Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 17:30 - Peymana Nû (Încîl)

30 Xwedê dîna Xwe nedaye hʼemû zemanêd ku merivayîyê Ew nas nekirîye, lê niha her dera tʼemî li hʼemû meriva dike, ku ji gunekirinê vegerʼin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

30 Xwedê çavên xwe li demên nezanînê neqand, lê niha ew li her derê li hemû mirovan emir dike ku tobe bikin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

30 Хԝәде дина Хԝә нәдайә һʼәму зәманед кӧ мәрьвайийе Әԝ нас нәкьрийә, ле ньһа һәр дәра тʼәми ль һʼәму мәрьва дькә, кӧ жь гӧнәкьрьне вәгәрʼьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

30 زَمانه به عاقلیتیه دا خدا چاوه خو سَر وان دِشدانَ گِردا. بله نَهَ اَو بُ تواوی مِرُوا له همو جیادا اَمِر دِگَت گو تَوبَ گَن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 17:30
26 Iomraidhean Croise  

Wana jêrʼa got: ‹Kesekî em pʼale negirtin›. Ewî wanarʼa got: ‹Hûn jî herʼine nava rʼezê min›.


û got: «Ji gunekirinê vegerʼin, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana nêzîk bûye».


Ji hingêva Îsa dest bi dannasînîyê kir û got: «Ji gunekirinê vegerʼin, çimkî Pʼadşatîya Eʼzmana nêzîk bûye».


û digot: «Wext pêrʼa gihîştîye, Pʼadşatîya Xwedê nêzîk bûye, ji gunekirinê vegerʼin û bawerîya xwe Mizgînîyê bînin!»


Ew jî rʼê kʼetin çûn û dannasîn dikirin ku meriv ji gunekirinê vegerʼin.


Na! Ez werʼa dibêjim, heger hûn ji gunekirinê venegerʼin, hûn hʼemûyê jî rʼoja wanda herʼin».


Ez werʼa dibêjim, usa jî milyakʼetêd Xwedê bona gunekʼarekî ku tʼobe dike, şa dibin».


û ji Orşelîmê girtî bi navê Wî tʼobeyî û baxşandina guna nav hʼemû miletada wê bê dannasînkirinê.


Gava ku ev yeka bihîstin, dengê xwe birʼîn, şikirî dane Xwedê û gotin: «Wekî usa ye Xwedê eva mecala da necihûya jî, ku ji gunekirinê vegerʼin û bijîn».


Ewî zemanê bihurîda hişt ku her milet rʼîya xweda herʼe.


Çimkî gava ez gerʼîyam, min dîna xwe da hʼebandinêd we, min gorîgehek dît ku ser wê nivîsar bû ‹XWEDÊYÊ NENASRʼA›. Awa Ewê ku hûn nas nakin dihʼebînin, ez bona Wî werʼa dannasîn dikim.


Min bi meʼrîfetî hin hîvî ji cihûya, hin jî ji necihûya kir, ku vegerʼine berbi Xwedê û bawerîya xwe Xudanê me Îsa bînin.


Awa tʼobe kin û berbi Xwedê vegerʼin, ku gunêd we bêne rʼesîtkirinê.


Û çawa wana nexwest Xwedê zanebûna xweda xweykirana, Xwedê jî ew dane fikirêd bêtʼewşe, ku ewana tiştêd necayîz bikin.


Yan jî tu ku dewlemendtîya şîrinayî, berbihêrî û sebira Wî bêhurmet dikî, tu nizanî ku şîrinayîya Xwedê te dibe berbi tʼobekirinê?


çimkî hʼemûya gune kir û negihîştine rʼûmeta Xwedê.


Xwedê Ew kʼifş kiribû, ku Ew bi xûna Xwe li ber gunêd wan kʼeve, yêd ku vê yekê bawer bikin. Xwedê ev yeka kir, ku rʼasthʼesabkirina Xwe bide kʼifşê, çimkî Wî bi sebira Xwe guh neda wan gunêd ku pêşda hatibûne kirinê.


Berxwekʼetina li gora xwestina Xwedê mêriv berbi tʼobeyîyê dibe ku xilaz ke û pʼoşmanî têda tʼune, lê berxwekʼetina ji vê dinyayê berbi mirinê dibe.


Besî we ye, ku we wextê jîyîna xweye bihurîda li gora xwestina pʼûtpʼarista derbaz kirîye, hûn pey hʼeramîyê, temxwestinêd xirab, pey-vexwarinê, kûçʼiksantîyê, serxweşîyê û pʼûtpʼaristîya kʼirêt kʼetibûn.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan