Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 2:22 - Peymana Nû (Încîl)

22 Gelî îsraêlîya, van xebera bibihên! Îsayê Nisretê, merivekî ku ji alîyê Xwedêda kʼifşkirî bû, Xwedê pê Wî nava weda nîşan, kʼeremet û kirêd qewat kirin, çawa ku hûn xwexa jî zanin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

22 «Gelî Îsraêliyan, guhdariya van gotinan bikin: Îsayê Nisretî, ji aliyê Xwedê ve ji we re bi kerametan, bi karên mezin û nîşanan hat erê kirin. Hûn bi xwe bi karên ku Xwedê bi destê wî, di nav we de kirine dizanin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

22 Гәли исраелийа, ван хәбәра бьбьһен! Исайе Ньсрәте, мәрьвәки кӧ жь алийе Хԝәдеда кʼьфшкьри бу, Хԝәде пе Ԝи нава ԝәда нишан, кʼәрәмәт у кьред ԛәԝат кьрьн, чаԝа кӧ һун хԝәха жи заньн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

22 گَلی بنی اسرائیله، وان قِسانَ بِبیهیسِن: وِسا گو اون بوخو دِزانِن، عیسایه خلقه ناصِره مِرَگ بو گو خدا بِ مُعجِزا و شُلِت عَجِب و بِ نیشانه گو بِ واسِطا وی ناو وَدا دا دووهار گِرِن، سَر راستیا وی شَهادَت دا.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 2:22
42 Iomraidhean Croise  

Lê heger Ez bi hʼukumê Rʼuhʼê Xwedê cina derdixim, îdî Pʼadşatîya Xwedê gihîştîye we.


Ew jî çûne bajarê ku jêrʼa Nisret digotin lê hêwirîn. Ev yek aha bû, ku ew gotina bi zarê pʼêxembera bê sêrî ku dibêje: «Ewê nisretî bê gotinê».


Gava eʼlaletê ev yek dît, xofê ew girtin û şikirî dane Xwedê, ku ev hʼukum daye meriva.


Lê heger Ez bi tʼilîya Xwedê cina derdixim, wekî usa ye Pʼadşatîya Xwedê gihîştîye we.


Wîrʼa gotin: «Îsayê Nisretê derbaz dibe».


Yekî ji wan, ku navê wî Klêpas bû, lê vegerʼand û got: «Ew çawa ji Orşelîmê tʼenê Te nebihîstîye ku van rʼojêd paşinda wir çi qewimîye?»


Fîlîpo çû Natanyêl dît û jêrʼa got: «Me Ew dît, bona kʼîjanî Mûsa Qanûnêda û pʼêxembera jî nivîsarêd xweda salixê Wî dabûn, Îsayê Kurʼê Ûsivê ji Nisretê».


Heger Ez kirêd Bavê Xwe nakim, Min bawer nekin.


Û hingê fêrisî û serekêd kʼahîna civîna giregira gîhandine hev û gotin: «Emê çi bikin? Eva meriva gelek nîşana dike.


Ew cimeʼta ku hingê tʼevî Wî bû, gava Wî Lazar ji mirinê rʼakir û eʼmir kir ku ji gorʼê derê, şeʼdetîya wê yekê dida.


Heger Min nav wanda nekirana, ew kirêd ku tʼu kesî nekirine, gunêd wanê tʼunebûna. Lê niha dîtin, hin jenîyane Min, hin jî Bavê Min.


Pîlato tʼextek jî nivîsî û fêza xaçê xist, ku aha nivîsar bû: «ÎSAYÊ NISRETÊ, PʼADŞÊ CIHÛYA».


Eva şev hate cem Îsa û jêrʼa got: «Mamosta, em zanin ku Tu ji Xwedêda çawa dersdar hatîyî, çimkî ew nîşanêd ku Tu dikî, heger Xwedê ne pêrʼa be, tʼu kes nikare bike».


Îsa wîrʼa got: «Hʼeta ku hûn nîşan û kʼeremeta nebînin, hûn tʼu car bawer nakin».


Lê ew şeʼdetîya bona Min ser şeʼdetîya Yûhʼennarʼa ye. Çimkî ew şixulêd ku Bavê spartine Min, wekî Ez wan bînime sêrî, hema ew şixul in, yêd ku Ez dikim, şeʼdetîyê bona Min didin, ku Bavê Ez şandime.


Gava van meriva dît ku Îsa ev nîşan kir, gotin: «Rʼast Ev e ew pʼêxemberê ku wê bihata dinyayê!»


Bona xwarina pʼûçʼ nexebitin, lê bona wê xwarinê bixebitin, ya ku jîyîna hʼeta-hʼetayêda dimîne, kʼîjanê Kurʼê Mêriv wê bide we, çimkî Bav Xwedê mora Xwe li Wî xistîye».


Lê ji eʼlaletê geleka bawerîya xwe Wî anî û gotin: «Gava ku Mesîh bê, Ewê ji kirinêd vî zêdetir nîşana bike?»


Heger Eva Meriva ji Xwedêda nîbûya Wî nikaribû tʼu tişt bikira».


Pawlos rʼabû, destê xwe hʼejand û got: «Gelî cimeʼta Îsraêlê û necihûyêd ku ji Xwedê ditirsin guhdar bin!


Gava hatin, civîn li hev civandin û wanrʼa gilî kirin, ku Xwedê tʼevî wan çi tişt kirine û çawa dergehê bawerîyê ber necihûya jî vekir.


Jor li eʼzmên tiştêd eʼcêbmayî bidime kʼifşê û jêr ser eʼrdê jî nîşana, xûn û agir, dû û dûxan.


Xof û tirs dikʼete ser her kesî û bi destê şandîya gelek kʼeremet û nîşan dibûn.


û kirine qîrʼîn gotin: «Hewar, îsraêlîno! Alîkʼarîyê bikin! Eva ew meriv e, yê ku li her dera hʼemûya miqabilî cimeʼta me, Qanûna Mûsa û vî cîyî hîn dike, hê serda jî yûnan kirine pʼaristgehê, ev cîyê pîroz hʼerʼimand».


Min lê vegerʼand: ‹Tu kʼî yî, Xudan?› Ewî minrʼa got: ‹Ez Îsayê Nisretê me, Yê ku tu dizêrînî›.


Me ev meriva dît, çawa mîna belakê kʼetîye nava hʼemû cihûyêd ser dinê tʼevîhev dike û rʼêberê kʼomela nisretîya ye.


Pʼadşa haş ji van tişta heye, lema jî ez aza xeber didim û bawer nakim ku tiştek ji wî veşartî mabe, çimkî ev yeka qulçʼekîda nebûye.


Min xwexa jî kiribû deynê stûyê xwe, ku miqabilî navê Îsayê Nisretê gelek tişt bikira


Petrûs ku ev yek dît, cimeʼtêrʼa got: «Gelî îsraêlîya! Hûn çima bona vê yekê eʼcêbmayî mane? Çima tiherekî li me dinihêrʼin? Tê bêjî qey me bi qewat yan xwedêpʼaristîya xwe ew da gerʼê?


Hingê Petrûs gotê: «Zêrʼ û zîvê min tʼune, lê çî min heye ezê Wî bidime te. Bi navê Îsa Mesîhê Nisretê rʼabe bigerʼe».


bira we û tʼemamîya miletê Îsraêlêva eʼyan be, ku eva bi saya navê Îsa Mesîhê Nisretê li ber we qencbûyî sekinî ye, Ewê ku we xaç kir û Xwedê ji mirinê rʼakir.


û wanrʼa got: «Gelî îsraêlîya! Hindava vanda haş ji xwe hebin ku hûnê çi bikin.


Me ji devê wî bihîst ku got: ‹Îsayê Nisretê wê vê Pʼaristgehê hilşîne û eʼdetêd ku Mûsa dane me biguhêze›».


Nîşanêd şandîtîya rʼast, awa gotî nîşan, kʼeremet û kirêd qewat, nava weda bi tʼemamîya sebirê hatine kirinê.


Serda jî Xwedê bi nîşana, kʼeremeta, cûrʼe-cûrʼe kirêd qewat û pʼêşkʼêşêd Rʼuhʼê Pîroze belakirî şeʼdetî da, çawa ku eʼmirê Wî bû.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan