Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 15:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Civînê ku ew verʼêkirin, ewana Fînîkyê û Sameryayêva derbaz bûn û hʼemû bawermendarʼa bona vegerʼandina necihûya gilî dikirin, bi vê yekê ew gelekî şa kirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

3 De îcar civînê ew bi rê kirin. Çaxê di Fînîkya û Sameryayê re derbas dibûn, li ser zivirîna miletan a li Xwedê digotin û hemû bawermend pirr şa dikirin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

3 Щьвине кӧ әԝ вәрʼекьрьн, әԝана Финикйе у Самәрйайева дәрбаз бун у һʼәму баԝәрмәндарʼа бона вәгәрʼандьна нәщьһуйа гьли дькьрьн, бь ве йәке әԝ гәләки ша кьрьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 بَجا کلیسایه اَو ره اِخِستِن؛ وقته اَو مَنطَقه فینیقیه و سامِرِه دا دَرباز دِبون، یگ بَ یگ باسه ایمان ایناندِنا قَومه گو یهودی نَبون گِرِن و تواوی بِرا گَلَک کَیف خوش گِرِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 15:3
27 Iomraidhean Croise  

Gerekê em eşq û şa bûna, çimkî ev birê te mirî bû, sax bû û undabûyî bû, hate dîtinê›».


Wan rʼojada Petrûs nava bawermendada rʼabû, (ku li wir qasî sed bîst merivî bûn) û got:


Gava yêd necihû ev yek bihîstin, şa bûn şikirî didane gotina Xudan. Û ewêd ku bona jîyîna hʼeta-hʼetayê kʼifşkirî bûn, bawer kirin.


û şagirt bi şabûnê û Rʼuhʼê Pîrozva tʼijî bûn.


Gava hatin, civîn li hev civandin û wanrʼa gilî kirin, ku Xwedê tʼevî wan çi tişt kirine û çawa dergehê bawerîyê ber necihûya jî vekir.


Hinek ji Cihûstanê berjêrî Entakyayê bibûn û bira hîn dikirin digotin: «Heger hûn li gora eʼdetê Mûsa neyêne sinetkirinê, hûn xilaz nabin».


Hingê tʼemamîya civatê dengê xwe birʼî û guhê xwe dane ser gotinêd Barnabas û Pawlos ku Xwedê bi destêd wan çiqas nîşan û kʼeremet nava necihûyada kiribûn.


Hingê li şandîya, berpirsîyara û tʼemamîya civînê xweş hat, ku ji nava xweda çend meriva bibijêrin û tʼevî Pawlos û Barnabas bişînine Entakyayê. Ev bûn yêd ku hatine şandinê: Cihûdayê ku jêrʼa digotin Barsabo û Sîlas. Nava bawermendada evana eʼyan bûn.


Cihûda û Sîlas jî ku pʼêxember bûn, bi gelek xebera dil dane bawermenda û ew şidandin.


Gava gihîştine Orşelîmê, civînê, şandîya û berpirsîyara ew qebûl kirin û çi ku Xwedê tʼevî wan kiribû wanrʼa gilî kirin.


Ewêd ku Pawlos verʼêdikirin, ew hʼeta Atʼînayê birin, paşê ji Pawlos tʼemî standin ku Sîlas û Tîmotʼêyo zû herʼin bigihîjine wî, xwexa jî paşda vegerʼîyan.


Dilêd wan hê zêde bona wê xebera wî dişewitî ku got: «Hûn îdî rʼûyê min nabînin». Paşê ew hʼeta gemîyê verʼêkirin.


Lê gava me ew rʼoj derbaz kirin, em rʼabûn çûn û hʼemûya jina û zarʼava hʼeta bajêr der em verʼêkirin û devê beʼrê me çok da dua kir.


Xûşk-birayêd wir jî bona me bihîstibûn, pêşîya meda hatin hʼeta Meydana Epîyû û Sê Mêvanxana. Pawlos ku ew dîtin, şikirî da Xwedê û dilê wî şidîya.


Şandîyêd Orşelîmêda gava bihîstin, wekî Sameryayê xebera Xwedê qebûl kirîye, Petrûs û Yûhʼenna şandine cem wan.


gava herʼime Spanyayê. Awa gumana min heye, ku ezê ser rʼîya xwe serîkî li we xim û ji wir hûn min verʼêkin ez herʼime Spanyayê, gava bîna min hinekî pê we derê.


Usa bira tu kes wî bêqedir neke. Wî bi xêr-silamet verʼêkin, wekî bê cem min, çimkî ez hîvîya wî û birayêd tʼevî wî me.


Dibe ku li cem we bimînim, yan jî zivistana xwe wir derbaz kim û hingê hûn dikarin min verʼêkin, ez kʼuda ku herʼim.


awa gotî serîk bida we, ji cem we biçûma Mekedonyayê û ji Mekedonyayê jî dîsa ser weda vegerʼîyama, ku we jî ez li alîyê Cihûstanêda verʼêkirama.


Zênasê qanûnzan û Apolo zû verʼêke, usa be ku ew rʼêva kêmasîya tiştekî nebînin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan