Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 15:29 - Peymana Nû (Încîl)

29 Dûrî qurbanêd pʼûta, xûnê, mirarîyê û bênamûsîyê bin. Heger hûn xwe ji van tişta xwey kin, qenc e. Hûn xweş bin, de ma xatirê we».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

29 Îcar hûn xwe ji tiştên ku bi pêşkêşkirina ji pûtan re murdar bûne, ji xwînê, ji heywanên mirar û ji fuhûşiyê dûr bixin. Eger hûn xwe ji van tiştan biparêzin, hûnê qenc bikin. Di aştiyê de bimînin.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

29 Дури ԛӧрбанед пʼута, хуне, мьрарийе у бенамусийе бьн. Һәгәр һун хԝә жь ван тьшта хԝәй кьн, ԛәнщ ә. Һун хԝәш бьн, дә ма хатьре ԝә».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

29 خِنجی هِنده گو اون ژه گوشته گو بُ بُتا هاتیَ قُربانی گِرِن، ژه خونه، ژه گوشته حیوانه گو هاتنَ خَندِقاندِن و ژه زِنایه خو دور بِگِرِن. هَگو اون خو ژه وان دِشدانَ دور بِگِرِن، وَ شُلَگه قَنج گِریَ. خِیرادا بِن.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 15:29
20 Iomraidhean Croise  

Yekî din jî got: «Ezê pey te bêm Xudan, lê tʼenê îzinê bide min, ku ez pêşîyê xatirê xwe ji neferêd mala xwe bixwazim».


lê em neʼmekê wanrʼa binivîsin, ku hʼevza xwe ji wan qurbanêd ku pʼûtarʼa têne dayînê bikin, usa jî ji bênamûsîyê, goştê mirar û xûnê.


Lê gava xatirê xwe ji wan xwest, got: «Ezê dîsa ser weda bêm, heger Xwedê hʼiz bike». Bi gemîyê ji Efesê çû.


Lê bona wan necihûyêd ku hatine ser bawerîyê, me wanrʼa qirara xwe nivîsîye şandîye, wekî ew hʼevza xwe ji wan qurbanêd pʼûtpʼaristîyê, xûnê, goştê mirar û bênamûsîyê bikin».


Gava cab gihîşte min, ku cihûya bona wî merivî tʼelekek hazir kirîye, min destxweda ew şande cem te û eʼmirî li şikîyatkira kir, ku çî wanî miqabilî wî hebe, li ber te bêjin».


Û gava ez li cem we bûme hʼewcê tiştekî, min giranî neda ji we tʼu kesî, çimkî ew bawermendêd ku ji Mekedonyayê hatibûn, çi kêmasîyêd min hebûn, wana destê xwe dirêjî min kir. Belê min her alîyava kirîye ku giranîyê nedime we û dikim ku nedim jî.


Heyneser xûşk-birano, xweş bin! Ser xweda werin, dil bidine hevdu, ser nêtekê bin, li pey eʼdilayîyê bin û Xwedêyê hʼizkirinê û eʼdilayîyê wê tʼevî we be.


Destê xwe zû daneyne ser yekî bona xizmetkʼarîya Xudan, ne jî tʼevî gunêd yêd mayîn bî. Xwe paqij xwey ke.


Li ber Bav Xwedêyê me xwedênasîya rʼast û bêqusûr ev e: Teʼlî-tengîyada dest bavêjine sêwîya û jinebîya û hʼevza xwe jî ji lekʼêd dinê bike.


Zarʼokno, xwe ji pʼûtpʼaristîyê xwey kin.


Wîrʼa, Yê ku dikare we ji kʼetinê xwey ke û li ber rʼûmeta Xwe bêqusûr eşq bide sekinandinê,


Lê gazineke Min li te heye, ku li wê derê hinek merivêd te hene, ku pey hînkirina wî Bilamî diçin, yê ku Balaq hîn kir, ku zarʼêd Îsraêl ji rʼê derxe, wekî ew qurbanêd pʼûta bixwin û bênamûsîyê bikin.


Lê gazineke Min li te heye, ku tu wê jinê, Îzabêlê sebir dikî, ku xwe pʼêxember hʼesab dike. Ewa pê hînkirina xwe xulamêd Min ji rʼê derdixe, wekî bênamûsîyê bikin û qurbanêd pʼûta bixwin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan