Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 19:13 - Peymana Nû (Încîl)

13 Çend cihûyêd gerʼok hebûn ku xwe dabûne cinderxistinê, wan dikir ku ser yêd ku rʼuhʼêd xirab nava wanda hebûn, pê navê Xudan Îsa berî wan din û digotin: «Em pê wî Îsayê ku Pawlos dannasîn dike berî we didin».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

13 Îcar di nav Cihûyan de hin gerokên ku cin derdixistin, dest pê kirin li ser yên ku bi ruhên xerab ketibûn, gazî navê Xudan Îsa kirin û gotin: «Ez bi navê Îsayê ku Pawlos dide bihîstin, li we emir dikim ku hûn derkevin.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

13 Чәнд щьһуйед гәрʼок һәбун кӧ хԝә дабунә щьндәрхьстьне, ԝан дькьр кӧ сәр йед кӧ рʼӧһʼед хьраб нава ԝанда һәбун, пе наве Хӧдан Иса бәри ԝан дьн у дьготьн: «Әм пе ԝи Исайе кӧ Паԝлос даннасин дькә бәри ԝә дьдьн».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

13 بَجا هِندَ گَرُگه جن گیر گو یهودی بون، سَعی دِگِرِن بِ گُتِنا ناوه عیسیْ خاده رِحِت پیس دَرخینِن. اَوان دِگُتن: «اَز وَ بُ اَو عیسایه گو پولس وی وَعظ دِگَت دِدَمَ سونده!»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 19:13
15 Iomraidhean Croise  

Heger Ez bi hʼukumê Belzebûl cina derdixim, lê yêd ku pey we tên bi çi derdixin? Wekî usa ye ewê bibine hʼakimêd we.


Lê Îsa dengê Xwe nekir. Serekkʼahîn dîsa Wîrʼa got: «Ez Te bi Xwedêyê sax didime sondê. Merʼa bêje, Tu yî Mesîh, Kurʼê Xwedê?»


û bi dengekî bilind kire qîrʼîn û gotê: «Tu çi ji min dixwazî, Îsayê Kurʼê Xwedêyê Herî Jorin? Tu xatirê Xwedê kî, min nede cefê!»


Yûhʼenna Îsarʼa got: «Dersdar! Me merivek dît ku bi navê Te cin derdixistin, lê me kir ku em nehêlin, çimkî ew pey me nayê».


Û heger Ez bi Belzebûl cina derdixim, lê yêd ku pey we tên bi çi derdixin? Heger usa be, ewê we lomekʼar kin.


Yûhʼenna rʼabû û got: «Mamosta, me merivek dît ku bi navê Te cin derdixistin, lê me kir ku em nehêlin, çimkî ew pey me nayê».


Eva yeka her hʼeft kurʼêd Skêwayê serekkʼahînekî cihûya dikirin.


Gava yek tê û Îsakî din dannasîn dike, kʼîjan me dannasîn nekirîye, yan rʼuhʼekî din hûn distînin, kʼîjan we ji me nestandîye, yan mizgînîke din dide, ku me nedaye we, hûn van tişta rʼind dibin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan