Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 2:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 Hʼemû bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bûn û destpêkirin zimanêd mayîn xeber dan, çawa ku Rʼuhʼê Pîroz ew didane xeberdanê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

4 Hemû bi Ruhê Pîroz tije bûn û bi gotina ku Ruhê Pîroz dabû wan, dest pê kirin bi zimanên din peyivîn.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

4 Һʼәму бь Рʼӧһʼе Пироз тʼьжи бун у дәстпекьрьн зьманед майин хәбәр дан, чаԝа кӧ Рʼӧһʼе Пироз әԝ дьданә хәбәрдане.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 ایجا اَو همو ژه رِحا مُقدسا خدا تِژی بون و بِ قُدرَتا قِسَدانا گو رِحا خدا دا وان، دَستبه قِسَدانا اَزمانه دیتِر گِرِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 2:4
55 Iomraidhean Croise  

Lê çaxê we bibine ber dîwana, xem nekin ku hûnê çawa yan çi xeber din. Tiştêd ku hûnê xeber din, wê demê werʼa wê bê dayînê.


Ewê ku bawer dikin, ev nîşanê wanrʼa dîyar bin: Bi navê Min wê cina derxin, bi zimanêd nû wê xeber din,


Çimkî ewê li ber Xudan mezin be. Tʼu car gerekê şerav-araqê venexwe. Û hê zikê dîya xweda, wê bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî be.


Gava Êlîzabêtê silava Meryemê bihîst, zarʼok zikê wêda livîya. Êlîzabêt Rʼuhʼê Pîrozva tʼijî bû


Bavê wî Zekerîya bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bû, pʼêxembertî kir û got:


Çimkî Rʼuhʼê Pîroz ewê demê wê we hîn ke, çi lazim e ku hûn bêjin».


Çimkî Ezê zar-ziman û serwaxtîyê bidime we, ku dijminêd weyê nikaribin li ber we xeber din yan bisekinin.


Îsa bi Rʼuhʼê Pîrozva tʼijî ji Ûrdunê vegerʼîya, Rʼuhʼ berʼîyêda rʼêberîya Wî dikir,


Lê Piştovan, awa gotî Rʼuhʼê Pîroz, ku Bav wê bi navê Min bişîne, Ewê we hînî hʼemû tiştî ke û her tiştêd ku Min werʼa gotine, wê bîne bîra we.


Ev yek ku got, pʼifî ser wan kir û wanrʼa got: «Hanê Rʼuhʼê Pîroz bistînin.


Yûhʼenna bi avê nixumand, lê hûnê çend rʼoja şûnda bi Rʼuhʼê Pîroz bêne nixumandinê».


Lê gava Rʼuhʼê Pîroz bê ser we, hûnê qewatê bistînin û ji Orşelîmêda girtî tʼemamîya Cihûstanê, Sameryayê û hʼeta serê dinê jî bibine şeʼdêd Min».


çimkî bihîstin ku wana bi zimana xeber didan û şikirî didane Xwedê. Hingê Petrûs got:


«Îdî kʼî dikare nehêle ku evana pê avê bêne nixumandinê, yêd ku mîna me Rʼuhʼê Pîroz jî standin?»


Û min hema dest bi xeberdanê kir, Rʼuhʼê Pîroz hate ser wan, çawa pêşîyê hate ser me.


Barnabas merivekî qenc, Rʼuhʼê Pîroz û bawerîyêva tʼijî bû. Gelek cimeʼt ser bawermendêd Xudanda zêde bû.


û şagirt bi şabûnê û Rʼuhʼê Pîrozva tʼijî bûn.


Hingê Şawûlê ku jêrʼa Pawlos jî dibêjin, bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî li wî sêrbazî nihêrʼî


Xwedêyê ku dila zane da îzbatkirinê, ku necihû jî Wîva qebûl in, gava Rʼuhʼê Pîroz da wan jî, çawa da me.


Û gava Pawlos destêd xwe danîne ser wan, Rʼuhʼê Pîroz hate ser wan, bi zimana xeber dan û pʼêxembertî kirin.


cihû û necihûyêd ku hatine ser bawerîya cihûya, usa jî kirêtî û eʼreb. Em dibihên ku evana bi zimanê me kirêd Xwedêye mezin dibêjin».


Hingê zimanêd mîna alava êgir wanva xuya bûn û li ser her yekî ji wan danîn.


Hema çawa wana dua xilaz kir, ew cîyê ku ew civîyayî bûn hʼejîya û hʼemû bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bûn, xebera Xwedê mêrkʼîmî xeber didan.


Wê demê Petrûs bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî wanarʼa got: «Gelî serwêrêd cimeʼtê û rʼûspîya!


Niha gelî bira, ji nava xweda hʼeft merivêd bi şeʼdetîya navê qenc bibijêrin, ku bi îzbatî Rʼuhʼê Pîroz û serwaxtîyêva tʼijî ne, wekî em wan daynine ser vî şixulî.


Eva yeka hʼemû bawermenda xweş hat û ev merivana bijartin: Steyfan, merivekî bi bawerî û Rʼuhʼê Pîrozva tʼijî, Fîlîpo, Prokoro, Nîkanor, Tîmon, Parmênas û Nîkoloyê ji Entakyayê, ku ji pʼûtpʼaristîyê hatibû ser bawerîya cihûya.


Steyfan, ew merivekî bi kʼerem û qewata Xwedêva tʼijî bû, nav cimeʼtêda kʼeremet û nîşanêd mezin dikirin.


Lê Steyfan bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî berê xwe eʼzmênda kir, rʼûmeta Xwedê û Îsa li milê Xwedêyî rʼastê sekinî dît


Hingê Petrûs û Yûhʼenna destêd xwe danîne ser wan û wana Rʼuhʼê Pîroz stand.


Hananîya jî çû kʼete wê malê, destê xwe danî ser wî û gotê: «Şawûl bira! Xudan ez şandime, ew Îsayê rʼêva rʼastî te hat, wekî tu dîsa bibînî û bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bî».


Bira Xwedêyê gumanê dilê we bi şabûnê û eʼdilayîyêva bikʼimkʼimîne, bona wê bawerîya we, wekî gumana we bi qewata Rʼuhʼê Pîroz zêde be.


yekî dinrʼa qewat, wekî kʼeremeta bike, yekî dinrʼa pʼêxembertî, yekî dinrʼa feʼmîna ku rʼuhʼa ji hev derxe, yekî dinrʼa zimanêd xerîb, yekîrʼa jî şirovekirina wan zimana.


Heger ez bi zimanêd meriva yan milyakʼeta xeber dim, lê dilê minda hʼizkirin tʼunebe, ezê bibime mîna wî zengilê ku dike zingîn yan jî bolmêd sifre ku dikine şingîn.


Hʼizkirin tʼu car kʼuta nabe. Heger pʼêxembertî hebin, wê betal bin, heger zimanêd xerîb hebin, wê dengêd wan bêne birʼînê, heger zanebûn hebe, wê derbaz be herʼe.


Ez ji Xwedêyê xwe rʼazî me, ku ji we hʼemûya zeʼftir bi zimanêd xerîb xeber didim.


Ez dixwazim ku hûn hʼemû jî bi zimanêd xerîb xeber din, lê ez hê dixwazim ku hûn pʼêxembertîyê bikin, çimkî yê pʼêxembertîyê dike, ji yêd bi zimanêd xerîb xeber dide çêtir e, pêştirî wî wextê ku tê şirovekirinê, wekî civîn bê avakirinê.


Belê bira hûn hʼizkirina Mesîh nas kin, ya ku ji her hʼiş-aqilî zêdetir e, wekî hûn tʼemamîya Xwedêva tʼijî bin.


Û bi şeravê serxweş nebin, ku eʼmirê mêriv pʼûçʼ dike, lê bi Rʼuhʼê Pîrozva tʼijî bin.


Bi hʼemû dua û rʼeca her gav dua bikin pê Rʼuhʼê Pîroz. Ser vê yekê hʼişyar bimînin û bona tʼemamîya cimeʼta Xwedê tʼimê dua bikin.


Li ber wan vebû, wekî ew ne ku bona xwe, lê bona we xebitîn, gava ew tiştêd niha werʼa bi destê wan hatine gotinê, yêd ku Mizgînî werʼa dannasîn kirin, bi Rʼuhʼê Pîrozî ku ji eʼzmên hate şandinê. Milyakʼet jî demana wan tiştada ne, ku hema bibînin.


Çimkî tʼu pʼêxembertî bi xwestina dilê meriva nehatîye dayînê, lê meriva bi rʼêberîya Rʼuhʼê Pîroz ji Xwedêda xeber dane.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan