Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 11:30 - Peymana Nû (Încîl)

30 Usa jî kirin, bi destê Barnabas û Şawûl berpirsîyarêd civînêrʼa şandin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

30 Wisa jî kirin, bi destê Barnabas û Şawûl ev alîkarî ji rihspiyan re şandin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

30 Ӧса жи кьрьн, бь дәсте Барнабас у Шаԝул бәрпьрсийаред щьвинерʼа шандьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

30 بَجا اَوان وِسا گِرِن و اَو کمک بِ دَسته برنابا و شائول رِگِرِنَ بُ رِدین سِپیه کلیسایه.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 11:30
21 Iomraidhean Croise  

Wan çaxada Hêrodes pʼadşa destê xwe hilda ser hinekêd ji civînê ku wan bide cefê,


Barnabas û Şawûl gava qulixê xwe qedandin, ji Orşelîmê vegerʼîyan, Yûhʼennayê ku jêrʼa Marqos digotin jî tʼevî xwe anîn.


Wana bona her civînekê berpirsîyar kʼifş kirin, bi rʼojî dua kirin û ew spartine wî Xudanê ku bawerîya xwe jê anîbûn.


Nava wan û Pawlos, Barnabasda gelek deʼw-doz pêşda hat, hingê bira qirar kir ku bona vê pirsê Pawlos û Barnabas, usa jî ji wan çend kes hevraz herʼine Orşelîmê, cem şandî û berpirsîyara.


Bi destê wan ev neʼme şandin aha nivîsar: «Em birayêd weye şandî û berpirsîyar silava li we birayêd ji necihûyaye Entakyayê, Sûryayê û Kîlîkyayê dikin.


Gava gihîştine Orşelîmê, civînê, şandîya û berpirsîyara ew qebûl kirin û çi ku Xwedê tʼevî wan kiribû wanrʼa gilî kirin.


Şandî û berpirsîyar civîyan, ku bona vê yekê bişêwirin.


Gava bajararʼa derbaz dibûn, ew tʼemîyêd ku şandîya û berpirsîyarêd Orşelîmê qirar kiribûn, didane bawermenda ku xwey kin.


Ji Mîletosê merî şande Efesê û gazî berpirsîyarêd civînê kirin.


Rʼoja dinê Pawlos tʼevî me çû cem Aqûb, hʼemû berpirsîyar jî hazir bûn.


Awa yekî lêwî ji Qubrisê, navê wî Ûsiv, ku şandîya jêrʼa digot Barnabas, ku tê feʼmkirinê: «Yê Dildayînê»,


Hindava wê pʼêşkʼêşa xweye rʼuhʼanîda bê xem nîbe, ya ku bi pʼêxembertîyê terʼa hatîye dayînê, gava berpirsîyara destê xwe danîne ser te.


Ew berpirsîyarêd ku serwêrtîyê rʼind dikin, bira dubare hêjayî qedir bin, îlahî ewêd ku xeberdan û hînkirinêda dixebitin.


Xeyba hindava berpirsîyarda bawer neke, heger du yan sê şeʼde tʼunebin.


Bona wê yekê min tu li Kirêtayê hiştî, wekî çi kêmasî hebin bînî sêrî û her bajarekîda berpirsîyara kʼifş kî, çawa min ev tʼemî li te kir:


Heger yek ji we nexweş e, bira gazî berpirsîyarêd civînê ke, ser wîda bira dua bikin, bi navê Xudan bi rʼûn rʼûn kin.


Ez hîvî ji berpirsîyarêd nava weda dikim, ez xwexa jî çawa berpirsîyar û şeʼdê cefêd Mesîh û heval-pʼarê wê rʼûmetê me, ya ku wê xuya be.


Ji berpirsîyarê civînê, Xanima bijartî û zarʼêd wêrʼa, kʼîjana ku ez bi rʼastîyê hʼiz dikim, ne ku tʼenê ez, lê ew hʼemû jî, yêd ku rʼastîyê nas dikin,


Ji berpirsîyarê civînê, Gayosê delalrʼa, kʼîjanî ku ez bi rʼastîyê hʼiz dikim.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan