Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 10:42 - Peymana Nû (Încîl)

42 Û Ewî tʼemî li me kir, wekî em cimeʼtêrʼa dannasîn kin û şeʼdetîyê bidin ku Ew e hʼakimê mirîya û zêndîya ji Xwedêda kʼifşkirî.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

42 Wî li me emir kir ku em peyvê bi gel bidin bihîstin û şahidiyê bikin ku dadgerê mirî û zindiyan ê ku Xwedê destnîşan kiriye, ew e.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

42 У Әԝи тʼәми ль мә кьр, ԝәки әм щьмәʼтерʼа даннасин кьн у шәʼдәтийе бьдьн кӧ Әԝ ә һʼакьме мьрийа у зендийа жь Хԝәдеда кʼьфшкьри.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

42 اَوی بُ مَ اَمِر گِر گو اَم بُ خلقه وَعظ گَن و شَهادَته بِدَن گو عیسی هَمَن اَوَ گو خدا اَو بِژارتیَ گو سَر مِرُوه ساخ و مِری قضاوته بِگَت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 10:42
24 Iomraidhean Croise  

çimkî pênc birayêd min jî hene, bira herʼe tʼemîyê bide wan, wekî ew jî neyêne vî cîyê cefa›.


Rʼast Kurʼê Mêriv wê usa herʼe, çawa ku bona Wî nivîsar e, lê wey li wî merivî, ku wê nemamîya Kurʼê Mêriv bike».


hʼeta wê rʼoja ku berbi eʼzmên hate hilatinê. Lê hê berî eʼzmên hilatinê Ewî bi Rʼuhʼê Pîroz tʼemî li şandîyêd Xweye bijartî kir.


Lê gava Rʼuhʼê Pîroz bê ser we, hûnê qewatê bistînin û ji Orşelîmêda girtî tʼemamîya Cihûstanê, Sameryayê û hʼeta serê dinê jî bibine şeʼdêd Min».


Çimkî Ewî rʼojek kʼifş kirîye, kʼîjanêda wê dîwana dinê rʼast bi destê Merivekî bike, Yê ku Ewî kʼifş kirîye. Xwedê ev yekana hʼemûyarʼa dane îzbatkirinê, gava Ew meriv ji mirinê rʼakir».


Pawlos hê bona rʼastîyê, xwegirtinê û dîwana Xwedêye ku wê bê xeber dida, Felîks saw kʼişand û got: «Tu niha herʼe. Gava wextê min hebe, ezê gazî te kim».


«Herʼin pʼaristgehêda bisekinin û cimeʼtêrʼa van hʼemû gotinêd vê jîyînê bêjin».


Wê Rʼojê wê usa be, gava Xwedê bi destê Mesîh Îsa dîwana tiştêd merivaye dizîva bike, anegorî Mizgînîya ku ez dannasîn dikim.


Çimkî gerekê em hʼemû jî li ber dîwana Mesîh bisekinin, wekî her kes weke wan eʼmelêd qalibê xweda kirî bistîne, çi ku kiribe, qencî yan xirabî.


Awa li ber Xwedê û wî Mesîh Îsayê ku wê dîwana mirî û zêndîya bike, ez bi camêrî dibêjim, tu li wê hatin û Pʼadşatîya Wî kî:


Û niha minrʼa dimîne kʼofîya heqîyêye serkʼetinê, ya ku Xudan, Hʼakimê rʼast wê bide min wê rʼojê û ne tʼenê min, lê wan hʼemûya jî, yêd ku bi hʼizkirinê hʼeyra xuyabûna Wîda ne.


Lê ewê li ber Wî cabdar bin, Yê ku hazir e dîwana mirî û zêndîya bike.


Va ye eʼwrava Ew tê. Her çʼeʼvê Wî bibîne, hʼeta ewêd ku nekʼsa Wî qul kirin jî. Hʼemû miletêd dinyayê wê li ser Wî şîn û kʼeder bin. Belê. Amîn!


Îsa dibêje: «Va ye Ezê zûtirê bêm û xelata Min destê Minda ye, wekî anegorî kirinêd her yekî bidime wî.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan