Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 21:40 - Peymana Nû (Încîl)

40 Gava ewî îzin da, Pawlos ser pʼêpelînga sekinî, destê xwe bilind kir, cimeʼtê ku dengê xwe birʼî, ewî bi zimanê îbranî xeber da û got:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

40 Çaxê wî destûr dayê, Pawlos li ser derenceyan rawesta û destê xwe hilda, da ku xelk bêdeng bibe. Gava ku bêpêjiniyeke mezin çêbû, ew bi zimanê Îbranî peyivî û got:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

40 Гава әԝи изьн да, Паԝлос сәр пʼепәлинга сәкьни, дәсте хԝә бьльнд кьр, щьмәʼте кӧ дәнге хԝә бьрʼи, әԝи бь зьмане ибрани хәбәр да у гот:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

40 وقته گو اَمیره گُردانه ایجازَ دا، پولس راوَستا سَر پِلَکانا و بِ دَسته خو بُ خلقه ایشارَ گِر گو به دَنگ بِن. وقته همو هِش بون، گَل واندا بِ اَزمانه عبرانی قِسَ گِر و گُت:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 21:40
16 Iomraidhean Croise  

Û fêza serê Wî jî nivîsar bû, ku: «EVA PʼADŞAYÊ CIHÛYA YE».


Gava Pîlato ev yek bihîst, Îsa derxiste derva û ew li herema dîwanê rʼûnişt, wî cîyê ku jêrʼa digotin «Selê Kevirî», bi îbranî Gabata.


Îsa Xwexa xaçê Xwe hilda û derkʼete wî cîyê ku jêrʼa dibêjin «Cîyê Qaf», bi îbranî «Golgota».


Gelek cihûya ev nivîsara ser tʼexte xwendin, çimkî ew cîyê ku Îsa lê hatibû xaçkirinê nêzîkî bajêr bû û bi îbranî, latînî û yûnanî hatibû nivîsarê.


Li Orşelîmê, li ber dergehê Pêz hʼewzek hebû, ku bi îbranî jêrʼa dibêjin Beytzatʼa, pênc hêwangehêd wê hebûn.


Eva yeka hʼemû binelîyêd Orşelîmêva eʼyan bû, hʼeta bi zimanê xwe jî wî eʼrdîrʼa Heqildima gotin, awa gotî «Eʼrdê xûnê».)


Ewî destê xwe hʼejand ku kerʼ bin û gilî kir çawa Xudan ew ji kelê derxistîye, usa jî got: «Vê yekê Aqûb û xûşk-birayêd dinrʼa jî bêjin». Xwexa jî rʼabû çû cîkî din.


Pawlos rʼabû, destê xwe hʼejand û got: «Gelî cimeʼta Îsraêlê û necihûyêd ku ji Xwedê ditirsin guhdar bin!


Hineka ji eʼlaletê Skender pêşda birin, çimkî cihûya ew pêşda deʼf dan. Skender destê xwe bilind kir, xwest caba xwe bide.


Gava Pawlos gihîşte pʼêpelînga, eskera ew bilindkirî birin, çimkî eʼlaletê zor dida wî,


Gava bihîstin ku ew wanarʼa bi zimanê îbranî kʼete xeberdanê, kerʼ bûn hê dengê xwe birʼîn. Û wî got:


Em hʼemû kʼetine eʼrdê, min dengek bihîst ku bi zimanê îbranî minrʼa got: ‹Şawûl! Şawûl! Tu çima Min dizêrînî? Tu bi kʼulmê nikarî herʼî dirêşê›.


Wan rʼojada gava şagirt zêde dibûn, cihûyêd ku yûnanî xeber didan hindava cihûyêd îbranîda bîna xwe teng dikirin, çimkî xurekê ku her rʼoj dihate belakirinê nedigihîşte jinebîyêd wan.


Hingê wan rʼuhʼa ew pʼadşa civandine wî cîyî ku bi îbranî jêrʼa «Harmegedon» tê gotinê.


Milyakʼetê gelîyê hey-wayê li ser wan pʼadşa bû, ku navê wî bi îbranî «Abadûn» bû, bi yûnanî «Apolîyon», ku tê feʼmkirinê: «Wêrankir».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan