Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 14:19 - Peymana Nû (Încîl)

19 Hingê ji Entakyayê û Qonyayê cihû hatin, eʼlalet dane alîyê xwe, Pawlos dane ber kevira, ji bajêr kʼaşî der kirin, wan tʼirê mirîye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

19 Lê Cihû ji Entakya û Qonyayê hatin û elalet kişandin aliyê xwe. Hingê wan Pawlos dan ber keviran, ew kaş kirin derveyî bajêr û gotin qey miriye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

19 Һьнге жь Әнтакйайе у Ԛонйайе щьһу һатьн, әʼлаләт данә алийе хԝә, Паԝлос данә бәр кәвьра, жь бажер кʼаши дәр кьрьн, ԝан тʼьре мьрийә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

19 بله هِندَ یهودی ژه شَهره اَنطاکیه و قونیه هاتِن و جَماعَت قانع گِرِن و اَوان پولس سنگسار گِرِن. اَوان گُمان گِرِن گو پولس مِریَ، بَجا اَو کِشانَ دَروَیی شَهری.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 14:19
26 Iomraidhean Croise  

Ewana jî ji Pergê çûne Entakya Pisîdyayê, rʼoja şemîyê kʼetine kʼinîştê rʼûniştin.


Gava cihûya ew eʼlalet dît, ji hʼevsûdîyê miqabilî gotinêd Pawlos sekinîn û ew bêhurmet kirin.


Qonyayêda jî ev yek mîna her car qewimî: Pawlos û Barnabas kʼetine kʼinîşta cihûya, usa xeber dan, wekî eʼlaleteke giran ji cihû û necihûya bawer kirin.


Bi van gotina wana bi zorekê eʼlalet zeft kir, ku qurbana bona wan nedin.


Lê cihûyêd ku bawer nekirin dilê necihûya qilqilandin û rʼakirine miqabilî bira.


Wana ku wî bajarîda Mizgînî dan û gelek kirine şagirt, vegerʼîyane Lîstrayê, Qonyayê û Entakyayê.


Ji wir jî bi gemîyê çûne Entakyayê, wî cîyê ku spartî kʼerema Xwedê bibûn bona wî şixulê ku ser hevda anîn.


Lê dutîretî kʼete bajêr, hinek li alîyê cihûya bûn, hinek jî li alîyê şandîya.


Hingê hineke ji necihûya û cihûya tʼevî serwêrêd xwe qirar kirin ku wan bêhurmet kin û bidine ber kevira,


yêd ku eʼmirê xwe dane navê Xudanê me Îsa Mesîh.


Gava cihûyêd Tʼêsalonîkê bihîstin ku Pawlos xebera Xwedê Beroyayêda jî dannasîn dike, hatin wir jî hêlan dane eʼlaletê û ew tʼevîhev kirin.


Gava xûna Steyfanê şeʼdê Te dirʼijîya, ez xwexa jî wir hazir û rʼazî bûm, min nobedarî kʼincêd yêd ew kuştin dikir›.


ew ji bajêr derxistin, dane ber kevira. Şeʼda jî kʼincêd xwe danîne ber nigêd xortekî navê wî Şawûl.


Ezê Xwexa nîşanî wî kim, ku çiqasî gerekê bona navê Min cefê bikʼişîne».


Ew firʼnaqbûna min şeʼde ye, xûşk-birano, ya ku ez pê we firʼnaq dibim yektîya Mesîh Îsayê Xudanê meda, ez her rʼoj dest ji eʼmirê xwe dikʼişînim.


Qulixkʼarêd Mesîh in? (Bêhʼişî xeber didim), ez hê ji wan zêdetir im! Ji wan zeʼftir xebitîme, ji wan zeʼftir kʼetime kela, ji wan zeʼftir lêdan xwarîye, gelek cara hʼeta ber derê mirinê jî çûme.


sê cara bi destê rʼomîya bi şiva hatime lêdanê, carekê ez dame ber kevira, sê cara rʼastî gemîwelgerʼandinê hatime, şev û rʼojekê beʼrêda mame.


Gelek rʼêwîtîyêd xweda nava cûrʼe-cûrʼe qede-belada bûme: Ji çʼema, ji rʼêbirʼa, ji miletê xwe, ji necihûya, bajêrda, çol-bestada, ser beʼrê, ji birayêd derew.


Çimkî hûn jî xûşk-birano, kʼetine hʼalê wan civînêd Xwedêye pʼara Mesîh Îsa, ku li Cihûstanê ne, we jî xût ew cefa destê miletê xweda kʼişandin, çawa wan jî destê wan cihûyada,


zêrandin û cefayêd min. Tu zanî li Entakyayê, Qonyayê, Lîstrayê çi hatine serê min: Min çi zêrandin kʼişandin! Lê Xudan ez ji hʼemûya xilaz kirim.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan