Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 22:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 «Gelî bav û bira! Niha guhdarîya min bikin, ku ez caba xwe bidim».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

1 «Bav û birano, niha guhê xwe bidin parastina ku ez li ber we dikim.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

1 «Гәли бав у бьра! Ньһа гӧһдарийа мьн бькьн, кӧ әз щаба хԝә бьдьм».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 «گَلی بِرایا و گَلی باوان، نَهَ گوهه خو بِدَنَ وه دفاعا گو اَزه ژه خو حُضورا وَدا بِگَم.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 22:1
21 Iomraidhean Croise  

Û gava we bibine kʼinîşta yan ber hʼakim yan serwêrêd hʼukumetê, hûn xem nekin ku hûnê çawa caba xwe bidin yan çi bêjin.


Û awa vê yekê bikine bîra xwe, ku pêşda xem nekin hûnê çi caba xwe bidin.


Gelî bira, zarʼêd xûn-qinêta Birahîm û necihûyêd nava wedaye ku ji Xwedê ditirsin, merʼa ev xebera ku pê xilaz dibin hate şandinê.


Hineka ji eʼlaletê Skender pêşda birin, çimkî cihûya ew pêşda deʼf dan. Skender destê xwe bilind kir, xwest caba xwe bide.


Pawlos dîna xwe da civîna giregira û got: «Gelî bira! Min bi îsafa rʼihʼet li ber Xwedê eʼmirê xwe hʼeta îro derbaz kirîye».


Hingê Pawlos pê hʼesîya ku alîkî sadûqî ne, alîkî jî fêrisî, wê civînêda kire gazî û got: «Gelî bira! Ez fêrisî me, kurʼê fêrisîya! Bona gumana rʼabûna mirîya dîwana min dikin».


Gava welî pê serîya kir ku ew xeber de, Pawlos lê vegerʼand û gotê: «Ez zanim ku gelek sal in tu hʼakimê vî miletî yî, ezê jî bi rʼezedilî bona xwe caba xwe bidim.


Min li wan vegerʼand û got, wekî ne eʼdetê rʼomayîya ye ku merivekî bêxeda bidine der, hʼeta mecalê nedine yê gunekʼar, ku li ber şikîyatkirêd xwe bisekine û rʼû bi rʼû ber wan caba xwe bide.


Pawlos caba xwe da û got: «Min hindava Qanûna cihûya yan pʼaristgehê yan jî Qeyserda tʼu neheqî nekirîye».


Gava Pawlos aha caba xwe da, Fêsto bi dengê bilind got: «Tu xwe unda dikî, Pawlos! Pʼirʼxwendina te te unda dike».


Sê rʼoja şûnda Pawlos gazî giregirêd cihûya kir, gava ew hatin, wanrʼa got: «Gelî bira! Min tiştekî miqabilî cimeʼtê yan kal û bava nekirîye, lê Orşelîmêda ez girtim dame destê rʼomayîya.


Ewî got: «Gelî bav û bira, bibihên! Gava bavê me Birahîm hê Mesopotamyayêda dima, ku hê neçûbû bajarê Hʼaranê, Xwedêyê rʼûmetê wîva xuya bû


Çimkî evana didine kʼifşê, ku xwestina Qanûnê dilê wanda nivîsar e. Îsafa wan jî şeʼdetîya vê yekê dide û fikirêd wan carna li wan neheq dikin, carna bêsûc dikin.


Caba min bona yêd ku dikin ji min gilîya bikʼişînin ev e:


Dibe ku hûn tʼemamîya vî wextîda difikirin, ku em dixwazin xwe li ber we rʼûspî kin? Na! Lê li ber Xwedê em yektîya Mesîhda xeber didin û her tiştî delalno, bona kʼara we dibêjin.


De dîna xwe bidine wê berxwekʼetina li gora xwestina Xwedê ku çiqas kʼar da we: We çawa ceʼdand bi rʼûspîtî caba xwe da! Çi hêrs, çi xof, çi hʼizret, çi xîret, çi cezadayîna bona neheqîyê! We hʼemû alîyava xwe da kʼifşê, ku hûn van yekada ser nixta hʼelal in.


Lê yêd mayîn bona hevrʼikʼîyê Mesîh dannasîn dikin, ne bi dilê rʼast. Ew difikirin, ku tengasîyê ser qeydêd minda zêde kin.


Hûn dilê minda ne û heq e jî ku ez bona we hʼemûya aha bifikirim. Çimkî hûn hʼemû jî tʼevî wê kʼeremê bûne, ya ku ji Xwedêda minrʼa hatîye dayînê, çawa ez niha qeydada me, usa jî bona Mizgînîyê sekinî bûm û min ew dida makkirinê.


Cara pêşin, gava ez li ber dîwanê sekinîm, kesekî pişta min negirt, hʼemûya ez hiştim çûn. Bira ev yek wanrʼa gune neyê hʼesabê!


Lê belê Mesîh çawa Xudanê pîroz dilê xweda bilind bigirin. Her gav hazir bin, caba wan hʼemûya bidin, yêd ku bona wê gumana nava weda dipirsin. Lê wê yekê bi xof û milûktîyê bikin,


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan