Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 15:36 - Peymana Nû (Încîl)

36 Çend rʼoja şûnda Pawlos gote Barnabas: «Were em vegerʼin serîkî bidine wan xûşk-bira, kʼîjanarʼa me hʼemû bajarada xebera Xudan dannasîn kirîye, dîna xwe bidinê kʼa hʼalê wan çawa ye».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

36 Piştî çend rojan Pawlos ji Barnabas re got: «Were, em vegerin û herin her bajarê ku me peyva Xudan tê de daye bihîstin, serekî bidin xwişk û birayan û bibînin ku ew çawa ne.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

36 Чәнд рʼожа шунда Паԝлос готә Барнабас: «Ԝәрә әм вәгәрʼьн сәрики бьдьнә ԝан хушк-бьра, кʼижанарʼа мә һʼәму бажарада хәбәра Хӧдан даннасин кьрийә, дина хԝә бьдьне кʼа һʼале ԝан чаԝа йә».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

36 پاشه چَند رُژا، پولس گُتَ برنابا: «وَرَ اَم بِزُورِنَ وان شَهره گو مَ تِدا کلاما خاده وَعظ گِره بو و اَم بِچِنَ دیتِنا بِرایا و بِبینِن گو حاله وان چاونَ.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 15:36
21 Iomraidhean Croise  

Ez teʼzî bûm we Ez kʼinc kirim, Ez nexweş bûm hûn ser Minda hatin, Ez kelêda bûm hûn hatine cem Min›.


Ez xerîb bûm we Ez qebûl nekirim, Ez teʼzî bûm we Ez kʼinc nekirim, Ez nexweş û kelêda bûm hûn ser Minda nehatin›.


Wî çaxî welî ku ev yek dît, bawer kir, ser wê hînkirina bona Xudan eʼcêbmayî ma.


Awa evana ku ji Rʼuhʼê Pîroz hatine şandinê, berjêrî Sêlûkyayê bûn û ji wir bi gemîyê derbazî Qubrisê bûn.


Wana jî tʼoza nigêd xwe ser wanda dawşand, çûne Qonyayê


Qonyayêda jî ev yek mîna her car qewimî: Pawlos û Barnabas kʼetine kʼinîşta cihûya, usa xeber dan, wekî eʼlaleteke giran ji cihû û necihûya bawer kirin.


Wana ku wî bajarîda Mizgînî dan û gelek kirine şagirt, vegerʼîyane Lîstrayê, Qonyayê û Entakyayê.


lê ew pê hʼesîyan rʼevîne Lîstrayê û Dêrbê, bajarêd Lûkayonya, usa jî dor-berêd wan.


Gava çil salîya wî tʼemam bû, dilê wîrʼa derbaz bû ku serîkî bide xûşk-birayêd xwe zarʼêd Îsraêl.


Çimkî ez gelekî hʼeyra dîtina weda me, wekî pʼêşkʼêşeke rʼuhʼanî bigihînime we, ku hûn bawerîyêda bişidin.


Pêştirî tiştêd mayîn, xemêd hʼemû civînaye her rʼoj jî ser min tʼop dibin.


Lê tʼenê çawa layîqî Mizgînîya Mesîh e, hûn xwe usa xwey kin, ku heger ser weda bêm û we bibînim yan dûrva bibihêm bizanibim ku we bi rʼuhʼ û dilekî pişt daye pişta hev, bona şerʼkʼarîya bawerîya Mizgînîyê sekinî ne.


Lê niha Tîmotʼêyo ji cem we ser meda vegerʼîya û mizgînîya bawerî û hʼizkirina we da me. Wî got, ku we em xweş bîra xweda xwey kirine û hʼeyra meda ne, çawa em jî ya weda.


Gava ez hêsirêd te tînime bîra xwe, dikʼevime demana dîtina te, wekî şabûn bikʼeve dilê min.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan