Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 19:35 - Peymana Nû (Încîl)

35 Paşê kʼatibê bajêr eʼlalet seqirʼand û got: «Gelî efesîya! Kʼî nizane ku bajarê Efesê xweyîtîyê pʼaristgeha Artemîsa mezin dike, ya ku kevirê wêyî pîroz ji eʼzmên hatîye xwarê?

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

35 Îcar çaxê nivîskarê bajêr elalet bêdeng kir, got: «Gelî Efesiyan! Ma li vir kî heye ku nezane bajarê Efesê parêzgerê perestgeha Artemîsa mezin û parêzgerê kevirê wê yê ku ji ezmên hatiye xwarê ye?

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

35 Паше кʼатьбе бажер әʼлаләт сәԛьрʼанд у гот: «Гәли әфәсийа! Кʼи ньзанә кӧ бажаре Әфәсе хԝәйитийе пʼарьстгәһа Артәмиса мәзьн дькә, йа кӧ кәвьре ԝейи пироз жь әʼзмен һатийә хԝаре?

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

35 وقته شَهرداره شَهری جَماعَت آرام گِر، گُت: «گَلی مِره اَفِسُسه، کِیَ گو نَزانیت شَهره اَفِسُسه نُبَداره معبدا آرتِمیسا عَظیمَ و بَره وی یه مُقدس گو ژه اَسمانی ژُردا هاتیَ دِپارِزیت؟

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 19:35
9 Iomraidhean Croise  

Em zanin ku Xwedê dengê gunekʼara nabihê. Lê heger merivek xwedênas e û xwestina Wî dike, Xwedê dengê wî dibihê.


Ew gihîştine Efesê, Priskîla û Akîla li wir hiştin, xwexa kʼete kʼinîştê cihûyarʼa kʼete xeberdanê.


Hûn jî dibihên û dibînin ku evî Pawlosî ne ku tʼenê Efesêda, lê bawerîya we hebe tʼemamîya qeza Asyayêda jî serê gelek cimeʼta tʼijî kirîye ji rʼê derxistîye û dibêje: ‹Ew xwedêyêd ku bi desta çêkirî ne, ew ne xwedê ne›.


Lê gava pê hʼesîyan ku ew cihû ye, hʼemûya bi dengekî weke du sihʼeta kirine qîrʼîn: «Artemîsa efesîya mezin e!»


Çawa vê yekêda ku tiştekî xêlif tʼune, lema jî gerekê hûn xwe rʼihʼet xwey kin û tiştekî bi berzeqîyê nekin.


Hingê hûn bê Mesîh û xerîb bûn hindava bajarvantîya Îsraêlda û ji peymana û sozêd wan dûr bûn û vê dinêda jî bê guman û bê Xwedê bûn.


Ew hînkirin bi durʼûtîya derewîna dibin, îsafa kʼîjana kʼizirî ye.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan