Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 1:16 - Peymana Nû (Încîl)

16 «Gelî bira! Gerekê ev nivîsara bihata sêrî, çawa ku berî vê yekê Rʼuhʼê Pîroz bi devê Dawid bona Cihûda gotibû, ku ew bû rʼêberê wan, yêd ku Îsa girtin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

16 «Birano, diviya ew nivîsara ku ji pêşî ve bi Ruhê Pîroz bi devê Dawid li ser Cihûda hatibû gotin, bihata cih.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

16 «Гәли бьра! Гәрәке әв ньвисара бьһата сери, чаԝа кӧ бәри ве йәке Рʼӧһʼе Пироз бь дәве Даԝьд бона Щьһуда готьбу, кӧ әԝ бу рʼебәре ԝан, йед кӧ Иса гьртьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

16 «گَلی بِرایا، اَو نِویسارا گو نِویسارِت مُقدس دا هاتی نِویساندِن دِبی هاتِبا جی، هَمَن اَو نِویسارا گو رِحا مُقدسا خدا، بِ اَزمانه داوود پاشا راستا یهودادا گو رِبَره اَونه گو عیسی دِگِرتِن بو، پِشگُتن گِره بو.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 1:16
38 Iomraidhean Croise  

Hingê yek ji her donzdeha ku Cihûdayê Îsxeryotî dihate gotinê, çû cem serekêd kʼahîna


Ewî hê xeber dida, nişkêva Cihûdayê ku yek ji wan donzdeha bû hat. Ewî tʼevî xwe ji alîyê serekêd kʼahîna û rʼûspîyêd cimeʼtêda eʼlaleteke giran anîbû, bi dara û şûra.


Lê nivîsar wê çawa bêne sêrî ku dibêjin, gerekê hʼemû aha bin?»


Lê ev hʼemû tişt qewimîn, ku nivîsarêd pʼêxembera bêne sêrî». Wê demê hʼemû şagirta Ew hiştin û rʼevîn.


Ne Dawid xwexa pê Rʼuhʼê Pîroz dibêje? ‹Xudan gote Xudanê min: Li milê Minî rʼastê rʼûnê, hʼeta ku Ez dijminêd Te bikime binê pʼîyêd Te›.


Hema hingê gava Wî hê xeber dida, Cihûdayê ku yek ji her donzdeha bû, hat. Ewî tʼevî xwe ji alîyê serekêd kʼahîna, qanûnzana û rʼûspîyada eʼlaleteke giran anîbû, bi dara û şûra.


Ewî hê xeber dida, nişkêva eʼlaletekê ser Wîda girt û yekî ji her donzdeha, navê wî Cihûda, pêşîya wan kʼetibû û nêzîkî Wî bû ku Wî rʼamûse.


Heger Ew wan ‹Xwedê› hʼesab dike, kʼîjanarʼa xebera Xwedê hatîye dayînê (û nabe jî ku ew nivîsar betal be),


Ez bona we hʼemûya nabêjim, çimkî Ez zanim Min kʼîjan bijartine. Lê gerekê nivîsar bê sêrî: ‹Yê ku nanê Min xwar pʼehʼîn avîte Min›.


Gava Ez tʼevî wan bûm, Min ew pê navê Te xwey dikirin, pê wî navê ku Te daye Min, Min xweyîtî li wan kir. Ji wana tʼu kes unda nebû, pêştirî yê mirinêrʼa dayî, wekî nivîsar bê sêrî.


Ev yeka qewimî, wekî ew nivîsar bê sêrî: «Tʼu hestûyê Wî wê neyê şkênandinê».


Petrûs dûmayî kir got: «Çawa kʼitêba Zebûrada jî nivîsar e: ‹De bira mala wî xirabe be, kesek têda nemîne› û: ‹De bira qulixê wîyî serwêrtîyê yekî din bistîne›.


Pey xwendina Qanûn û nivîsarêd pʼêxemberarʼa serwêrêd kʼinîştê yek şandine cem wan û gotin: «Gelî bira, heger gotineke we heye ku dil bidine cimeʼtê, kʼerem kin bêjin».


Niha bira ev yek weva eʼyan be, gelî bira, ku bi saya Îsa werʼa bona baxşandina guna tê dannasînkirinê. Û ji wan her tiştêd ku hûn bi Qanûna Mûsa nikaribûn bêsûc bûna,


Gava ewana kerʼ bûn, Aqûb deng hilda û got: «Gelî bira! Guh bidine min.


Pey gelek deʼw-dozêrʼa Petrûs rʼabû ser pʼîya û wanrʼa got: «Gelî bira! Hûn xwexa zanin ku Xwedê rʼojêd pêşinda ez nav weda bijartim, ku necihû xebera Mizgînîyê ji devê min bibihên û bawer bikin.


Bona Wî Xwedê hê pêşda qirar kiribû û bi zanebûna Wî Ew kʼete destê we, we jî bi destê nerʼasta darmixê xist kuşt.


Cimeʼtê ev yek ku bihîst, mîna tîrekê dilê wan kʼet, Petrûs û şandîyêd mayînrʼa gotin: «Em çi bikin, gelî bira?»


«Gelî bav û bira! Niha guhdarîya min bikin, ku ez caba xwe bidim».


Pawlos dîna xwe da civîna giregira û got: «Gelî bira! Min bi îsafa rʼihʼet li ber Xwedê eʼmirê xwe hʼeta îro derbaz kirîye».


Hingê Pawlos pê hʼesîya ku alîkî sadûqî ne, alîkî jî fêrisî, wê civînêda kire gazî û got: «Gelî bira! Ez fêrisî me, kurʼê fêrisîya! Bona gumana rʼabûna mirîya dîwana min dikin».


Sê rʼoja şûnda Pawlos gazî giregirêd cihûya kir, gava ew hatin, wanrʼa got: «Gelî bira! Min tiştekî miqabilî cimeʼtê yan kal û bava nekirîye, lê Orşelîmêda ez girtim dame destê rʼomayîya.


Awa berî çûyîna wan nava wanda bû dutîretî gava Pawlos ev yek got: «Çawa rʼast Rʼuhʼê Pîroz bi Îşaya pʼêxember tʼevî kal-bavêd me xeber da


Ewî got: «Gelî bav û bira, bibihên! Gava bavê me Birahîm hê Mesopotamyayêda dima, ku hê neçûbû bajarê Hʼaranê, Xwedêyê rʼûmetê wîva xuya bû


Rʼuhʼê Mesîhî nava wanda hê pêşda li ber wan vedikir, ku Mesîhê cefê bikʼişîne û peyrʼa bikʼeve rʼûmeta Xwe. Û wan dikir ku bizanibin kʼa bona kʼengê û zemanekî çawada ev yekê biqewimin.


Çimkî tʼu pʼêxembertî bi xwestina dilê meriva nehatîye dayînê, lê meriva bi rʼêberîya Rʼuhʼê Pîroz ji Xwedêda xeber dane.


Wanrʼa hê qenc bû, ku qet ev rʼîya heqîyê nas nekirana, ne ku pey naskirinêrʼa ji wê tʼemîya pîroz dagerʼîyana, ya ku wanrʼa hate dayînê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan