Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 17:4 - Peymana Nû (Încîl)

4 Hinekêd ji wan bawer kirin xwe li Pawlos û Sîlas girtin, usa jî eʼlaleteke xwedêbawerêd yûnan û gelek kʼulfetêd xweyîqedir.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

4 Hinek ji wan, komeke mezin ji Yewnaniyên xwedêperest û hinek jinên xuyayî bawer kirin û beşdarî Pawlos û Sîlas bûn.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

4 Һьнәкед жь ԝан баԝәр кьрьн хԝә ль Паԝлос у Силас гьртьн, ӧса жи әʼлаләтәкә хԝәдебаԝәред йунан у гәләк кʼӧлфәтед хԝәйиԛәдьр.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

4 هِندَگ ژه وان و هَ وِسا جَماعَتَگه مَزِنَ دیندارَ یونانی و هَمژی ژِنگه رِزدار گو هَژمارا وان گِم نَبون، قانع بون و کَتنَ گَل پولس و سیلاس دا.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 17:4
31 Iomraidhean Croise  

Hingê cihûya hevdurʼa gotin: «Ev merivê kʼuda herʼe, ku emê Wî nebînin? Qey nêta Wî heye herʼe cem cimeʼta meye ku li nav yûnanada bela bûye û yûnana hîn ke?


Gava civîna kʼinîştê bela bû, gelek cihû û ji necihûyêd ku hatibûne ser bawerîya cihûya pey Pawlos û Barnabas diçûn. Wanarʼa xeber didan û dil didane wan, wekî tʼimê nava kʼerema Xwedêda bimînin.


Lê cihûya hêlan dane kʼulfetêd xwedêbawere xweyîqedir, tʼevî giregirêd bajêr, miqabilî Pawlos û Barnabas rʼakirin û ji sînorêd xwe derxistin.


Qonyayêda jî ev yek mîna her car qewimî: Pawlos û Barnabas kʼetine kʼinîşta cihûya, usa xeber dan, wekî eʼlaleteke giran ji cihû û necihûya bawer kirin.


Lê dutîretî kʼete bajêr, hinek li alîyê cihûya bûn, hinek jî li alîyê şandîya.


Hingê li şandîya, berpirsîyara û tʼemamîya civînê xweş hat, ku ji nava xweda çend meriva bibijêrin û tʼevî Pawlos û Barnabas bişînine Entakyayê. Ev bûn yêd ku hatine şandinê: Cihûdayê ku jêrʼa digotin Barsabo û Sîlas. Nava bawermendada evana eʼyan bûn.


Awa em Cihûda û Sîlas dişînin, wekî ew jî van tişta bi devê xwe werʼa bêjin.


Cihûda û Sîlas jî ku pʼêxember bûn, bi gelek xebera dil dane bawermenda û ew şidandin.


Pawlos jî Sîlas bijart û ji bira spartî kʼerema Xudan bûn, rʼêkʼetin çûn.


Pawlos xwest wî tʼevî xwe bibe û bona wan cihûyêd wan dera girt ew sinet kir, çimkî hʼemûya jî zanibû ku bavê wî yûnan e.


Hema çawa teʼrî kʼete eʼrdê, bira Pawlos û Sîlas şandine Beroyayê. Ew ku gihîştine wir, çûne kʼinîşta cihûya.


Ji wana geleka bawer kir, usa jî gelek kʼulfetêd yûnane xweyîqedir û mêr jî ne kêm bûn.


Wî çaxî bira Pawlos destxweda şandine ber beʼrê, lê Sîlas û Tîmotʼêyo Beroyayêda man.


Awa ewî kʼinîştêda cihû û yûnanêd xwedêbawerrʼa û li meydanê bajêrda jî her rʼoj rʼastî kʼê dihat wanrʼa dikʼete xeberdanê.


Lê hineka xwe li wî girt, bawer kirin. Nava wanda bûn Dîyonîsyoyê endemê Aryopagoyê û kʼulfeteke navê wê Damerîs, tʼevî hinekêd mayîn.


Ew hʼemû rʼojêd şemîya kʼinîştada cihû û yûnanarʼa dikʼete xeberdanê, ew didane bawerkirinê.


Evê yekê du sala kʼişand, hʼeta ku hʼemû cihû û yûnanêd ku qeza Asyayêda diman, Xebera Xudan bihîstin.


Hʼemû bawermend hevrʼa bûn û her tiştêd wan yek bû.


û kirine qîrʼîn gotin: «Hewar, îsraêlîno! Alîkʼarîyê bikin! Eva ew meriv e, yê ku li her dera hʼemûya miqabilî cimeʼta me, Qanûna Mûsa û vî cîyî hîn dike, hê serda jî yûnan kirine pʼaristgehê, ev cîyê pîroz hʼerʼimand».


Hineka xwe li gotinêd wî girtin, hineka jî bawer nekir.


Gava Petrûs û Yûhʼenna hatine berʼdanê, ew çûne cem kʼoma xwe û wanrʼa her tişt gilî kirin, çi ku serekêd kʼahîn û rʼûspîya wanarʼa gotibûn.


Û ne haqas çiqas ku gumana me hebû, lê canîya xwe pêva pêşîyê dane Xudan û paşê me, bi eʼmirê Xwedê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan