Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 18:19 - Peymana Nû (Încîl)

19 Ew gihîştine Efesê, Priskîla û Akîla li wir hiştin, xwexa kʼete kʼinîştê cihûyarʼa kʼete xeberdanê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

19 Çaxê ew gihîştin Efesê, wî ew li wê derê hiştin, ew bi xwe çû hundirê kinîştê û bi Cihûyan re ket peyivînê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

19 Әԝ гьһиштьнә Әфәсе, Прьскила у Акила ль ԝьр һьштьн, хԝәха кʼәтә кʼьниште щьһуйарʼа кʼәтә хәбәрдане.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 وقته اَو هاتنَ شَهره اَفِسُسه، وِدَره پولس ژه وان وَقَطیا و بوخو چو دیره دا و گَل یهودا بَحث گِر.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 18:19
21 Iomraidhean Croise  

Wana hîvî ji wî kir, ku hinekî dirêj li wir bimîne, ew qayl nebû.


Lê gava xatirê xwe ji wan xwest, got: «Ezê dîsa ser weda bêm, heger Xwedê hʼiz bike». Bi gemîyê ji Efesê çû.


Cihûkî navê wî Apolo, bûyîna xweda ji Skenderyayê, hate Efesê. Eva gotinbêjekî serxwe û nivîsarêd pîrozda zanekî zor bû.


Ew hʼemû rʼojêd şemîya kʼinîştada cihû û yûnanarʼa dikʼete xeberdanê, ew didane bawerkirinê.


Gava Apolo hê Korintʼêda bû, Pawlos cîyê jorinrʼa derbaz bû berjêrî Efesê bû û li wir çend şagirt dîtin


Bona vê yekê hʼemû cihû û yûnanêd ku Efesêda diman pê hʼesîyan. Tirs kʼete ser wan hʼemûya û navê Xudan Îsa bilind dibû.


Hûn jî dibihên û dibînin ku evî Pawlosî ne ku tʼenê Efesêda, lê bawerîya we hebe tʼemamîya qeza Asyayêda jî serê gelek cimeʼta tʼijî kirîye ji rʼê derxistîye û dibêje: ‹Ew xwedêyêd ku bi desta çêkirî ne, ew ne xwedê ne›.


Gava ev yek bihîstin, bi kʼîn-box tʼijî bûn, dikirine qîrʼîn û digotin: «Artemîsa efesîya mezin e!»


Paşê kʼatibê bajêr eʼlalet seqirʼand û got: «Gelî efesîya! Kʼî nizane ku bajarê Efesê xweyîtîyê pʼaristgeha Artemîsa mezin dike, ya ku kevirê wêyî pîroz ji eʼzmên hatîye xwarê?


Pawlos nêta xwe danîbû bi gemîyê ber Efesêrʼa derbaz bûya, ku nebe wextê xwe qeza Asyayêda unda ke, çimkî dilezand ku heger jêrʼa li hev bê, Rʼoja Pêncîye hʼesab ew li Orşelîmê be.


Ji Mîletosê merî şande Efesê û gazî berpirsîyarêd civînê kirin.


Ev yeka gotin, çimkî pêşîyê bajêrda Trofîmoyê ji Efesê tʼevî wî dîtibûn û wan tʼirê Pawlos ew kirîye pʼaristgehê.


Heger min Efesêda şerʼê xwe dereca merivayêda tʼevî «seʼva» kir, çi kʼete kʼîsê min? Heger rʼabûna mirîya wê tʼunebe, de îdî «em bixwin-vexwin, çimkî emê sibê bimirin», çawa hinek dibêjin.


Lê niha ezê hʼeta Rʼoja Pêncîye hʼesab, li Efesê bimînim,


Ji Pawlosê bi eʼmirê Xwedê şandîyê Mesîh Îsa, wan merivêd Xwedêrʼa, yêd ku Efesêda dimînin û yektîya Mesîh Îsada amin in:


Gava ez diçûme Mekedonyayê, min hîvî ji te kir, ku li Efesê bimînî, wekî tʼemîyê bidî çend kesa, ku hînkirina nerʼast hîn nekin


(de bira Xudan bidê, ku ew wê Rʼojê rʼeʼmê ji Xudan bibîne) û Efesêda jî ewî çiqas minrʼa xizmetkʼarî kir, tu rʼind zanî.


Tixîko, min şande Efesê.


ku got: «Çi tiştê ku tu dibînî, kʼitêbêda binivîse û her hʼeft civînarʼa bişîne, yêd ku bajarêd Efesê, Simîrnayê, Pergamayê, Tîyatîrayê, Sardeysê, Filadelfyayê û Lawdikyayêda ne».


Milyakʼetê civîna Efesêrʼa binivîse bêjê: Ewî ku hʼeft steyrk destê Wîyî rʼastêda û nava hʼeft şemdanêd zêrʼînda digerʼe, aha dibêje:


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan