Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 19:22 - Peymana Nû (Încîl)

22 Ewî du kʼomekdarêd xwe Tîmotʼêyo û Êrasto şandine Mekedonyayê û ew hinekî jî li qeza Asyayê ma.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

22 Wî du alîkarên xwe, Tîmotêyos û Erastos şandin Mekedonyayê û ew bi xwe demeke din jî li herêma Asyayê ma.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

22 Әԝи дӧ кʼомәкдаред хԝә Тимотʼейо у Ерасто шандьнә Мәкәдонйайе у әԝ һьнәки жи ль ԛәза Асйайе ма.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

22 پاشه اَوی دو مِرُو گو آریکاریا وی دِگِرِن، آنی تیموتائوس و اِراستوس رِگِرِنَ حَریما مقدونیه و بوخو مدَتَگه ما حَریما آسیایه دا.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 19:22
18 Iomraidhean Croise  

Gava gihîştine Selamîsê, kʼinîştêd cihûyada xebera Xwedê dannasîn dikirin û Yûhʼenna jî kʼomekdarê wan bû.


Hingê Pawlos hate Dêrbê û Lîstrayê. Li wir şagirtek hebû navê wî Tîmotʼêyo, kurʼê kʼulfeteke cihûye bawermend bû, lê bavê wî yûnan bû.


Pawlos xwest wî tʼevî xwe bibe û bona wan cihûyêd wan dera girt ew sinet kir, çimkî hʼemûya jî zanibû ku bavê wî yûnan e.


Gava Sîlas û Tîmotʼêyo ji Mekedonyayê hatin, Pawlos bi xîret tʼemamîya wextê xwe da hînkirina Xeberê û cihûyarʼa şeʼdetî dida ku Mesîh, Îsa ye.


Evê yekê du sala kʼişand, hʼeta ku hʼemû cihû û yûnanêd ku qeza Asyayêda diman, Xebera Xudan bihîstin.


Gava ev tişt bûn, Pawlos qirar kir ku Mekedonyayê û Axayayêva derbaz be herʼe Orşelîmê û got: «Pey çûyîna wirarʼa gerekê ez herʼim Rʼomê jî bibînim».


Tʼemamîya bajêr qilqilî, rʼahişte Gayos û Erîstarxoyê mekedonî, ku heval-rʼêyêd Pawlos bûn, hevrʼa rʼevîne dîtindarê.


Gava qalme-qalm seqirʼî, Pawlos gazî şagirta kir, dil da wan û xatirê xwe ji wan xwest, rʼabû çû Mekedonyayê.


Hûn xwexa zanin ez û yêd tʼevî min em hʼewcê çi jî bûne, ev destêd min xebitîne.


Gayos li we silav dike, qonaxê min û yê tʼemamîya civînê. Êrastoyê ser xizna bajêr li we silav dike û usa jî birayê Kiwarto.


awa gotî serîk bida we, ji cem we biçûma Mekedonyayê û ji Mekedonyayê jî dîsa ser weda vegerʼîyama, ku we jî ez li alîyê Cihûstanêda verʼêkirama.


Û gava ez li cem we bûme hʼewcê tiştekî, min giranî neda ji we tʼu kesî, çimkî ew bawermendêd ku ji Mekedonyayê hatibûn, çi kêmasîyêd min hebûn, wana destê xwe dirêjî min kir. Belê min her alîyava kirîye ku giranîyê nedime we û dikim ku nedim jî.


Lê dilê min ne rʼihʼet bû, çimkî min birê xwe Tîto li wir nedît. Hingê min xatirê xwe ji wan xwest, çûme qeza Mekedonyayê.


Îjar xûşk-birano, em wê kʼerema Xwedê weva didine hʼesandinê, ya ku civînêd Mekedonyayêrʼa hatîye dayînê.


û ne ku tʼenê haqas, lê usa jî ji alîyê civînada hate bijartinê, ku bibe hevalê wê rʼêwîtîya ku em kʼomekdayînêrʼa qulix dikin, bona rʼûmeta Xudan û wekî em dilxwestina xwe jî vê yekêda bidine kʼifşê.


Çimkî ew xebera derheqa Xudanda ji we derkʼet bela bû, ne ku tʼenê nava Mekedonyayê û Axayayêda, lê belê bona wê bawerîya weye ser Xwedê, her dera bela bûye, usa ku îdî ne hʼewce ye ku em tiştekî serda zêde kin.


Êrasto li Korintʼê ma, Trofîmo jî, min li Mîletosê nexweş hişt.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan