Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 19:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 Pawlos kʼete kʼinîştê, sê meha mêrkʼîmî xeber dida, bona Pʼadşatîya Xwedê wanrʼa dikʼete xeberdanê û ew didane bawerkirinê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

8 Pawlos ket kinîştê, bi qasî sê mehan bi wêrekî peyivî, li ser Padîşahiya Xwedê ket peyivînê û baweriya mirovan dianî.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

8 Паԝлос кʼәтә кʼьниште, се мәһа меркʼими хәбәр дьда, бона Пʼадшатийа Хԝәде ԝанрʼа дькʼәтә хәбәрдане у әԝ дьданә баԝәркьрьне.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 پولس چو ناو دیره دا، اَوی وِدَره سه هَویا بِ جُراَته قِسَ گِر و راستا پادشاهیا خدادا بَحث دِگِر و اَو قانع دِگِرِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 19:8
17 Iomraidhean Croise  

Pey wan cefayêd Xwerʼa Ewî gelek cara Xwe nîşanî wan dida, rʼast dida îzbatkirinê ku Ew sax e. Navbera çil rʼojîda wanva xuya dibû û derheqa Pʼadşatîya Xwedêda wanarʼa xeber dida.


Ewana jî ji Pergê çûne Entakya Pisîdyayê, rʼoja şemîyê kʼetine kʼinîştê rʼûniştin.


Hingê Pawlos û Barnabas mêrkʼîmî gotin: «Gerekê pêşîyê xebera Xwedê werʼa bihata xeberdanê, lê hûn ku xebera Xwedê tʼexsîr dikin û xwe layîqî jîyîna hʼeta-hʼetayê nakin, va em vedigerʼine berbi necihûya.


Qonyayêda jî ev yek mîna her car qewimî: Pawlos û Barnabas kʼetine kʼinîşta cihûya, usa xeber dan, wekî eʼlaleteke giran ji cihû û necihûya bawer kirin.


Awa ewî kʼinîştêda cihû û yûnanêd xwedêbawerrʼa û li meydanê bajêrda jî her rʼoj rʼastî kʼê dihat wanrʼa dikʼete xeberdanê.


Ew gihîştine Efesê, Priskîla û Akîla li wir hiştin, xwexa kʼete kʼinîştê cihûyarʼa kʼete xeberdanê.


Evî destpêkir kʼinîştêda mêrkʼîmî xeber da. Lê gava Priskîlayê û Akîla xeberdana wî bihîstin, ew birine cem xwe, hê rʼast Rʼîya Xwedê wîrʼa şirovekirin.


Ew hʼemû rʼojêd şemîya kʼinîştada cihû û yûnanarʼa dikʼete xeberdanê, ew didane bawerkirinê.


Evê yekê du sala kʼişand, hʼeta ku hʼemû cihû û yûnanêd ku qeza Asyayêda diman, Xebera Xudan bihîstin.


Evana weke donzdeh merîya bûn.


Lê gava hineke serhʼişk miqabil derkʼetin û li ber cimeʼtê Rʼîya Xudan bêhurmet dikirin, Pawlos ji wan qetîya, şagirt başqe kirin û her rʼoj dersxana Tîranoda wanrʼa dikʼete xeberdanê.


Bona vê yekê hʼişyar bimînin û bîr nekin, ku min hûn her kes, sê sala şev û rʼoj bê rʼihʼetî bi hêsira şîret kirine.


Awa rʼojek kʼifşkirin û wê rʼojêda gelek hatine wî cîyê ku Pawlos têda dima. Ewî sibê hʼeta êvarê wanarʼa bona Pʼadşatîya Xwedê şirovedikir û bi meʼrîfetî dannasîn dikir, derheqa Îsada jî bi Qanûna Mûsa û nivîsarêd pʼêxembera ew didane bawerkirinê.


Delalno! Gava min dil kir, ku ez bona vê xilazbûna meye tʼomerî werʼa binivîsim, hingê min rʼê têrʼa dît bona vê yekê werʼa binivîsim û dil bidime we, wekî hûn bona wê bawerîya ku carekê bona her tʼim cimeʼta Xwedêrʼa hatîye dayînê, şerʼê xwe bikin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan