Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 13:40 - Peymana Nû (Încîl)

40 Haş ji xwe hebin, nebe ev tiştê ku pʼêxembera gotîye bê serê we:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

40 Loma hay ji xwe hebin, da ev yeka ku pêxemberan gotiye neyê serê we:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

40 Һаш жь хԝә һәбьн, нәбә әв тьште кӧ пʼехәмбәра готийә бе сәре ԝә:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

40 بَجا، هیشیار بِن وِسا له نَیِت اَو قِسا گو نِویسارِت پِیغَمبَرادا هاتیَ گُتن، سَره وَدا بِت، گو دِبِژیت:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 13:40
13 Iomraidhean Croise  

û wanarʼa got: «Ev bûn ew gotinêd ku gava Ez tʼevî we bûm, Min werʼa gotibûn: ‹Gerekê her tiştêd ku bona Min Qanûna Mûsa, nivîsarêd pʼêxembera û Zebûrada nivîsar bûn bihatana sêrî›».


Li alîyê nivîsarêd pʼêxemberada hatîye nivîsarê: ‹Hʼemûyê ji alîyê Xwedêda bêne hînkirinê›. Her kesê ku ji Bav bibihê û hîn be wê bê cem Min.


Vê yekêrʼa gotinêd pʼêxembera jî li hev digirin, çawa nivîsar e:


Hingê Xwedê berê Xwe ji wan guhast û hişt ku ew steyrkêd eʼzmên bihʼebînin, çawa kʼitêba pʼêxemberada nivîsar e: ‹Gelo çil salî qurban û hʼedî we berʼîyêda Minrʼa dan, Mala Îsraêl?


Îdî haş ji xwe hebin, nebe ku hûn Ewî werʼa xeber dide tʼexsîr kin. Heger ewêd ku li ser dinê Mûsa tʼexsîr kirin, kʼîjanî ku tʼemîyêd Xwedê didan xilaz nebûn, îdî emê çawa bikaribin xilaz bin heger em pişta xwe bidine Yê ku ji eʼzmana merʼa xeber dide?


lê emê çawa xwe xilaz kin heger em guh nedine wê xilazbûna mezin? Bona vê xilazbûnê Xudan pêşda dannasîn kir û yêd ku dengê Wî bihîstin meva eʼseyî kirin.


Haş ji xwe hebin xûşk-birano, nebe ku nava we yekîda dilekî xirab û nebawer hebe, ku pişta xwe bide Xwedêyê sax.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan