Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 11:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Rʼuhʼ minrʼa got: ‹Tʼevî wan herʼe, dudilî nebe›. Ev her şeş bira jî tʼevî min hatin û em çûne mala wî merivî.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

12 Ruh ji min re got: ‹Bi wan re here û cihêtiyê neke.› Ev her şeş bira jî bi min re hatin û em ketin mala wî zilamî.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

12 Рʼӧһʼ мьнрʼа гот: ‹Тʼәви ԝан һәрʼә, дӧдьли нәбә›. Әв һәр шәш бьра жи тʼәви мьн һатьн у әм чунә мала ԝи мәрьви.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 رِحا خدا گُتَ مِن گَل واندا بِچِم و دودل نَبِم. اَو شَش بِرایَنَ ژی کَتنَ گَل مِدا و اَم چُنَ ناو مالا وی مِرُوی.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 11:12
17 Iomraidhean Croise  

Çaxê Ûsiv hê ser vê yekê difikirî, va milyakʼetekî Xudan xewnêda wîva xuya bû û gotê: «Ûsivê kurʼê Dawid! Netirse, ku dergîstîya xwe Meryemê bistînî. Ewî ku wê ji wê bibe, ew ji Rʼuhʼê Pîroz e.


Lê gava ew Rʼuhʼê Rʼastîyê bê, Ewê we berbi tʼemamîya rʼastîyê bibe. Çimkî Ewê ne ku xweserîxwe xeber de, lê çi ku bibihê, Ewê wê yekê bêje û tiştêd ku hê neqewimîne wê werʼa gilî ke.


Wan rʼojada Petrûs nava bawermendada rʼabû, (ku li wir qasî sed bîst merivî bûn) û got:


Hingê Petrûs ew tʼeglîfî malê kirin, cîyê şevê da wan. Rʼoja dinê Petrûs rʼabû tʼevî wan çû, çend bawermendêd Yafayê jî tʼevî wî çûn.


Bawermendêd eʼsilê xweda cihû, yêd ku tʼevî Petrûs hatibûn, zendegirtî man, ku Rʼuhʼê Pîroz çawa pʼêşkʼêş ser necihûyada jî barî,


Ewî merʼa got, ku çawa mala xweda milyakʼet dîtîye, ku sekinî ye wîrʼa gotîye: ‹Merîya bişîne Yafayê û gazî Şimhʼûn ke, yê ku jêrʼa Petrûs dibêjin.


Evana ku nava hʼebandina Xudanda bûn û rʼojî digirtin, Rʼuhʼê Pîroz wanrʼa got: «Barnabas û Şawûl Minrʼa bona wî şixulê ku Min gazî wan kirîye cude kin».


Awa evana ku ji Rʼuhʼê Pîroz hatine şandinê, berjêrî Sêlûkyayê bûn û ji wir bi gemîyê derbazî Qubrisê bûn.


Pey gelek deʼw-dozêrʼa Petrûs rʼabû ser pʼîya û wanrʼa got: «Gelî bira! Hûn xwexa zanin ku Xwedê rʼojêd pêşinda ez nav weda bijartim, ku necihû xebera Mizgînîyê ji devê min bibihên û bawer bikin.


Nava me û wanda tʼu firqî danenî, bi bawerîyê dilê wan paqij kir.


Xûşk-birayêd wir jî bona me bihîstibûn, pêşîya meda hatin hʼeta Meydana Epîyû û Sê Mêvanxana. Pawlos ku ew dîtin, şikirî da Xwedê û dilê wî şidîya.


Rʼuhʼ Fîlîporʼa got: «Pêşda herʼe û rʼex eʼrebêva here».


Ev e rʼasthʼesabkirina Xwedê: Kʼî bawerîya xwe Îsa Mesîh tîne, Xwedê wan hʼemûya li ber Xwe rʼast hʼesab dike. Firqî tʼune,


hûn fikirê xweda zû şaş nebin û xwe unda nekin, ne pê pʼêxembertîyê, ne pê gotinê, ne jî pê neʼma yançîye me nivîsîbe: «Va ye Rʼoja Xudan îdî hatîye».


Rʼuhʼ û bûk dibêjin: «Were!» Ewê ku dibihê bira bêje: «Were!» Ewê ku tʼî ye bira bê, ewê ku ava jîyînê dixwaze bira bêheq bistîne.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan