед кʼаһина щьвина гьрәгьрава бе. Һьнге Паԝлос ани ль бәр ԝан да сәкьнандьне.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

30 رُژا دی، اَمیره گُردانه گو هَز دِگِر بِزانیت یهودیا هَراستی سَر خاطره چه پولس تقصیرکار زانینَ، اَو وَگِر و دَستور دا گو سَرُکِت کاهینا و تواوی اَندامه شورایه خِر بِن. ایجا، اَوی پولس ژُردا اینا و اَو بِرَ حُضورا وان.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 22:30
13 Iomraidhean Croise  

Lê hʼevza xwe ji meriva bikin, ewê we bibine ber dîwana û kʼinîştêd xweda we bidine ber qamçîya.


Ew girêdan, birin dane destê Pîlatoyê welî.


Lê Ez werʼa dibêjim, kʼî ser birê xwe hêrs kʼeve, wê bibe deyndarê dîwanê û kʼî bêje birê xwe: ‹Bê aqil›, ewê bibe deyndarê dîwana civîna giregira û kʼî ku bêje: ‹Axmax›, wê bibe deyndarê agirê dojê.


Gava hate cem me, qayîşa pişta Pawlos hilda, dest û pʼîyêd xwe girêda û got: «Rʼuhʼê Pîroz aha dibêje: ‹Ew merivê xweyê vê qayîşê cihûyê Orşelîmêda aha wî girêdin û bidine destê necihûya›».


Wî çaxî serhʼezar hate nêzîk, ew girt, eʼmir kir ku bi du zincîra wî girêdin. Hingê pirsî: «Ev kʼî ye û çi kirîye?»


çawa serekkʼahîn û tʼemamîya civîna rʼûspîya jî şeʼdê min in. Min ser birayêd cihûtîyêdaye Şamê neʼme ji wan hildabûn diçûm wekî yêd wir jî girêdayî bînime Orşelîmê ku bidine cezayê.


Pawlos dîna xwe da civîna giregira û got: «Gelî bira! Min bi îsafa rʼihʼet li ber Xwedê eʼmirê xwe hʼeta îro derbaz kirîye».


Awa hûn tʼevî civîna giregira bêjine serhʼezar ku ewî sibê bîne cem we, yançîye hûn dixwazin derheqa wîda her tiştî hê rʼast pê bihʼesin, emê jî hê berî hatina wî hazir bin ku wî bikujin».


Ewî got: «Cihûya qirar kirîye ku hîvî ji te bikin, wekî sibê Pawlos bibî civîna giregira, yançîye dixwazin derheqa wîda her tiştî hê rʼast bizanibin.


Min xwest ku bizanibim kʼa bona çi şikîyatê wî dikin, min ew bire ber civîna giregirêd wan


Hingê Pawlos pê hʼesîya ku alîkî sadûqî ne, alîkî jî fêrisî, wê civînêda kire gazî û got: «Gelî bira! Ez fêrisî me, kurʼê fêrisîya! Bona gumana rʼabûna mirîya dîwana min dikin».


Pawlos got: «Ez hîvî ji Xwedê dikim, zû-dereng ne ku tʼenê tu, lê hʼemûyêd ku îro guhdarîya min dikin, usa bin çawa ez im, pêştirî van qeyda».


Wana jî guhdarî kir, sibehê zû kʼetine pʼaristgehê, destpêkirin hîn kirin. Hingê serekkʼahîn kʼoma xweva hat, tʼevî tʼemamîya kʼoma rʼûspîyêd Îsraêlê, civîna giregira civand û şandine kelê ku şandîya bînin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan