Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 20:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Rʼoja hʼeftîyêye pêşin em bona nankerkirinê civîyayî bûn, Pawlos ku wê rʼoja din biçûya, wanarʼa xeber dida û hʼeta nîvê şevê xeberdana xwe dirêj kir.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

7 Di roja pêşî ya heftiyê de, çaxê em civiyan ku nên bişikênin, Pawlos bi wan re dipeyivî û ji ber ku wî dixwest dotira rojê biçûya, peyivîna xwe heta nîvê şevê dirêj kir.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

7 Рʼожа һʼәфтийейә пешьн әм бона нанкәркьрьне щьвийайи бун, Паԝлос кӧ ԝе рʼожа дьн бьчуйа, ԝанарʼа хәбәр дьда у һʼәта ниве шәве хәбәрдана хԝә дьреж кьр.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 له یِکِمین رُژا هَفتیه، وقته اَم بُ گَر گِرِنا نانی خِر بِبونَ دُرا یگ، پولس بُ خلقه قِسَ گِر و بَر خاطره هِنده گو دِخاست ژه وِدَره دا بِچیت، قِسَدانا وی حَتا نیوشَو کِشا.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 20:7
22 Iomraidhean Croise  

Gava Îsa rʼoja hʼeftîyêye pêşin sibehê zû ji mirinê rʼabû, Wî pêşîyê Xwe nîşanî Meryema Mejdelanî kir, ya ku hʼeft cin jê derxistibû.


Û nan hilda şikirî da, kerkir da wan û got: «Eva bedena Min e, ku bona we tê dayînê. Vê yekê bona bîranîna Min bikin».


Paşê wan her duya gilî kir, ku çawa rʼêda rʼastî Wî hatin û çaxê Wî nan kerkir, Ew nas kirin.


Rʼoja yekşemê, qereberbanga sibehê zû, Meryema Mejdelanî çû ser tʼirbê. Dîna xwe dayê, wê kevir ji ber derê tʼirbê wêda kirî ye.


Xût wê êvarê, rʼoja yekşemê, gava şagirt civîyayî bûn, ji tirsa cihûya jî derî li ser wan dadayî bûn, hingê Îsa hat nava wanda sekinî û wanrʼa got: «Eʼdilayî werʼa».


Pey hʼeyşt rʼojarʼa, şagirtêd Îsa dîsa malda bûn û Tʼûma jî tʼevî wan bû. Derî dadayî bûn, lê Îsa hat, nava wanda sekinî û got: «Eʼdilayî werʼa».


Gava wî ew dîtinok dît, me destxweda xwest ku herʼine Mekedonyayê. Me feʼm kir, ku Xwedê me dişîne wir, wekî Mizgînîyê bidine wan.


Wan tʼimê xwe li hînkirina şandîya digirt, li hev dicivîyan, nan kerdikirin û dua dikirin.


Her rʼoj bi tʼifaq diçûne pʼaristgehê, malada nan kerdikirin û eşq-şa bi dilê sax xwarin dixwarin,


Paşê hilkʼişîya hat, nan kerkir xwar û hʼeta sibehê dirêj xeber da û rʼabû çû.


Bona vê yekê hʼişyar bimînin û bîr nekin, ku min hûn her kes, sê sala şev û rʼoj bê rʼihʼetî bi hêsira şîret kirine.


Evana pêşîya me çûne Troyayê, li wir hîvîya me bûn.


Xortek jî navê wî Eytûxo, ser pʼencerê rʼûniştî dihênijî û kʼete xewa kʼûr. Û gava Pawlos xeberdana xwe dirêj dikir, ew xewa kʼûrda ji qatê sisîya jorda kʼet û mirîtî ew hildan.


Awa rʼojek kʼifşkirin û wê rʼojêda gelek hatine wî cîyê ku Pawlos têda dima. Ewî sibê hʼeta êvarê wanarʼa bona Pʼadşatîya Xwedê şirovedikir û bi meʼrîfetî dannasîn dikir, derheqa Îsada jî bi Qanûna Mûsa û nivîsarêd pʼêxembera ew didane bawerkirinê.


Ew kʼasa Şîva Xudan, ya ku em pê şikirîyê didin, ne heleqetîya xûna Mesîh e? Ew nanê ku em kerdikin, ne heleqetîya bedena Mesîh e?


Lê ez bi kʼerema Xwedê me çi jî heme û kʼerema Wî ku bi minrʼa ye, boş-betal nîbû. Lê serda ez ji wan hʼemû şandîya zeʼftir xebitîm û ne ku ez bûm, lê kʼerema Xwedêye ku bi minrʼa ye.


Her yekşem, destê ji we her kesîva çiqas tê, bira tiştekî destê xwerʼa paş xe, nebe ku gava ez bêm, hingê bê tʼopkirinê.


Xeberê dannasîn ke, ser wê nêt-fikirê be, heger wextda be, yan bê wext be, li şaşîya hilê, pêşîya neheqîyê bigire, dil bide meriva, bi tʼemamîya sebirê hîn ke.


Rʼoja Xudanda Rʼuhʼê Pîroz hate ser min û min li pişt xwe dengekî bilindî mîna dengê borʼîyê bihîst,


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan