Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 13:10 - Peymana Nû (Încîl)

10 û gotê: «Hey mixeneto û hʼemû fêlbazîyava tʼijîyo! Cewrikê mîrêcin! Dijminê tʼemamîya rʼastîyê! Tê hʼeta kʼengê tʼerka xalifandina rʼîyêd Xudane rʼast nekî?

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

10 got: «Hey kurê Îblîs! Dijminê her rastiyê, bi hemû hîle û xerabiyan tije! Ma tu dev ji xwarûvîçkirina riyên Xudan ên rast bernadî?

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

10 у готе: «Һәй мьхәнәто у һʼәму фелбазийава тʼьжийо! Щәԝрьке мирещьн! Дьжмьне тʼәмамийа рʼастийе! Те һʼәта кʼәнге тʼәрка хальфандьна рʼийед Хӧданә рʼаст нәки?

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 و گُت: «تِ اَی گوره ابلیس، تِ اَی دُژمِنه تواوی صالِح بونه، اَی تِ گو تِژی ژه حیلَبازی و پیسیتی ای، تِ دَسته خو ژه خار گِرِنا رِیه دوزَ خاده ناکِشی؟

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 13:10
23 Iomraidhean Croise  

Eʼrd dinya ye, tʼoximê qenc jî merivêd pʼara Pʼadşatîyê ne, lê zîwan merivêd pʼara yê Xirab in.


Çimkî ji dil fikirêd xirab, kuştin, zinêkʼarî, qavî, dizî, derewî, buxdan dertên.


Lê wey li we qanûnzan û fêrisîya! Durʼûno! Hûn derê Pʼadşatîya Eʼzmana li ber meriva dadidin. Ne hûn dikʼevinê û ne jî dihêlin ewêd ku dixwazin bikʼevinê.


Gava Yûhʼenna dît ku ji fêrisî û sadûqîya jî gelek hatine wekî bêne nixumandinê, ewî gote wan: «Çʼêjikêd meʼra! Kʼê werʼa got, ku hûn ji xezeba tê birʼevin?


Lê Xudan wîrʼa got: «Awa hûn fêrisîya tʼas û fîncana rʼûyê dervava paqij dikin, lê dilê we hindurʼva bi timayê û xirabîyava tʼijî ye.


Wey li we qanûnzana, ku we kʼilîta zanebûnê hildaye. Ne hûn kʼetinê û ne jî we hiştîye yêd ku dixwazin bikʼevinê».


Ewî got: «Ez ew deng im ku berʼîyêda dike gazî: ‹Rʼîya Xudan rʼast bikin!› çawa ku Îşaya pʼêxember gotîye».


Hûn bavê xweda ji mîrêcin in û dixwazin xwestinêd bavê xwe bînine sêrî. Ew ji serê sêrîda qetʼil bû û wî tʼu car xwe rʼastîyê negirtîye, çimkî nava wîda rʼastî tʼune. Gava ew derewa dike, ew gora binyatʼa xwe dike, çimkî ew derewîn e û bavê derewa ye.


Ji nava weda jî merivê derên û tiştêd xêlif wê xeber din, ku şagirta pey xwe bibin.


Lê tʼenê ez ditirsim, tuwere çawa meʼr bi fêlbazîya xwe Hêwa xapand, usa jî ew hʼişê we biçelqîne û hûn destê xwe ji şîrhʼelalî û dilsaxîya xweye hindava Mesîhda bikin.


Rʼast mizgînîke din tʼune, lê hinek hene we tʼevî hev dikin û dixwazin Mizgînîya Mesîh biguhêzin.


Wekî usa ye ji vir şûnda em nebine mîna zarʼoka ku ji pêla virda-wêda dikʼevin û bi derewêd meriva ber bayê her hînkirinekê dikʼevin, yêd ku bi fêlbazîya dixapînin û dixalifînin.


Destê xwe ji rʼîya rʼast kirin, xalifîn, rʼîya Bilamê Beûrda çûn, yê ku maşê neheqîyê hʼiz kir.


Yê nava gunada dimîne, ew ji mîrêcin e, çimkî mîrêcin ji berê pêşda gune dike. Bona vê yekê Kurʼê Xwedê eʼyan bû, wekî kirêd mîrêcin xirab ke.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan