Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 16:31 - Peymana Nû (Încîl)

31 Wana jî got: «Bawerîya xwe Xudan Îsa bîne, tê neferêd xweva xilaz bî».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

31 Wan jî bersîv da û gotin: «Baweriya xwe bi Xudan Îsa bîne, tu û mala te jî hûnê xilas bibin.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

31 Ԝана жи гот: «Баԝәрийа хԝә Хӧдан Иса бинә, те нәфәред хԝәва хьлаз би».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

31 اَوان جیواب دان: «ایمانه بینَ عیسیْ خاده و تِیه نجاته پَیدا گَی، تِ و اَهله مالا تَ.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 16:31
31 Iomraidhean Croise  

Ewê ku bawer bike û bê nixumandinê wê xilaz be, lê ewê ku bawer neke dîwana wî wê bibe.


Lê ewêd ku Ew qebûl kirin û bawerîya xwe navê Wî anîn, Ewî da, ku heqîya wan hebe bibine zarʼêd Xwedê.


Lê belê ev hatine nivîsarê, wekî hûn bawer bikin, ku Îsa ye Mesîh, Kurʼê Xwedê û bi vê bawerîya pê navê Wî jîyîna we hebe.


Ewê ku bawerîya xwe Kurʼ tîne, jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê heye. Ewê ku gurʼa Kurʼ nake, ew jîyînê nabîne, lê xezeba Xwedê li ser wî dimîne».


Çimkî xwestina Bavê Min ev e, wekî her kesê ku Kurʼ bibîne û bawerîya xwe Wî bîne, jîyîna Wîye hʼeta-hʼetayê hebe. Û Rʼoja Axretêda jî Ezê wî ji mirinê rʼakim».


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ewê ku bawer dike jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê heye.


Ev yek aha nabe, lê em bawer dikin, ku çawa em bi kʼerema Xudan Îsa xilaz dibin, usa jî ew».


Gava ew neferêd xweva pê avê hatine nixumandinê, hîvî ji me kir û got: «Heger hûn min bawermenda Xudan hʼesab dikin, kʼerem kine mala min, li wir bimînin». Û zor li me kir em birin.


Hingê xebera Xudan wî û wan hʼemûyarʼa gotin, yêd ku mala wîda bûn.


Kirîspoyê serwêrê kʼinîştê jî neferêd xweva bawerîya xwe Xudan anî û ji korintʼîya geleka ku bihîstin, bawer kirin û pê avê hatine nixumandinê.


Bi kesekî mayîn xilazbûn tʼune, çimkî bin pʼerʼê eʼzmênda navekî din merivarʼa nehatîye dayînê, ku em bikaribin bi wî xilaz bin».


Gava rʼîya xweda diçûn, ew gihîştine avekê û nemêr got: «Va ye av, îdî çi nahêle ku ez bême nixumandinê?»


Heger girika hevîr, çawa berê deremeta pêşin Xwedêrʼa dayî hʼelal e, ku usa ye tʼemamîya şkevê pêva hʼelal e. Û heger rʼaw pîroz in, çʼiqil jî pêrʼa pîroz in.


Ev yek bû, wekî bi Mesîh Îsa duayê Birahîm bê ser necihûya, ku bi bawerîyê em Rʼuhʼê sozdayî bistînin.


Lê nivîsar hʼemûya bin hêsîrtîya guneda dide kʼifşê, wekî çi ku bi Îsa Mesîh bawerkirinê hatibûne sozdayînê, bawermendarʼa bêne dayînê.


Bi bawerîyê hûn hʼemû yektîya Mesîh Îsada lawêd Xwedê ne.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan