Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 2:27 - Peymana Nû (Încîl)

27 çimkî Tu min dîyarê mirîyada nahêlî, ne jî Tê bihêlî ku Pîrozê Te birʼize.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

27 Çimkî tu canê min li diyarê miriyan nahêlî Û tu nahêlî ku Pîrozê te rizîbûnê bibîne.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

27 чьмки Тӧ мьн дийаре мьрийада наһели, нә жи Те бьһели кӧ Пирозе Тә бьрʼьзә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

27 چون گو تِ جانه مِن ناهِلی ناو عالَما مِریادا، و تِ ناهِلی اَو مُقدسه تَ بِرِزِت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 2:27
26 Iomraidhean Croise  

Û tu Kefernahûm, te tʼirê tê hʼeta eʼzman bilind bî? Lê tê hʼeta dîyarê mirîya herʼî xwarê! Heger ew kʼeremetêd ku nav teda qewimîn Sodomêda biqewimîyana, ewê hʼeta rʼoja îroyîn bima.


«Tu çi ji me dixwazî, ya Îsayê Nisretê? Tu hatîyî qirʼa me bînî? Ez zanim Tu kʼî yî. Tu Pîrozê Xwedê yî!»


Milyakʼet lê vegerʼand û got: «Rʼuhʼê Pîroz wê bê ser te û qewata Yê Herî Jorin wê ser te bike sî. Bona vê yekê ew Pîrozê ku wê ji te bibe, ew Kurʼê Xwedê wê bê gotinê.


Gava yê dewletî dîyarê mirîyada cefa dikʼişand, serê xwe bilind kir, ji dûrva Birahîm dît û Lazar hʼemêzêda.


û wanarʼa got: «Ev bûn ew gotinêd ku gava Ez tʼevî we bûm, Min werʼa gotibûn: ‹Gerekê her tiştêd ku bona Min Qanûna Mûsa, nivîsarêd pʼêxembera û Zebûrada nivîsar bûn bihatana sêrî›».


«Weyê! Tu çi ji me dixwazî Îsayê Nisretê? Tu hatîyî qirʼa me bînî? Ez zanim Tu kʼî yî. Tu Pîrozê Xwedê yî!»


Îsa got: «Vî kevirî wêda kin». Xûşka yê mirî, Mertʼayê Wîrʼa got: «Xudan, îdî niha bîn kʼetîyê, îro çarê wî ye mirîye».


Bona wê yekê dilê min şa bû, zimanê min jî ji eşqa nesekinî, bedena mine mirî jî wê bi guman bijî,


Te rʼîyêd eʼmir minva eʼyan kirin û Tê şabûna dîndara Xweva min tʼijî kî›.


Ewî ev yek hê pêşda dît û bona rʼabûna Mesîh got, ku Ewê dîyarê mirîyada nemîne, ne jî bedena Wîyê birʼize.


We yê Pîroz û rʼast tʼexsîr kir û yê mêrkuj xwest ku werʼa bê berʼdanê.


Belê rʼast vî bajarîda ser berdestîyê Te Îsayê pîroz, Yê ku Te bi rʼûnkirinê kʼifş kir, Hêrodes û Pîlatoyê Pontîyo tʼevî necihûya û miletê Îsraêlê civîyan,


nişkêva, çawa çʼeʼvê xwe bigirî-vekî, dema borʼîya axirîyê bê lêdanê. Çimkî gava borʼî bê lêdanê, mirî wê nedêrisbûyî rʼabin, emê jî bêne guhastinê.


«Mirin, kʼanê qîlê jeʼra te? Mirin, kʼanê serkʼetina te?»


Lê we ji Mesîhê Pîroz Rʼuhʼ pʼêşkʼêş standîye û hûn hʼemû jî rʼastîyê zanin.


Ez Yê sax im. Ez Yê mirî bûm, lê va ye ez sax im hʼeta-hʼetayê. Û Ez im xweyê kʼilîtêd Mirinê û Dîyarê Mirîya.


Beʼrê mirîyêd xwe dan, Mirinê û Dîyarê Mirîya jî mirîyêd xwe dan. Dîwana her merivekî ji wan anegorî kirinêd wan hate kirinê.


Milyakʼetê civîna Filadelfyayêrʼa binivîse bêjê: Ewî pîroz, Ewî rʼast, aha dibêje, Yê ku xweyê kʼilîta Dawid e, ku vedike û tʼu kes nikare dade û dadide tʼu kes nikare veke:


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan