Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 16:20 - Peymana Nû (Încîl)

20 ew birine ber serdarêd Rʼomayê û gotin: «Ev merivana cihû ne û bajarê me tʼevîhev dikin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

20 Çaxê ew anîn ba serwerên bajêr, wan got: «Ev mirovên ha bajarê me tevlihev dikin, ev Cihû ne

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

20 әԝ бьрьнә бәр сәрдаред Рʼомайе у готьн: «Әв мәрьвана щьһу нә у бажаре мә тʼәвиһәв дькьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 وقته اَو اینانَ لاره قاضیا، گُتن: «اَو مِرُوَنَ یهودینَ و شَهره مَ ناویِگ دِدَن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 16:20
14 Iomraidhean Croise  

Gava Hêrodes pʼadşa ev yek bihîst, tʼevîhev bû û tʼemamîya Orşelîmê jî pêrʼa.


Gava xweyêd wê dîtin ku gumana kʼara wan hate birʼînê, Pawlos û Sîlas girtin, kʼaşî meydana bajêr cem serwêra kirin,


Eʼdetê usa me bajarvanêd Rʼomayê hîn dikin, ku ne merʼa cayîz e qebûl kin, ne jî bikin».


Li wir yekî cihû navê wî Akîla dît, bûyîna xweda ji Pontosê. Eva tʼevî kʼulfeta xwe Priskîlayê nû ji Îtalyayê hatibû, çimkî Qeyser Klawdyo eʼmir kiribû, ku hʼemû cihû ji Rʼomê derkʼevin. Pawlos çû cem wan,


Lê gava pê hʼesîyan ku ew cihû ye, hʼemûya bi dengekî weke du sihʼeta kirine qîrʼîn: «Artemîsa efesîya mezin e!»


Lê em dixwazin ji te bibihên, kʼa bîr û bawerîya te çi ye, çimkî bona wê kʼomelê meva îdî eʼyan e ku hʼemû cîya miqabilî wê xeber didin».


Û nekʼevine kirasê bendê vê dinyayê, lê bi nûbûyîna hʼişê xwe werine guhastinê, wekî bizanibin çi ye qirara Xwedê, ku qencî, xweşî û kʼamilî ye.


Bêeʼsilno! Hûn nizanin kʼê vê dinê hʼiz dike, ew neyartîyê li Xwedê dike? Awa kʼî dixwaze bibe yarê dinê, ew xwe dike neyarê Xwedê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan