Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 17:23 - Peymana Nû (Încîl)

23 Çimkî gava ez gerʼîyam, min dîna xwe da hʼebandinêd we, min gorîgehek dît ku ser wê nivîsar bû ‹XWEDÊYÊ NENASRʼA›. Awa Ewê ku hûn nas nakin dihʼebînin, ez bona Wî werʼa dannasîn dikim.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

23 Çaxê ez di nav bajêr de digeriyam û min qenc li tiştên ku hûn diperizinê nêrî, min di nav wan de gorîgehek dît ku li ser nivîsîbû: JI XWEDAYÊ NENAS RE. Îcar vî yê ku hûn bi nezanî diperizinê, ez bi we didim naskirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

23 Чьмки гава әз гәрʼийам, мьн дина хԝә да һʼәбандьнед ԝә, мьн горигәһәк дит кӧ сәр ԝе ньвисар бу ‹ХԜӘДЕЙЕ НӘНАСРʼА›. Аԝа Әԝе кӧ һун нас накьн дьһʼәбиньн, әз бона Ԝи ԝәрʼа даннасин дькьм.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 چون گو وقته اَز ناو شَهری دا دِگَریام و مِن دِبَرخودا وان دِشده گو اون پَرستِش دِگَن، مِن قُربانگَهَگ پَیدا گِر گو سَر وه هاته بو نِویساندِن: ”بُ خدایه نَناس.“ نَهَ، اَز بُ وَ باسه اَوه نَناس دِگَم.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 17:23
19 Iomraidhean Croise  

Badîhewa Min dihʼebînin, tʼemîyêd meriva çawa qanûnêd Min cimeʼtê hîn dikin›».


Ya Bavê rʼast! Dinya Te nas nake, lê Ez Te nas dikim û evana jî zanin wekî Te Ez şandime.


Ev e jîyîna hʼeta-hʼetayê, wekî ew Te nas kin, çawa Xwedêyê rʼastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku Te şandîye.


Hûn samerî Wî dihʼebînin, Kʼîjanî ku hûn nas nakin, lê em cihû Wî dihʼebînin, Kʼîjanî em nas dikin, çimkî xilazbûn ji cihûya tê.


Îsa cab da: «Heger Ez xwexa rʼûmeta navê Xwe bilind kim, rʼûmeta navê Min ne tiştek e. Ew, Bavê Min e, Yê ku rʼûmeta navê Min bilind dike, kʼîjanîrʼa hûn dibêjin: ‹Xwedêyê me ye›.


Xwedê dîna Xwe nedaye hʼemû zemanêd ku merivayîyê Ew nas nekirîye, lê niha her dera tʼemî li hʼemû meriva dike, ku ji gunekirinê vegerʼin.


Û çawa wana nexwest Xwedê zanebûna xweda xweykirana, Xwedê jî ew dane fikirêd bêtʼewşe, ku ewana tiştêd necayîz bikin.


Çimkî serwaxtîya Xwedê nehişt ku dinya bi serwaxtîya xwe Wî nas ke, lê li Xwedê xweş hat, bi wê hînkirina «bêhʼişî» yêd ku bawer dikin xilaz ke.


Heger bi navêd din jî xwedê hebin, yan li eʼrdê yan li eʼzmên, çawa bêhʼesab xwedê û bêhʼesab xudan hene jî,


Hingê hûn bê Mesîh û xerîb bûn hindava bajarvantîya Îsraêlda û ji peymana û sozêd wan dûr bûn û vê dinêda jî bê guman û bê Xwedê bûn.


Ewê miqabilî her tiştêd ku xwedê têne hʼesabê yan têne hʼebandinê bisekine û xwe ser her tiştîrʼa bigire, hʼeta ku pʼaristgeha Xwedêda jî wê rʼûnê û eʼlam ke, ku xwexa Xwedê ye.


Awa bira wî Pʼadşayê hʼeta-hʼetayêyî nemirî û nexuya, Xwedêyê bêşirîkî-bêhevalrʼa hurmet û rʼûmet be hʼeta-hʼetayê! Amîn.


Lê em usa jî zanin ku Kurʼê Xwedê hat û feʼm da me, wekî em Yê Rʼast nas bikin. Belê em nava Yê Rʼastda ne, çimkî em nava Kurʼê Wî Îsa Mesîhda ne. Ev e Xwedêyê rʼast û jîyîna hʼeta-hʼetayê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan