Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 14:5 - Peymana Nû (Încîl)

5 Hingê hineke ji necihûya û cihûya tʼevî serwêrêd xwe qirar kirin ku wan bêhurmet kin û bidine ber kevira,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

5 Îcar yên ji miletên din û Cihû, bi serokên xwe ve rabûn ku êrîşî wan bikin, wan riswa bikin û bidin ber keviran.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

5 Һьнге һьнәкә жь нәщьһуйа у щьһуйа тʼәви сәрԝеред хԝә ԛьрар кьрьн кӧ ԝан беһӧрмәт кьн у бьдьнә бәр кәвьра,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 وقته قَومه گو یهودی نینِن و یهودیا گَل مَزِنِت خو خاستِن گو گَل پولس و برنابادا رِفتارَگه خِراب بِگَن و اَوان سنگسار گَن،

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 14:5
16 Iomraidhean Croise  

Lê Ez werʼa dibêjim, dijminêd xwe hʼiz bikin û bona wan dua bikin, yêd ku we dizêrînin,


Nifirʼkirêd xwe bimbarek kin û bona yêd xirabîyê we dikin, dua bikin.


Gava cihûya ew eʼlalet dît, ji hʼevsûdîyê miqabilî gotinêd Pawlos sekinîn û ew bêhurmet kirin.


Lê cihûya hêlan dane kʼulfetêd xwedêbawere xweyîqedir, tʼevî giregirêd bajêr, miqabilî Pawlos û Barnabas rʼakirin û ji sînorêd xwe derxistin.


Hingê ji Entakyayê û Qonyayê cihû hatin, eʼlalet dane alîyê xwe, Pawlos dane ber kevira, ji bajêr kʼaşî der kirin, wan tʼirê mirîye.


Lê cihûyêd ku bawer nekirin dilê necihûya qilqilandin û rʼakirine miqabilî bira.


Lê dutîretî kʼete bajêr, hinek li alîyê cihûya bûn, hinek jî li alîyê şandîya.


Lê ji cihûya hineka ji hʼevsûdîyê çend merivêd bêkêre nerʼast civandin, kirine qalme-qalm, bajar tʼevîhev kirin û hʼicûmî ser mala Yason kirin, dixwestin Pawlos û Sîlas banîna ber cimeʼtê.


Gelek rʼêwîtîyêd xweda nava cûrʼe-cûrʼe qede-belada bûme: Ji çʼema, ji rʼêbirʼa, ji miletê xwe, ji necihûya, bajêrda, çol-bestada, ser beʼrê, ji birayêd derew.


Çimkî hûn jî xûşk-birano, kʼetine hʼalê wan civînêd Xwedêye pʼara Mesîh Îsa, ku li Cihûstanê ne, we jî xût ew cefa destê miletê xweda kʼişandin, çawa wan jî destê wan cihûyada,


Vana dikir, wekî em necihûyarʼa xeber nedin, ku ew xilaz bin. Bi vê yekê her gav kʼasa xweye guna dadigirtin û heyneser xezeb anîne serê xwe.


Me pêşîyê Fîlîpyayêda cefa kʼişandibû û hatibûne rʼezîlkirinê, çawa hûn zanin, paşê me bi qewata Xwedêyê xwe dîsa turuş kir, nava wê miqabilîya giranda Mizgînîya Xwedê werʼa bêjin.


zêrandin û cefayêd min. Tu zanî li Entakyayê, Qonyayê, Lîstrayê çi hatine serê min: Min çi zêrandin kʼişandin! Lê Xudan ez ji hʼemûya xilaz kirim.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan