Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 13:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Wî çaxî rʼojî girtin, dua kirin, destêd xwe danîne ser wan û ew şandin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

3 Hingê piştî ku rojî girtin û dua kirin, destên xwe danîn ser wan û ew şandin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

3 Ԝи чахи рʼожи гьртьн, дӧа кьрьн, дәстед хԝә данинә сәр ԝан у әԝ шандьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 ایجا پاشه رُژی گِرتِن و دعا گِرِنه، اَوان دَسته خو دانانَ سَر وان و اَو ره اِخِستِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 13:3
18 Iomraidhean Croise  

Ew jinebîke hʼeyştê çar salî bû û ji pʼaristgehê dûr nedikʼet, şev û rʼoj bi dua û rʼojîya Xwedê dihʼeband.


Dua kirin û gotin: «Xudan, Tu ku dilê her kesî zanî, ji van her duya kʼîjanî ku Tu dibijêrî bide kʼifşê,


Evana ku nava hʼebandina Xudanda bûn û rʼojî digirtin, Rʼuhʼê Pîroz wanrʼa got: «Barnabas û Şawûl Minrʼa bona wî şixulê ku Min gazî wan kirîye cude kin».


Awa evana ku ji Rʼuhʼê Pîroz hatine şandinê, berjêrî Sêlûkyayê bûn û ji wir bi gemîyê derbazî Qubrisê bûn.


Wana bona her civînekê berpirsîyar kʼifş kirin, bi rʼojî dua kirin û ew spartine wî Xudanê ku bawerîya xwe jê anîbûn.


Ji wir jî bi gemîyê çûne Entakyayê, wî cîyê ku spartî kʼerema Xwedê bibûn bona wî şixulê ku ser hevda anîn.


Pawlos jî Sîlas bijart û ji bira spartî kʼerema Xudan bûn, rʼêkʼetin çûn.


Evana ber şandîya dane sekinandinê, şandîya jî dua kirin û destêd xwe dane ser wan.


Hananîya jî çû kʼete wê malê, destê xwe danî ser wî û gotê: «Şawûl bira! Xudan ez şandime, ew Îsayê rʼêva rʼastî te hat, wekî tu dîsa bibînî û bi Rʼuhʼê Pîroz tʼijî bî».


Yan wê çawa xeberê dannasîn kin, heger neyêne şandinê? Çawa nivîsar e: «Çiqasî hʼewas in gavêd yêd mizgînîya xêrê didin!»


Hindava wê pʼêşkʼêşa xweye rʼuhʼanîda bê xem nîbe, ya ku bi pʼêxembertîyê terʼa hatîye dayînê, gava berpirsîyara destê xwe danîne ser te.


Destê xwe zû daneyne ser yekî bona xizmetkʼarîya Xudan, ne jî tʼevî gunêd yêd mayîn bî. Xwe paqij xwey ke.


Bona wê yekê ez dikime bîra te, ku tu agirê pʼêşkʼêşa Xwedê hê gurʼ kî, ya ku bi destdanîna min terʼa hate dayînê.


Û ew tiştêd ku te li ber gelek şeʼda ji min bihîst, bispêre wan merivêd amin, yêd ku wê bikaribin hinekêd din hîn kin.


Wana şeʼdetîya hʼizkirina te ber civîna vir da. Tê tiştekî qenc bikî, heger tu wan usa verʼêkî çawa ku li Xwedê xweş tê.


Awa em gerekê yêd usa qebûl kin, ku em tʼevî şixulê rʼastîyê bin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan