Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 19:19 - Peymana Nû (Încîl)

19 Yêd sêrbazîyêva jî ku mijûl dibûn, geleka kʼitêbêd xwe tʼop dikirine cîkî û li ber hʼemûya dişewitandin. Qîmetê wan hʼesab kirin, pêncî hʼezar zîv derkʼet.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

19 Gelek ji wan ên ku sêrbazî dikirin, kitêbên xwe civandin û li ber hemûyan şewitandin. Bihayê wan kitêban hat hesabkirin, pêncî hezar zîv digirt.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

19 Йед сербазийева жи кӧ мьжул дьбун, гәләка кʼьтебед хԝә тʼоп дькьрьнә щики у ль бәр һʼәмуйа дьшәԝьтандьн. Ԛимәте ԝан һʼәсаб кьрьн, пенщи һʼәзар зив дәркʼәт.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 گَلَکا ژی گو پِش وه یگه سیحِربازی دِگِرِن، کِتِبه خو اینان و بَر چاوه همو کَسه اَو شَوِتاندِن. وقته قیمَتا وان کِتِبا حساب گِرِن، بو پِنجَ هزار سِکّه زیو.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 19:19
23 Iomraidhean Croise  

Awa ji we her kes, kʼî ku destê xwe ji tʼemamîya hebûna xwe nekʼişîne, ew nikare bibe şagirtê Min.


Yan kʼîjan e ew kʼulfeta ku dehe zîvêd wê hebin û gava yekî ji wan unda ke, wê çʼirê vênexe, malê gêzî neke û qenc lê nagerʼe, hʼeta ku zîvê xwe bibîne?


Ew tʼemamîya wê giravê gerʼîyan, gihîştine hʼeta Pafosê. Li wir pʼêxemberekî cihûyayî derew û sêrbaz dîtin ku navê wî Baryêşû bû.


Lê Baryêşûyê sêrbaz, awa gotî bi yûnanî Êlûmas, miqabilî wan rʼabû û dikir ku welî ji bawerîyê bixalifîne.


Gelek bawermend jî dihatin gunêd xwe didane rʼûyê xwe û kirêd xwe digotin.


Hûn dikʼetine hʼalê girtîya jî û gava hebûka we jî tʼalan kirin, hûn bi wê yekê eşq û şa bûn, çimkî we xwexa zanibû ku hebûka weye hê qenc û her tʼim heye.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan