Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 16:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Awa civîn jî bawerîyêda dişidîyan û rʼoj bi rʼoj hʼesabê wan zêde dibû.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

5 Bi vî awayî civînên bawermendan di baweriyê de xurt dibûn û roj bi roj hejmara wan zêde dibû.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

5 Аԝа щьвин жи баԝәрийеда дьшьдийан у рʼож бь рʼож һʼәсабе ԝан зедә дьбу.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 بَجا، مِرُوه کلیسایه ناو ایمانه دا تَقویَت دِبون و هَژمارا وان رُژ بِ رُژ زِدَتِر دِبو.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 16:5
23 Iomraidhean Croise  

Destê Xudan wanrʼa bû, geleka bawer kir, berbi Xudan vegerʼîyan.


Lê xebera Xwedê berfire û zêde dibû.


Li Sûryayê û Kîlîkyayê digerʼîyan, civîn dişidandin.


şikirîya xwe Xwedê danîn û tʼemamîya cimeʼtê li wan xweş bû. Xudan jî rʼoj bi rʼoj hʼesabê xilazbûyîya zêde dikir.


Lê gelekêd ku xeber dibihîstin bawer kirin, hʼesabê wan gihîşte pênc hʼezara.


Lê dîsa eʼlaleta jina û mêra hê-hê zêde dibûn, yêd ku bawerîya xwe Xudan danîn.)


Û xebera Xwedê pêşda diçû, eʼlaleta şagirta Orşelîmêda gelekî zêde dibû û ji kʼahîna jî geleka bawerî qebûl dikirin.


Awa civîn li tʼemamîya Cihûstanê, Celîlê û Sameryayê demekê eʼdilayîyêda bû, rʼuhʼanîyêda ava dibû, bi xofa Xudan û bi dildayîna Rʼuhʼê Pîroz pêşda diçû, bawermend zêde dibûn.


Niha şikir ji Wîrʼa, Yê ku dikare we bawerîyêda bişidîne, weke wê Mizgînîya ku ez bona Îsa Mesîh dannasîn dikim, weke aşkerebûna wê surʼa ku hê dewrêd berêye bihurîda veşartî mabû,


Awa xûşk-birayêd mine delal, qewîn bimînin, ji cîyê xwe nehʼejin, her gav şixulê Xudanda pêşda herʼin, bizanibin xebata we boş-betal nîne li ber Xudan.


Bona azayîyê Mesîh em aza kirine! Wê azayîyê qewîn bigirin û dîsa nekʼevine bin wî nîrê xulamtîyê.


Awa we çawa Xudan Mesîh Îsa qebûl kir, usa jî yektîya Wîda bijîn,


De bira Ew dilê we bişidîne, wekî hûn pîrozîyêda bêqusûr bin, li ber Xwedê Bavê me, wextê hatina Xudanê me Îsa, hʼemû pîrozêd Xweva tʼevayî.


û Tîmotʼêyoyê birayê me, yê ku tʼevî me bona Xwedê, Mizgînîya Mesîhda dixebite, ser weda bişînin, ku bawerîya we qewîn ke û dil bide we,


De Xudanê me Îsa Mesîh Xwexa û Bavê me Xwedê, Yê ku em hʼiz kirin û bi kʼeremê dildayîneke hʼeta-hʼetayê û gumaneke qenc da me,


Ber bayê cûrʼe-cûrʼe hînkirinêd xerîb nekʼevin. Qenc e ku dil bi kʼerema Xwedê bişide, ne ku bi qeyde-qanûnêd xwarin-nexwarinê. Ewêd ku pey tiştêd aha kʼetin, tʼu kesî kʼar nestand.


Lê Xwedêyê tʼemamîya kʼeremê, Yê ku pê Mesîh hûn gazî rʼûmeta xweye hʼeta-hʼetayê kirine, pey hinek cefa dîtinêrʼa, wê Xwexa we kʼamil ke, bişidîne, qewat ke, xweyîbingeh ke.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan