Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 20:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 weke sê meha li wir derbaz kir. Gava kʼarê xwe dikir ku biçûya Sûryayê, cihûya bona wî şêwireke mixenetîyê kir, ew jî fikirî Mekedonyayêva vegerʼe.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

3 Ew sê mehan li wê derê ma. Gava wî karê xwe kir ku here Sûriyê, Cihûyan li hember wî gêrûfenek çêkir. Loma wî biryar da ku di riya Mekedonyayê re vegere.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

3 ԝәкә се мәһа ль ԝьр дәрбаз кьр. Гава кʼаре хԝә дькьр кӧ бьчуйа Сурйайе, щьһуйа бона ԝи шеԝьрәкә мьхәнәтийе кьр, әԝ жи фькьри Мәкәдонйайева вәгәрʼә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 پولس سه هَویا ما وِدَره. وقته گو اَوی دِخاست بِ گَمیه بِچیتَ سوریه، یهودیا له ضِدّ وی نَقشَ کِشان. بَجا اَوی تصمیم گِرت گو رِیا مقدونیه دا بِزُوریت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 20:3
19 Iomraidhean Croise  

Nav-dengê Wî li tʼemamîya Sûryayê bela bû, cimeʼtê her cûrʼe merivêd nexweş anîne cem Wî, yêd ku cûrʼe-cûrʼe êş û cefada bûn: Yêd cinakʼetî, hîvkʼetî, şilûşeʼt û Ewî ew hʼemû jî qenc kirin.


Ji wir jî çûne Fîlîpyayê, bajarekî neʼyîya Mekedonyayêyî eʼyan, usa jî ku bajarekî Rʼomayê ye. Wî bajarîda em çend rʼoja man.


Şev Pawlos dîtinokêda ber çʼeʼvê xwe dît, yekî mekedonî sekinî bû hîvî ji wî dikir û digot: «Were Mekedonyayê alî me bike».


Pawlos gelek rʼoja dîsa li wir ma, paşê xatirê xwe ji bawermenda xwest, bi gemîyê çû alîyê Sûryayê. Priskîla û Akîla jî tʼevî wî bûn. Ewî Kenxêryayêda pʼorʼê xwe kurʼ kiribû, çimkî ad-qirarkirî bû.


Gava ev tişt bûn, Pawlos qirar kir ku Mekedonyayê û Axayayêva derbaz be herʼe Orşelîmê û got: «Pey çûyîna wirarʼa gerekê ez herʼim Rʼomê jî bibînim».


Gava qalme-qalm seqirʼî, Pawlos gazî şagirta kir, dil da wan û xatirê xwe ji wan xwest, rʼabû çû Mekedonyayê.


Min Xudanrʼa tʼam şkestî bi gelek hêsira, nava wan cêrʼibandinada qulix kirîye, kʼîjan ku ji şêwirêd cihûya dihatine serê min,


Li wan alîya gerʼîya, bi gelek gotina dil dane wan. Paşê çû Yûnanistanê,


Gava Qubrisê xuya kir, me ew milê çʼepêva hişt. Em berbi qeza Sûryayê çûn gihîştine bajarê Sûrê, çimkî barê gemîyê wir gerekê bihata valakirinê.


û hîvî kirin ku bike qencî wî bîne Orşelîmê, çimkî wana tʼelek çêkiribû ku rʼêva wî bikujin.


Min bi vê gumanê şêwira xwe kir, pêşîyê bihatama cem we, ku we du cara kʼerem bistanda,


Gelek rʼêwîtîyêd xweda nava cûrʼe-cûrʼe qede-belada bûme: Ji çʼema, ji rʼêbirʼa, ji miletê xwe, ji necihûya, bajêrda, çol-bestada, ser beʼrê, ji birayêd derew.


Belê gava em gihîştine Mekedonyayê, me qet rʼihʼetî nedît, lê me hʼemû alîyava teʼlî-tengî kʼişandin, dor-bera şerʼ-deʼw bûn, dilada jî xem û derd bûn.


Paşê çûme alîyêd Sûryayê û Kîlîkyayê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan