Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 1:8 - Peymana Nû (Încîl)

8 Lê gava Rʼuhʼê Pîroz bê ser we, hûnê qewatê bistînin û ji Orşelîmêda girtî tʼemamîya Cihûstanê, Sameryayê û hʼeta serê dinê jî bibine şeʼdêd Min».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

8 Lê gava ku Ruhê Pîroz bê ser we, hûnê hêzê bistînin û li Orşelîmê, li tevahiya Cihûstanê, li Sameryayê û heta bi kujê dinyayê yê herî dûr bibin şahidên min.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

8 Ле гава Рʼӧһʼе Пироз бе сәр ԝә, һуне ԛәԝате бьстиньн у жь Оршәлимеда гьрти тʼәмамийа Щьһустане, Самәрйайе у һʼәта сәре дьне жи бьбьнә шәʼдед Мьн».

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

8 بله وقته رِحا مُقدسا خدا بِتَ سَر وَ، اونه قُدرَته پَیدا گَن و اورشلیمه دا و ناو تواوی مَنطَقا یهودیه و مَنطَقا سامِرِه و حَتا سَره دیَ دُنیایه، اونه بِبِنَ شاهِده مِن.»

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 1:8
34 Iomraidhean Croise  

Û ev Mizgînîya Pʼadşatîyê wê li nav tʼemamîya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hʼemû miletarʼa bibe şeʼdetî û hingê xilazî wê bê.


Niha herʼin hʼemû mileta hîn kin û wana bi navê Bav, Kurʼ û Rʼuhʼê Pîroz binixumînin


Û wanrʼa got: «Herʼine her çar alîyêd dinyayê û Mizgînîyê bidine her merivî.


Milyakʼet lê vegerʼand û got: «Rʼuhʼê Pîroz wê bê ser te û qewata Yê Herî Jorin wê ser te bike sî. Bona vê yekê ew Pîrozê ku wê ji te bibe, ew Kurʼê Xwedê wê bê gotinê.


Awa Min hʼukum daye we, ku hûn meʼr û dûpʼişka û tʼemamîya qewata dijmin pʼêpeskin û qet tʼu tiştê zirarê nede we.


Lê wana zor li Wî kir û got: «Îşev li cem me bimîne, çimkî êvar e, rʼo çûye ava». Û Ew çû hindurʼ, ku li cem wan bimîne.


Hûnê jî şeʼdetîyê bidin, çimkî serê sêrîda hûn tʼevî Min bûne.


ji nixumandina Yûhʼennada girtî hʼeta wê rʼoja ku Ew ji nav me berbi eʼzmên hate hilatinê. Ew gerekê tʼevî me bibe şeʼdê rʼabûna Wîye ji mirinê».


Yûhʼenna bi avê nixumand, lê hûnê çend rʼoja şûnda bi Rʼuhʼê Pîroz bêne nixumandinê».


û gelek rʼoja Xwe wanva da xuyakirinê, kʼîjan ji Celîlê tʼevî Wî hatibûne Orşelîmê. Niha jî ew li ber cimeʼtê şeʼdêd Wî ne.


Eva ew Îsa bû, yê ku Xwedê Ew ji mirinê rʼakir, ku em hʼemû jî şeʼde ne.


çimkî tê ber hʼemû meriva bona wan tiştêd te dîtin û bihîstin bibî şeʼdê Wî.


We Çʼeʼvkanîyê jîyînê kuşt, lê Xwedê Ew ji mirinê rʼakir û em xwexa şeʼde ne.


Şandîya bi qewata zor şeʼdetîya mirin-rʼabûna Xudan Îsa didan û kʼeremeke mezin ser wan hʼemûya bû.


Em şeʼdê van tişta ne, usa jî Rʼuhʼê Pîroz, kʼîjan Xwedê da wan, yêd ku gurʼa Wîda ne».


Steyfan, ew merivekî bi kʼerem û qewata Xwedêva tʼijî bû, nav cimeʼtêda kʼeremet û nîşanêd mezin dikirin.


Şawûl jî qayl bû, ku ew bê kuştinê. Ewê rʼojê miqabilî civîna Orşelîmêda zêrandineke giran destpêbû. Pêştirî şandîya hʼemûyêd bawermend belayî tʼopraxêd Cihûstanê û Sameryayê bûn.


Lê belê ez dipirsim: Gelo wana ne bihîst? Naqewime. Çimkî nivîsar e: «Dengê wan tʼemamîya eʼrdê hilda û xebera wan li qulbêd dinyayê bela bû».


bi qewata nîşana û kʼeremeta, bi qewata Rʼuhʼê Xwedê. Û bi vî awayî ez ji Orşelîmê girtî hʼeta Îlîrkûmê gerʼîyam, Mizgînîya Mesîhva tʼijî kir.


Lê tʼenê gerekê hûn bawerîyêda hʼîmgirtî qewîn bimînin û ji wê gumana Mizgînîyê nekʼevin, ya ku we bihîst û wan hʼemûyarʼa, yêd ku bin pʼerʼê eʼzmênda dimînin hate dannasînkirinê. Û ez, Pawlos bûme berdestîyê wê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan