Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 13:39 - Peymana Nû (Încîl)

39 niha kʼî ku bawerîya xwe Îsa bîne wê bêsûc be.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

39 Û her kesê ku baweriyê bi Îsa tîne, ji wan hemû tiştên ku bi Şerîeta Mûsa we nikaribû hûn bê sûc bibin, rastdar derdikeve.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

39 ньһа кʼи кӧ баԝәрийа хԝә Иса бинә ԝе бесущ бә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

39 هَچی کَسه ایمانه بینیتَ عیسی، بِ واسِطا وی دیه ژه هر دِشدَگه آزاد بیت. ژه تواوی اَو دِشده گو بِ واسِطا شِریعَتا موسی پِیغَمبَر وَ نَگاری اون ژه وان آزاد بِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 13:39
40 Iomraidhean Croise  

Hingê qanûnzanek rʼabû Ew cêrʼiband û got: «Dersdar, ez çi bikim, wekî jîyîna hʼeta-hʼetayê bistînim?»


Û Îsa wîrʼa got: «Te rʼast got. Usa bike û tê bijîyî».


Ez werʼa dibêjim, ku ev xercgira rʼasthʼesabbûyî çû mala xwe, ne ku yê din. Awa her kesê ku xwe bilind ke, wê nimiz be, lê kʼî ku xwe nimiz ke, wê bilind be».


Çimkî Qanûn bi destê Mûsa hate dayînê, kʼerem û rʼastî bi destê Îsa Mesîh.


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim: Her kesê ku guh bide gotinêd Min û Wî bawer bike, Yê ku Ez şandime, jîyîna wîye hʼeta-hʼetayê heye. Dîwana wî nayê kirinê, lê ew ji mirinê derbazî jîyînê bûye.


Hʼemû pʼêxember şeʼdetîya Wî didin, ku hʼemûyêd bawerîya xwe Wî bînin, wê bi saya navê Wî baxşandina guna bistînin».


Çimkî bi dil yek bawer dike, rʼast tê hʼesabê û bi dev îqrar dike, xilaz dibe.


Çimkî bi Mesîh Qanûn ser hevda hat, ku her bawermend bi wî rʼast bê hʼesabê.


Awa em zanin Qanûn çi ku dibêje, wanarʼa dibêje, yêd ku bin hʼukumê Qanûnêda ne, wekî hʼemû dev bêne girêdanê û tʼemamîya dinyayê li ber dîwana Xwedê cabdar be.


Çimkî bi kirêd Qanûnê tʼu qûl-bende wê li ber Xwedê rʼast derneyê, lê bi Qanûnê gune tê naskirinê.


Çimkî Qanûn hêrsê rʼadike. Dera ku qanûn tʼune, qanûntʼerʼibandin jî tʼune.


lê belê ew bona me jî nivîsar e. Rʼastbûnê merʼa jî bê hʼesabê, kʼîjanêd ku bawerîya xwe Wî tînin, Yê ku Xudanê me Îsa ji mirinê rʼakir.


Awa ku em bi bawerîyê rʼast hatine hʼesabê, eʼdilayîya me tʼevî Xwedê heye bi saya Xudanê me Îsa Mesîh.


Lê belê Qanûn kʼete navê, ku neheqî zêde be, lê li kʼîderê gune zêde bû, kʼerem jî li wir hê zêde bû,


Niha em ku bi xûna Wî li ber Xwedê rʼast hʼesab bûne, hê çiqas zêde emê bi Wî ji xezebê xilaz bin.


Niha îdî dîwana wan nabe, yêd ku tʼevî Mesîh Îsa bûne yek.


Belê çi ku Qanûnê ji dest bêtʼaqetîya binyatʼa merivayê nikaribû bikira, Xwedê ew yek kir, Kurʼê Xwe dilqê binyatʼa merivayîye gunekʼarda bona guna şand. Û aha Ewî wê binyatʼêda dîwana gune kir,


lê Îsraêl ku pey Qanûnê diçû ku rʼast bê hʼesabê, negihîşte wê yekê.


Û ji we hinek usa bûn. Lê hûn ji guna hatine şûştinê, hûn hatine buhurtî-jibarekirinê, hûn rʼast hatine hʼesabê bi navê Xudan Îsa Mesîh û bi Rʼuhʼê Xwedêyê me.


zanin ku meriv bi kirêd Qanûnê nikare rʼast bê hʼesabê, lê tʼenê bi Îsa Mesîh bawerkirinê. Me jî Mesîh Îsa bawer kir, wekî bi Mesîh bawerkirinê em rʼast bêne hʼesabê, ne ku bi kirêd Qanûnê, çimkî tʼu qûl-bende bi kirêd Qanûnê nikare rʼast bê hʼesabê.


Çimkî ez bi Qanûnî bona Qanûnê mirim, wekî bona Xwedê bijîm. Ez tʼevî Mesîh xaç bûm,


Nivîsarê hê pêşda dabû kʼifşê, ku Xwedê necihû bi bawerîyê wê rʼast hʼesab bikirana û zûva Mizgînî dabû Birahîm ku: «Bi te duayê hʼemû mileta bibe».


Ez her merivekîrʼa dîsa mêrkʼîmî dibêjim, yê ku îzinê dide xwe ku ew bê sinetkirinê, ew deyndar e ku tʼemamîya Qanûnê biqedîne.


Her kʼahînek, her rʼoj nava xizmetkʼarîya xweda ye û gelek cara xût wan qurbana dide, kʼîjanêd ku tʼu car nikarin guna rʼesît kin.


Çimkî xûna canega û nêrîya tʼu car nikare guna rʼesît ke.


çimkî Qanûna Mûsa tʼu tişt kʼamil nekir, lê dewsa wê gumaneke hê qenc kʼete navê, bi kʼîjanê em nêzîkî Xwedê dibin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan