Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 17:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Lê ji cihûya hineka ji hʼevsûdîyê çend merivêd bêkêre nerʼast civandin, kirine qalme-qalm, bajar tʼevîhev kirin û hʼicûmî ser mala Yason kirin, dixwestin Pawlos û Sîlas banîna ber cimeʼtê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

5 Lê Cihûyan çavnebariya wan kir, ji xelkên çarşiyê, hin mirovên xerab kişandin aliyê xwe, elaletek civandin û di bajêr de laleşe çêkirin, êrîşî mala Yason kirin û lê digeriyan ku wan derxin ber xelkê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

5 Ле жь щьһуйа һьнәка жь һʼәвсудийе чәнд мәрьвед бекерә нәрʼаст щьвандьн, кьрьнә ԛалмә-ԛалм, бажар тʼәвиһәв кьрьн у һʼьщуми сәр мала Йасон кьрьн, дьхԝәстьн Паԝлос у Силас банина бәр щьмәʼте.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 بله یهودیا حسادت دِگِرِن و هِندَ مِرُوه شُل پیسَ بازاره خِر گِرِن و دَستَگَگ ره اِخِستِن و ناو شَهری دا هِنگامَ چه گِرِن. اَوان هجوم بِرِنَ مالا یاسون گو پولس و سیلاس بیننَ دَروَ لاره خلقه.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 17:5
26 Iomraidhean Croise  

Ewî zanibû ku ji dest hʼevsûdîyê Îsa dabûne destê wî.


Gava cihûya ew eʼlalet dît, ji hʼevsûdîyê miqabilî gotinêd Pawlos sekinîn û ew bêhurmet kirin.


Hingê ji Entakyayê û Qonyayê cihû hatin, eʼlalet dane alîyê xwe, Pawlos dane ber kevira, ji bajêr kʼaşî der kirin, wan tʼirê mirîye.


Lê cihûyêd ku bawer nekirin dilê necihûya qilqilandin û rʼakirine miqabilî bira.


Gava cihûyêd Tʼêsalonîkê bihîstin ku Pawlos xebera Xwedê Beroyayêda jî dannasîn dike, hatin wir jî hêlan dane eʼlaletê û ew tʼevîhev kirin.


Gava ew nedîtin, Yason tʼevî çend birava kʼaşî cem serwêrêd bajêr kirin, dikirine qîrʼîn digotin: «Ewêd dinya tʼevîhev kirine gihîştine vira jî


û Yason ew qebûl kirine mala xwe! Evana hʼemû jî miqabilî eʼmirêd Qeyser diçin û dibêjin: ‹Pʼadşakî din heye, navê wî Îsa ye›».


Hingê ji Yason û yêd mayîn kʼefîl standin, ew berʼdan.


Hêna welîyê Galîyoyê Axayayêda cihû bûne yek, hʼicûmî ser Pawlos kirin û birine ber dîwanê


Çimkî zîyana me jî vê yekêda heye û bona şerʼê îroyîn emê bêne neheqkirinê û meʼnîk tʼune, ku em pê bikaribin bona vê kʼombûnê caba xwe bidin».


Baveʼşîra jî ji hʼevsûdîyê Ûsiv çawa xulam firotin, ku wî bibine Misirê, lê Xwedê tʼevî wî bû,


Tîmotʼêyoyê heval-xebatê min li we silav dike, usa jî Lûkyo, Yason û Sospatroyê pismamêd min.


çimkî hûn hela hê mîna bendêd vê dinê ne. Hʼeta ku nava weda hʼevsûdî û hevrʼikʼî hene, gelo ev yekana ne merivayî ne? Û hûn mîna bendêd vê dinê najîn?


Gelek rʼêwîtîyêd xweda nava cûrʼe-cûrʼe qede-belada bûme: Ji çʼema, ji rʼêbirʼa, ji miletê xwe, ji necihûya, bajêrda, çol-bestada, ser beʼrê, ji birayêd derew.


çʼeʼvê xirab, mêrkujî, serxweş, kûçʼiksantî û çi ku mîna van in. Ez niha werʼa dibêjim, çawa ku min pêşda jî werʼa gotibû, ku yêd van tişta dikin, Pʼadşatîya Xwedê war nabin.


Em kʼubar nebin, agirê hev gurʼ nekin û hʼevsûdîyê li hevdu nekin.


Û we jî çʼeʼv da me û Xudan, nava gelek tengasîyada xeber qebûl kir, bi eşqa Rʼuhʼê Pîroz şa bûn.


Yan tʼexmîna we badîhewa nivîsar dibêje, ku Xwedê demana wî rʼuhʼê ber meda ye?


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan