Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 18:21 - Peymana Nû (Încîl)

21 Lê gava xatirê xwe ji wan xwest, got: «Ezê dîsa ser weda bêm, heger Xwedê hʼiz bike». Bi gemîyê ji Efesê çû.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

21 Lê çaxê xatir ji wan xwest, got: «Xwedê hez bike, ezê dîsa vegerim ba we.» Piştre bi gemiyê ji Efesê derket.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

21 Ле гава хатьре хԝә жь ԝан хԝәст, гот: «Әзе диса сәр ԝәда бем, һәгәр Хԝәде һʼьз бькә». Бь гәмийе жь Әфәсе чу.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

21 بله وقته خاطره خو وان دِخاست، گُتَ وان: «هَگو خدا بِخازیت، اَزه دیسا بِزُورِمَ لاره وَ.» پاشه سیواری گَمیه بو و اَفِسُسه دا دَرکَوت و چو.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 18:21
28 Iomraidhean Croise  

Hinekî pêşda çû Xwe deverʼûya avît dua kir û got: «Bavê Min! Heger dibe, bira ev kʼasa cefê ser Minrʼa derbaz be. Lê ne ku çawa Ez dixwazim, lê bira xwestina Te be».


Pey verʼêkirinêrʼa rʼabû çû serê çʼîyê, ku dua bike.


Yekî din jî got: «Ezê pey te bêm Xudan, lê tʼenê îzinê bide min, ku ez pêşîyê xatirê xwe ji neferêd mala xwe bixwazim».


Dûrî qurbanêd pʼûta, xûnê, mirarîyê û bênamûsîyê bin. Heger hûn xwe ji van tişta xwey kin, qenc e. Hûn xweş bin, de ma xatirê we».


Ew gihîştine Efesê, Priskîla û Akîla li wir hiştin, xwexa kʼete kʼinîştê cihûyarʼa kʼete xeberdanê.


Wana hîvî ji wî kir, ku hinekî dirêj li wir bimîne, ew qayl nebû.


Cihûkî navê wî Apolo, bûyîna xweda ji Skenderyayê, hate Efesê. Eva gotinbêjekî serxwe û nivîsarêd pîrozda zanekî zor bû.


Gava Apolo hê Korintʼêda bû, Pawlos cîyê jorinrʼa derbaz bû berjêrî Efesê bû û li wir çend şagirt dîtin


Bona vê yekê hʼemû cihû û yûnanêd ku Efesêda diman pê hʼesîyan. Tirs kʼete ser wan hʼemûya û navê Xudan Îsa bilind dibû.


Gava ev tişt bûn, Pawlos qirar kir ku Mekedonyayê û Axayayêva derbaz be herʼe Orşelîmê û got: «Pey çûyîna wirarʼa gerekê ez herʼim Rʼomê jî bibînim».


Pawlos nêta xwe danîbû bi gemîyê ber Efesêrʼa derbaz bûya, ku nebe wextê xwe qeza Asyayêda unda ke, çimkî dilezand ku heger jêrʼa li hev bê, Rʼoja Pêncîye hʼesab ew li Orşelîmê be.


Gava me nikaribû ew banîya ser ya xwe, me dengê xwe birʼî û got: «Bira eʼmirê Xudan be».


Ev yeka gotin, çimkî pêşîyê bajêrda Trofîmoyê ji Efesê tʼevî wî dîtibûn û wan tʼirê Pawlos ew kirîye pʼaristgehê.


û tʼimê nava duayêd xweda hîvî dikim, ku bi eʼmirê Xwedê carekê rʼê bikʼeve min, ser weda bêm.


Û bi vî awayî ezê bi eʼmirê Xwedê, bi dilekî şa bême cem we û hinekî tʼevî we hêsa bim.


Heger min Efesêda şerʼê xwe dereca merivayêda tʼevî «seʼva» kir, çi kʼete kʼîsê min? Heger rʼabûna mirîya wê tʼunebe, de îdî «em bixwin-vexwin, çimkî emê sibê bimirin», çawa hinek dibêjin.


Çimkî ez niha naxwazim ku we ser rʼîya xwe bibînim herʼim, lê ez guman im ku xêlekê cem we bimînim, heger Xudan hʼiz bike.


Lê niha ezê hʼeta Rʼoja Pêncîye hʼesab, li Efesê bimînim,


Lê ezê zûtirekê ser weda bêm, heger Xudan hʼiz bike û ezê ne ku li gotinêd babaxa binihêrʼim, lê hʼunurêd wan.


Heyneser xûşk-birano, xweş bin! Ser xweda werin, dil bidine hevdu, ser nêtekê bin, li pey eʼdilayîyê bin û Xwedêyê hʼizkirinê û eʼdilayîyê wê tʼevî we be.


Ji Pawlosê bi eʼmirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa, wan merivêd Xwedêrʼa, yêd ku Efesêda dimînin û yektîya Mesîh Îsada amin in:


Emê bi destûra Xwedê hînbûna gihîştîda pêşda herʼin!


Gerekê hûn aha bêjin: «Heger Xudan bixwaze, emê bijîn û filan yan bêvan tiştî bikin».


Hê qenc e, heger qirara Xwedê ye, em bona qencîyê cefê bikʼişînin, ne ku bona xirabîyê.


ku got: «Çi tiştê ku tu dibînî, kʼitêbêda binivîse û her hʼeft civînarʼa bişîne, yêd ku bajarêd Efesê, Simîrnayê, Pergamayê, Tîyatîrayê, Sardeysê, Filadelfyayê û Lawdikyayêda ne».


Milyakʼetê civîna Efesêrʼa binivîse bêjê: Ewî ku hʼeft steyrk destê Wîyî rʼastêda û nava hʼeft şemdanêd zêrʼînda digerʼe, aha dibêje:


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan