Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 19:21 - Peymana Nû (Încîl)

21 Gava ev tişt bûn, Pawlos qirar kir ku Mekedonyayê û Axayayêva derbaz be herʼe Orşelîmê û got: «Pey çûyîna wirarʼa gerekê ez herʼim Rʼomê jî bibînim».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

21 Piştî ku ev tişt çêbûn, Pawlos di ruh de biryar da ku di Mekedonya û Axayayê re derbas bibe û here Orşelîmê. Wî got: «Piştî ku ez herim wê derê, divê ez Romayê jî bibînim.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

21 Гава әв тьшт бун, Паԝлос ԛьрар кьр кӧ Мәкәдонйайе у Ахайайева дәрбаз бә һәрʼә Оршәлиме у гот: «Пәй чуйина ԝьрарʼа гәрәке әз һәрʼьм Рʼоме жи бьбиньм».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

21 پاشه وان دِشده گو قَوِمین، پولس بِ هدایتا رِحا خدا تصمیم گِرت گو رِیا حَریما مقدونیه و اَخائیه دا بِچیتَ اورشلیمه. پولس دِگُت: «پاشه هِنده گو اَز چُمَ وِدَره، اَز دِبی شَهره رومه ژی بِبینِم.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 19:21
31 Iomraidhean Croise  

Ji wir jî çûne Fîlîpyayê, bajarekî neʼyîya Mekedonyayêyî eʼyan, usa jî ku bajarekî Rʼomayê ye. Wî bajarîda em çend rʼoja man.


Hêna welîyê Galîyoyê Axayayêda cihû bûne yek, hʼicûmî ser Pawlos kirin û birine ber dîwanê


Lê gava xatirê xwe ji wan xwest, got: «Ezê dîsa ser weda bêm, heger Xwedê hʼiz bike». Bi gemîyê ji Efesê çû.


Ewî du kʼomekdarêd xwe Tîmotʼêyo û Êrasto şandine Mekedonyayê û ew hinekî jî li qeza Asyayê ma.


Tʼemamîya bajêr qilqilî, rʼahişte Gayos û Erîstarxoyê mekedonî, ku heval-rʼêyêd Pawlos bûn, hevrʼa rʼevîne dîtindarê.


Pawlos nêta xwe danîbû bi gemîyê ber Efesêrʼa derbaz bûya, ku nebe wextê xwe qeza Asyayêda unda ke, çimkî dilezand ku heger jêrʼa li hev bê, Rʼoja Pêncîye hʼesab ew li Orşelîmê be.


Û va ez bin destê Rʼuhʼê Pîrozda diçime Orşelîmê, wir wê çi bê serê min, ez nizanim.


Gava em gihîştine Orşelîmê, bawermenda em eşq û şa qebûl kirin.


Me şagirt dîtin, em hʼeft rʼoja li wir man. Wana bi Rʼuhʼê Pîroz digote Pawlos ku neçe Orşelîmê.


Şevtira din Xudan li ber wî sekinî û gotê: «Serxwe be, te çawa şeʼdetîya Min Orşelîmêda da, usa jî gerekê Rʼomêda şeʼdetîyê bidî».


Gava qirar kirin ku em bi gemîyê herʼine Îtalyayê, Pawlos û çend girtîyêd din dane destê sersedekî ji rʼefa eskerêd Qeyser, navê wî Yûlyo.


û got: ‹Netirse, Pawlos! Gerekê tu li ber Qeyser bisekinî. Va Xwedê hʼemûyêd tʼevî te gemîyêda dane xatirê te›.


Gava em gihîştine Rʼomê, îzin dane Pawlos ku tʼenê tʼevî wî eskerê ku nobedarîyê wî dike bimîne.


Çimkî ez gelekî hʼeyra dîtina weda me, wekî pʼêşkʼêşeke rʼuhʼanî bigihînime we, ku hûn bawerîyêda bişidin.


Ez dixwazim ku hûn zanibin xûşk-birano, wekî gelek cara min xwestîye bême cem we, ku kʼeda min nava weda jî hebe, çawa nava necihûyêd mayînda, lê hʼeta niha rʼê nekʼetîye min.


Awa ez bi dil û can dixwazim Mizgînîyê bidime we jî, yêd ku Rʼomayêda dimînin.


Pey çûyîna qeza Mekedonyayêrʼa, ezê serîkî li we xim, çimkî ezê Mekedonyayêrʼa derbaz bim.


Lê ezê zûtirekê ser weda bêm, heger Xudan hʼiz bike û ezê ne ku li gotinêd babaxa binihêrʼim, lê hʼunurêd wan.


Em dixwazin ku ji we wêdatir derbaz bin, Mizgînîyê cîyêd din jî dannasîn kin, ne ku em bi kirê yekî din bifirʼin, yê ku sînorê xweda kirîye.


Paşê çardeh sala şûnda tʼevî Barnabas dîsa rʼabûme Orşelîmê, Tîto jî min tʼevî xwe bir.


Bi vî awayî hûn bona hʼemû bawermendêd Mekedonyayê û Axayayê bûne nexşek.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan