Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 18:23 - Peymana Nû (Încîl)

23 Gava hinek wext li wir ma, rʼabû berêva kʼete welatê Galatya û Firîgya, hʼemû şagirt bawerîyêda dişidandin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

23 Piştî ku Pawlos demekê li wir ma, derket rê, li herêma Galatya û Firîgyayê cih bi cih çû her derê û hêz da hemû şagirtan.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

23 Гава һьнәк ԝәхт ль ԝьр ма, рʼабу бәрева кʼәтә ԝәлате Галатйа у Фьригйа, һʼәму шагьрт баԝәрийеда дьшьдандьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 پاشه هِنده گو مدَتَگه ما وِدَره، دَرکَوت و همو جیه مَنطَقِت غَلاطیه و فْریجیه دا گَریا و تواوی شاگِرد ناو ایمانه دا تَقویَت گِرِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 18:23
22 Iomraidhean Croise  

Ez jî çawa yekî hê zûva rʼast pey wan hʼemû tişta diçûm, min rʼê têrʼa dît ku bi hûr-gilî terʼa binivîsim,


Lê Min bona te dua kir, wekî bawerîya te kêm nebe û gava tu vegerʼî, dil bidî ber birayêd xwe».


Û ji eʼzmên milyakʼetek Wîva xuya bû û Ew qewat kir.


Dilê şagirta dişidandin û dil didane wan, ku bawerîyêda bimînin û digotin: «Gerekê em bi gelek cefakʼişandinê bikʼevine Pʼadşatîya Xwedê».


Cihûda û Sîlas jî ku pʼêxember bûn, bi gelek xebera dil dane bawermenda û ew şidandin.


Li Sûryayê û Kîlîkyayê digerʼîyan, civîn dişidandin.


Ew jî ji kelê derkʼetin çûne mala Lîdyayê, li wir xûşk-bira dîtin, dil dane wan û paşê rʼêkʼetin çûn.


Nava sînorêd Firîgya û Galatyayêda gerʼîyan, çimkî Rʼuhʼê Pîroz nehişt ku qeza Asyayêda xebera Xwedê bêjin.


Gava Apolo hê Korintʼêda bû, Pawlos cîyê jorinrʼa derbaz bû berjêrî Efesê bû û li wir çend şagirt dîtin


Firîgyayê, Pamfîlyayê, Misirê û yêd li alîyê Lîbyaya nêzîkî Kûrênê û usa jî yêd xerîbe ji Rʼomê hatî,


Lê niha derheqa kʼomektʼopkirina bona cimeʼta Xwedê, min çawa tʼemî da civînêd Galatyayê, hûn jî usa bikin:


ez bi hʼemû bawermendava tʼevayî berbirʼî we civînêd Galatyayêda dibim.


Çawa me pêşda got, niha jî dîsa dibêjim: Heger yek mizgînîke ne mîna wê Mizgînîya ku we qebûl kir dide we, bira nifirʼ li wî be!


Û çi ku hate serê qalibê min, ew yek bû cêrʼibandinek bona we, lê dîsa we ez bêhurmet nekirim yan pişta xwe neda min, lê weke milyakʼetekî Xwedê ez qebûl kirim û weke Mesîh Îsa.


û Tîmotʼêyoyê birayê me, yê ku tʼevî me bona Xwedê, Mizgînîya Mesîhda dixebite, ser weda bişînin, ku bawerîya we qewîn ke û dil bide we,


Awa bi van xebera ber dilê hevda werin.


Em hîvî ji we dikin xûşk-birano, yêd bêpʼergale bêxîret şîret kin, dil bidine ber tirsoneka, kêrî kʼetîya werin, hindava hʼemûyada sebira we hebe.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan